AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin 2025-11-20 16:56:41 ENQERE - AKP ku bi rojeva serdana Îmraliyê civiya, ragihand ku dê Tifaqa Cumhur dengê erênî bide.    AKP, beriya civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku dê sibe were lidarxistin, li Enqereyê civiya.    Endamên komîsyonê yên AKP’î, bi serokatiya Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler civiyan. Guler, piştî civînê daxuyanî da û got: “Weke partî, tevî Tifaqa Cumhur em ê erênî nêzî serdana Îmraliyê dibin. Heke dengdayîn çêbibe em ê dengê erê bidin.”