Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe xwe neşînin Îmraliyê HATE NÛKIRIN 2025-11-21 14:28:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr, ragihand ku dê CHP tu nûnerên xwe neşîne Îmraliyê. CHP ku tev li civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê bû, biryar da ku di serdana Îmraliyê de cih negire.    Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr, ragihand ku dê partiya wan tu nûnerên xwe neşîne Îmraliyê.    Emîr, di daxuyaniyê de wiha got: “Dixwazim bibêjim, tiştekî rast nîne ku civîna dê li ser çûna Îmraliyê were axaftin ji gelê me re veşartî tê lidarxistin. Di vir de girîng e ku hemû partiyên siyasî pozîsyona xwe bi aşkerayî nîşan bidin. Weke CHP’ê em rast nabînin endam bidin şandeya komîsyonê.”