Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome 2025-12-29 09:44:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yalovayê di dema operasyona li dijî DAIŞ’ê de pevçûn derket û 7 polîs birîndar bûn. Pevçûn, didome.    Li Yalovayê îro di danê sibehê de li dijî DAIŞ’ê operasyon hate kirin. Hat zanîn ku di dema operasyonê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 7 polîs birîndar bûn û bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yalovayê.    Walîtiya Yalovayê jî têkildarî pevçûnê daxuyanî da û got operasyona wan didome.