Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin 2025-12-29 11:21:10 NAVENDA NÛÇEYAN - RTUK’ê ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedeya weşanê da. 5 dibistanên li derdorê jî navber dan perwerdeyê.    Di danê sibehê de li Yalovayê li dijî DAIŞ’ê operasyon hate kirin û pevçûn derket. Di pevçûnê de 7 polîs birîndar bûn û hat zanîn ku pevçûnên li herêmê didomin. RTÛK’ê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê ya demkî da. 5 dibistanên li herêmê jî navber dan perwerdeyê.