Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye 2025-11-19 11:57:17 RIHA - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di foruma li Dihokê de axivî û bang kir ku di jinûveavakirina Sûriyeyê de firsendeke wekhev bidin Rojava. Ebdî, got ku pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo aştiya Rojhilata Navîn derfeteke nû ye.    Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ji bo beşdarî Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) bibin, hatin bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê.    Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di forumê de têkildarî rewşa Sûriyeyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Ebdî, di despêka axaftina xwe de îşaret bi sedemê rûxandina rejîma Esed kir û got: “Sedemê ketina rejîma Esed ji ber redkirina diyalogê bû. Piştî ketina hikûmeta Beşar Esed me hewl da li gel hikûmeta nû diyalogê bikin. Em dixwazin pirsgirêkan bi giftûgoyê çareser bikîn.”   PEYMANA 10’Ê ADARÊ   Ebdî, da diyarkirin ku Peymana 10’ê Adarê pêşî li şerê navbera HSD’ê û hêzên hikûmeta Şamê girt û got: “Me şer nexwestiye, tenê dema ku şer li ser me hatiye ferzkirin me şer kiriye.” Bi domdarî Ebdî anî ziman ku heta niha jî gelek xalên Peymana 10’ê Adarê nehatine bicihanîn û got: “Heta niha jî koçberên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî nekarîne vegerin ser warê xwe û rê bi wan nayên dayîn. Ev pirsgirêkek mezine û divê hikûmeta Sûriyeyê bi başî nêzî vê mijarê bibe.”   Di berdewama axaftina xwe de Mazlum Ebdî destnîşan kir ku ger îradeyek cidî hebe, Peymana 10’ê Adarê wê were bicihanîn û ev tişt anî ziman: “Ji aliyê me ve wek HSD û hêza Kurd a li Rojava em xwedî îradeya siyasî ne û daxwazê ji hikûmeta Sûriyeyê jî dikin bi heman rengî bin daku bikarîn pêngavan bavêjin.”   Bi domdarî Ebdîji welatên herêmê jî xwest ku ji bo bicihanîna Peymana 10’ê Adarê roleke erênî bilîzin û piştgiriyê bidin. Ebdî, got: “Niha Sûriyeyek nû heye, civaka navdewletî û gelek welat ji bo derfetê bidin Sûriyeyê deriyê xwe vekirine. Gelek tişt hatine paşguhkirin. Dixwazin Sûriye li ser lingê xwe raweste, em heman tiştî ji bo xwe dibînin ji ber ku ev yek ji bo me jî pêwîste.”   ‘BILA TIRKIYE ME WEK METIRSÎ LI SER XWE NEBÎNE’   Ebdî, di dirêjiya axaftina xwe de da diyarkirin ku wek HSD wan tu demê êrişî ser tu aliyek nekirine, tenê xwe parastine û got: “Di dema borî de, niha û dema bêjî em ê ji bo tu alî û welatek nebin metirsî. Ji ber vê çendê em ji Tirkiyeyê re jî dibêjin ku me wek metirsî li ser xwe nebînin.”   ENTEGREKIRINA HSD’Ê   Têkildarî entegrasyona HSD’ê ya li gel artêşa Sûriyeyê de jî Ebdî ev nirxandin kir: “Ji bo entegrasyona hêzên me li gel Sûriyeyê de lihevkirinek çêbûye. Em ji bo bicihanîna vê lihevkirinê kar dikin. Di heman demê de hin mijarên ku peywendiya xwe bi destûrê ve jî hene ku hîna ew nehatine çareserkirin. Lê giftûgo hene, bi taybetî jî li ser şêwazê sîstema navendî yan jî nenavendiyê. Yan jî destûr çawan were guhertin. Rêjeya hêzên me çiqas be, nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parlamentoyê çawan be, ev mijar pêwîste hemû giftûgo li ser bên kirin.”   ‘ÊDÎ SÛRIYEYEKE NAVENDÎ NABE’    Mazlum Ebdî, daxuyand ku êdî zehmete ku Sûriye mîna berê bi sîstemeke navendî bê birêvebirin û got: “Piştî 15 salên şer divê Sûriyek nenavendî hebe. Herêm xwe bi xwe rêvebibin, ev rastiyeke û divê were qebûl kirin.”   Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî destnîşankir ku gelê Kurd ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn pêşengtiyê dike û got: “Derfeteke nû û qonaxeke dîrokî li Rojhilata Navîn derketiye, em piştgiriyê dikin. Başûr, Bakurê Kurdistan û Kurdên li derveyî welat jî dikarin rola xwe di avakirina rojavayê Kurdistanê de bilîzin.”   ‘PÊVAJOYA BI PÊŞENGTIYA RÊBER OCALAN DERFETA AŞTIYÊ YE’   Di dawiyê de jî Mazlum Ebdî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Rêber Ocalan pêşengtî ji pêvajoyek nû re dike û derfetek nû ji bo aştiya herêmê peyda bûye. Em li Rojava piştgiriyê didin vê pêvajoyê, ji bo serxistina pêvajoyê tişta ji me bê emê bikin.”