‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’ 2025-11-19 15:47:14   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Atayê di vekirina Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan a Delalê û Bazara Kedê Jinê de axivî û got: “Di her qada em bêhnê tê distînin em ê ji bo serkeftina pêvajoyê bixebitin.”    Şaredariya Erdîşê ya Wanê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Delalê û Bazara Keda Jinê vekir. Beriya vekirinê, jin ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê heta ber navenda jiyanê meşiyan. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek jin tev li bûn. Piştî Dayikên Aştiyê û Hevşaredara Erdîşê Guler Temel beşdar silav kirin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û got: “Ber bi 25’ê Mijdarê ve em qadên azadiyê yên jinan mezin dikin. Dê li vir xizmetên girîng bên kirin û xweparastina jinê pêş bikeve.”    ‘DIVÊ EM AZAD BIBIN KU CIVAK BIKARE AZAD BIBE’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Atayê jî diyar kir ku di pêvajoyeke girîng de ne û got: “Em d hemû qadan de daxwaza nûnertiya wekhev dikin. Li cihên me ev wekhevî lê ava kiriye, qeyûman tayîn dikin. Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn. Lewma bi sala ye dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’ Divê em azad bibin ku civak bikare azad bibe. Divê jin û mêr wekhev azad bibin ku em bikarin behsa wekheviyê bikin. Divê ev saziyên me di îstîhdam û hilberînê de bi roleke girîng rabin.”   ‘HETA BIRÊZ OCALAN AZAD NEBE EM Ê AZAD NEBIN’    Ayla Akat Atayê da zanîn ku serkeftina pêvajoyê girêdayî îradeya jinê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em jin dê li her qada bêhnê lê distînin dê ji bo serkeftina pêvajoyê bixebitin. Piştî pêşengê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Tirkiyeyê gelek tişt guherîn. Em dizanin ku ev pêvajo bi keda jinê dikare bi ser keve. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bû em ê bikarin azad bibin. Em ê li van qadan jiyaneke demokratîk û aştiyê birêxistin bikin.”    Piştî axaftinan paste hate birîn û navenda jiyanê hate vekirin.