AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir 2025-12-30 12:18:50 ENQERE - AYM’ê, serlêdana girtî Kemal Argîş ku ji ber astengkirina “gelek nameyan a di heman zerfê de” kiribû, red kir.    Kemal Argîş ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca ya Îzmîrê tê ragirtin, bi hinceta ku di heman zerfî de çendek name ji girtîgeheke din re şandiye, nameyên wî hatibûn desteserkirin. Li ser vê yekê Argîş bi sedema “mafê agahîgirtinê hatiye binpêkirin”, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Argîş, di serlêdana xwe de got ku kesên jê re name şandine di heman qawîşê de tên ragirtin û hêza wî ya dayina pereyê hemû nameyan nîne lewma serî li vê rêbazê daye. AYM’ê jî serlêdana Argîş, red kir. AYM’ê di biryara xwe de îdiaya “dê piştevaniya rêxistinî xurt bike” kir û serlêdan red kir.