Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn 2025-11-21 13:27:43   MÊRDÎN - Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Dayika Kaymaz, Makbula Kaymazê got: “Kurê min ger bijiya dê 33 salî bûya.”   Zarokê 12 salî Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz, di 21’ê Mijdara 2004’an de li Qoser a Mêrdînê ji aliyê polîsan ve li ber mala xwe hatin qetilkirin. Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîn, li ser gorên li Taxa Pirîketa ya navçeya Qoserê hat lidarxistin. Malbata Kaymaz, Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Di bîranînê de dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.   Hevserokê MEBYADER’ê Salih Kuday, diyar kir ku Ugur Kaymaz û bavê xwe rojek piştî 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê hatin qetilkirin. Kuday, rave kir ku qetilkirina zarokên Kurd rewa hat dîtin û faîl nehatin darizandin. Kuday, ji bo hevrûbûna bi qetlîaman re bangî hikûmetê kir û got: “Em qatilên Ugur nas dikin. Em ê dev ji vê dozê bernedin."   Dayika Ugur Kaymaz, Makbule Kaymaz jî di bîranînê de ev tişt anî ziman: "Ugur û bavê xwe li pêşiya mala me hatin qetilkirin. Ugur 12 salî bû. Bifikirin di laşê 12 salî de 13 gule derxistin. Heta ez bijîm ez ê êşa herduyan jibîr nekim. Ger îro bijiya dê 33 salî bûya. Ji zarokê 12 salî re gotin terorîst û li ber derî bi 13 guleyan qetilkirin.”   Merasîma bîranînê bi dirûşm û duayan bi dawî bû.