Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye 2025-11-21 09:28:00   WAN - Tundiya li dijî jinan li Iraq û Herêma Kurdistana Federe di salên dawî de gihîştiye asta herî krîtîk. Zêdebûna kuştinên jinan û bûyerên veşartî yên taciz û destdirêjiyê polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan radixîne berçavan. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku bêcezatî tundiyê zêdetir dike.    Tundiya li dijî jinan li Iraq û Herêma Kurdistanê di salên dawî de gihîştiye asta herî bilind. Qetilkirin, taciz û destavêjiya li dijî jinan tevî ku veşartî dimînin jî her ku diçe zêde dibe. Ev jî, careke din polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan radixe berçavan. Rêxistinên jinan diyar dikin ku rêziknameyên qanûnî yên heyî nikarin jinan biparêzin û saziyên dewletê erkên xwe yên pêşîgirtina li tundiyê bi cih naynin. Nebaşbûna stargehan, dereng derxistina qanûnan û nêzîkatiya " malbatî" ya saziyên dewletê êrişên li dijî jinan hîn bêtir zêdetir dikin.    Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên herêmê polîtîkaya berbelav a bêcezatiyê ji bo sûcên li dijî jinan e. Rêxistinên jinan wê yekê rexne dikin  ku sûcdarên kuştina jinan bi hincetên wekî "rûmeta malbatê", an "jî tahrîkê" cezayên kêm digirin û di heman demê de dozên taciz û destdirêjiyê pir caran ji ber delîlên kêm an zextê tên girtin. Derdorên hiqûqî dibêjin ku bandora sûcdaran li ser pêvajoyên dadwerî bi rêya têkiliyên malbatî û eşîrî pêşveçûna dozan asteng dike. Rêxistinên jinan radigihînin ku tevî ku saziyên fermî daneyan parve nakin jî, raporên ji qadê nîşan didin ku li dijî jinan taciz, destdirêjî û tundiya di nava malê de, kolanan û parlamentoyê de zêdebûn heye.    Aktivîstên jinan ê li Herêma Kurdistana Federe der barê polîtîka, qanûnên dewletê yê li dijî jinan axivîn.    Ji Yekitiya Jinan Munîra Abwbakirê bi lêv kir ku li herêmê tundiya li dijî jinan her ku diçe zede dibe û wiha axivî: "Di warê civakî, siyasî û çandî de gelek zext tên kirin. Jinên hêrêma Kurdistanê heta niha jî bi zextên civakî û tundiyê re rû bi rû dimînin. Jin di aliyê cesteyî, derûnî û sekxî de bi gelek cureyên tundutujiyê re rû bi rû dimînin. Her wiha jin li kolanê, li cihê kar, li nava malbatê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Heta niha di aliyê hişmendiyê de di civaka me de hişmendiya dûrxistina jinan a ji tundiyê nehatiye avakirin. Di demên hilbijartinê de jî, jin di bin desthilardariya bav û birayan de dengê xwe bi kar tînin. Ji bilî vê jî, ji ber zextên bi dehan salan li ser jinan ew jinên ku bi kotayê diçin parlamentoyê jî nekarîne roleke bi bandor di nava hikûmetê de bilîzin."    'DIVÊ TEVLIBÛNA JINAN ZÊDETIR BE'   Munîra Abwbakirê diyar kir ku hişmendiya mêr di parlamentoyê de jî xwe nîşan dide û got ku bi vê nêzikatiyê vîna jinê tune tê hesibandin û tê bêdengkirin. Munîra Abwbakirê got: "Ji ber ku divê di plan û programên partiya ku di bin sîwana wê de kar dike tevbigere. Ji ber wê nikare rola xwe bilîzîn. Me ev yek di salên berê de li parlementoyên herêm û Iraqê de dît ku tu projeyên jina yên taybet nebûn. Mirov dikare bêje li tevahiya Iraqê pirsgirêkên jinan di aliyê çandî û civakî de hevbeş in. Jinên ku di nava rêxistinên ser bi partiyên siyasî de kar dikin, ji ber ku zihniyeta wan baviksalarî ye zêdetir dikevin xizmeta partiyan de. Li şûna ku xizmeta jinan bike, xizmeta fikrên partiya baviksalarî dike.  Ev tundiya ku em behs dikin ketiye nava partiyan jî. Jin di nava hizban de jî ji aliyê zihnîyeta baviksarî ve bi cudarkariyê û hemû cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Hem di parlamnetoyê de hem jî di nava partiyên siyasî de hemû biryar ji aliyê zilaman ve tên dayîn. Ev jî rê li pêşiya jinên ku bixwazin projeyên xwe ên taybet ji bo jinan bibin parlamentoyê digire. Nahêlin jin projeyên xwe li parlamentoyê bixin dengdanê û serkeftinê bi dest bixin. Di van aliyan de rê li jinan tê girtin. Ji ber wê yekê heta niha jinan nekariya bi beşdariya parlamentoyê guhertinan pêk bîne.  Jin di aliyê hejmar de çûne parlemantoyê, ne di aliyê guhertin û veguhertinan de."   'PIRSGIRÊKÊN ME HEVPAR IN'   Munîra Abwbakirê daxwaz kir ku jin di her saziyên dewletê de jî yekitiya xwe çêbikin û li dijî hişmendiya baviksalarî têbikoşin. Munîra Abwbakirê got: "Li dijî vê hişmendiyê divê jin di aliyê rewşenbiriyê de xwe pêş bixin. Rewşenbîrî ew e ku tu çiqas bixwînî xwe pêş bixî tu ewqas xwe nas dikî û bandorê li beşdariya te ya ji bo kar û çalakiyên jinan dike. Di vî warî de xweperwedekirin girîng e. Divê jin li hemû sazî û dezgehên hikûmetê û rêxistinên saziyên sivîl asta tevlibûna xwe bilind bike. Di aliyê siyasî de jî divê asta karên jinan were biliindkirin. Di aliyê pêşngiya de divê jin werin bihêzkirin. Her wiha divê yekitiya jinan hebe. Wekî minak; Me wekî yekitiya rêxistina jinan ji bo bihêzkirin û pêşxistina jinan, ji bo bilindkirina asta rewşenbiriya jinan û ji bo perwerdekirina jinan me gelek plan û proje hene. Em niha bi vê saziyê li ser asta bajarê Silêmaniyê bi rê ve dibin. Armanca ew e ku em vê xebatê li bajarên din jî bidin meşandin. Em wekî rêxistinên jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, ji bo avakirina yekitiya jinan nîqaş dikin. Her wiha li ser asta Iraq û asta herêma Kurdstanê jî me hevpeymana netewa demokratik heye. Divê hempeymanê de 18 welatên ji Rojahilata Navînê û heta bakurê Efrîqayê jî cih digirin. Her wiha zêdetirî 200 rêxistin di nava vê hempeyamaniyê de hene. Îsal meha 15-16 û 17’ê Gulanê kongreya avakirina wê li bajarê Silêmaniyê pêk hat. Ev hevpeyamiya ku gelek welat beşdar bûne têkildarî rewa jinan lêkolîna dike. Ji ber ku pirsgirêkên me hevparin. Bandora ku di aliye siyasî civakî û çandî de heyî wekî hev in. Ji ber wê yekê ev hevepeymaniya netewa demokratik ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hatiye avakirin."   YEKİTIYA JINAN   Mamoste Şîna Aliyê jî, diyar kir ku divê ku jin bi aqleke hevbeş li dijî hişmendiya mêrperest tekoşîn bikin û got: "Em di nava civakeke baviklasararî de dijîn. Em dikarin bêjin bi piranî me nekariye em ji vê pergala baviksalarî derbas bikin. Ev jî dibe sedem ku di aliyê tundiyê de bandorê li takekesên civakê bike. Bi taybetî bandor li jinan kiriye. Ev eqliyeta pêwîst e bi hişarkirina jinê were derbazkirin. Divê em di vê çarçoveyê de bixebitin da ku em nehêlin ev eqliyeta baviksalarî bandoreke xirab li ser me bike. Dema em behsa azadiyê dikin, em behsa azadiya fikr, azadiya raman, azadiya derbaskirina van astengiyên li pêşiya me heyî dikin. Ji bo em bikarin qadeke berfirehtir ji bo kar û çalakiyên jinan biafirînin. Ji bo em bikarin pergala baviksalarî derbas bikin û astngiyên li pêşiyê bişkînin divê em ji fikir û eqliyetên wek; hizbî û mezhebî dûr bikevin. Pêwîst e, jin li ser çareserkirina pisgirêkên xwe yek deng bin. Divê em bandora neyîna ya partiyan a li ser civakê bidin aliyekê. Divê em zihniyeta di partiyên siyasî a biçûkxistina kar û xebatên jinan derbaz bikin. Ji bo em bikarin baroduxek berfireh ji bo jinan ava bikin. Ew jî dê bandorê li fikir û ramanê jinan bike.  Ji ber ku cihê jinê di civakê de giringe. Perwerdekirina malbatê û perwedekirina zarokan li ser wê ye. Ev jî bandorê li ser hemû civakê dike ku civak bi perwedekirina jinê teşe digire. Ji bo vê jî yekitiya jinan pêwîst e.  Ev sedsal, sedsala şoreşa jinan e, sedsala jinan e. Pêwîst e jin bi hevre yekdeng bin ji bo ku em bikarin bandorên li ser me heyî derbas bikin. Dem jin bi hev re kar dikin, ji fikrên hizbî, mezhebû dûr bin. Heta em nebin xwedî yek fikrir yek raman dê rewşa jinan xirabtir bibe. Ji ber wê divê em hemû astengiya derbas bikin û yekitiya xwe xurt bikin."   SEDSALA JINAN   Şîna Aliyê got ku jin dema bibin yek dikarin her tiştî bi ser bixin û got ku ji bo vê yekê divê ew xwe birêxistin bikin û got: "Di çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê hatine plankirin de armanc hişyaririna civakê û bi taybetî jinan e. Îsal yek ji tiştên ku cihê dilxweşiyê ye ku jinên Kurd û Ereb dest dane hev û li dijî yasaya 188 ya Iraqê bi yekdengî radiwestin. Ev jî, ji bo kar û xebatên pêşerojê gaveke girîng e. Di vê derê de kesek li ku derê rastî zext, zirer û ziyanê bê jin bi yekdengî li dijî derdikevin. Dema bijîşkek li Iraqê hat kuştin hemû jinan bi yekdengî nerazîbûn nîşan da.   Her wiha dema jinek li Kurdistanê rastî bêhiqûqiyekê tê, yan rastî darvekirinê tê, jinên li her çar aliyên Kurdistanê dengê xwe bilind dikin. Me li Iraqê jî kariye em li dijî yasaya 188 ku li dijî jinan hatiye derxistin bi hemû jinên Kurd, Ereb, Mesihî re derkevin."   MA / Zeynep Durgut