Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!

  • rojane
  • 10:52 9 Tîrmeh 2022
  • |
img
EDENE – Parêzer Mertap Sert da zanîn ku tu bingeheke hiqûqî ya girtinên di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de nîne û wiha got: “Hêzên ewlekariyê li derveyî exlaq û hiqûqa giştî tevdigerin û vê hêzê jî ji Wezîrê Karên Hundir digirin.” 
 
Di 27’ê hezîranê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ya derheqê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser gelek malan de girtin û 37 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 4 jê di 7’ê tîrmehê de sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di dosyayê de biryara “nepeniyê” hêj berdewam dike û di pêvajoya 10 rojên binçavkirinê de li her 37’an jî di bin navê “mulaqatê” de şahidî û sîxûrî hat ferzkirin. Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fundan Buyruk ku di çarçoveya dosyayê de hatibû binçavkirin, hem li ser şaredariyê û hem jî li ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hat hedefgirtin. Her wiha Mehmet Sarûhan di çarçoveya lêpirsîna girtinên kar û alîkariya şaredariyê ya bi komeleyê de hatibû girtin û hat îdiakirin ku Buyruk ji Sarûhan ferman girtiye. 
 
HER XEBATA KOMELEYÊ WEKE SÛC HAT NÎŞANDAN! 
 
Di dema serdegirtinên malan de hinek endamên malbatan rastî tundî û gefên polîsan hatin. Lêpirsîn, li ser guhdarîkirina derdorê û şopandina teknîk dihat meşandin û di vê çarçoveyê de xebatkarên saziyê, siyasetmedar û xebatkarên komeleyê weke hedef hatin nîşandan û hemû çalakî û xwepêşandanên wan weke sûc hatin destnîşankirin. Hat zanîn ku polîsan bi awayekî derqanûnî, li odeya xweveşêlandinê ku ji hêla rêveberiya komeleyê dihat bikaranîn, eywan û odeyeke din kamerayên veşarî bi cih kirine. Wêneyên kesên ketine komeleyê û derketine hatine kişandin, ji hêla teknîkî û fîzîkî ve hatine şopandin û bi vê yekê hewl dan sûcan biafirînin. Di heman demê de çalakî û xebatên li komeleyê jî di dosyayê de weke sûc hatin destnîşankirin. 
 
Çalakiya bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li komeleyê hatiye lidarxistin û pîrozbahiyên di çarçoveya Newrozê de li taxên cuda hatine kirin, weke sûc di dosyayê de cih girtin. 
Pereyê ku bi boneya konseran hatiye razandin jî bi rapora Lijneya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) weke delîla sûc hate nîşandan. 
 
Xebatkarê komeleyê Îlyas Arzu ku hate girtin, li nezaretxaneyê rojekê tazî ma û bicihkirina kamereyan a li komeleyê protesto kir. Di çarçoveya lêpirsînê de Îlyas Arzu, Mehmet Sarûhan, Ayşe Irmak û Mûrat Gurbuz bi sedema daneyên dijîtal, guhdarîkirina derdorê û rapora MASAK’ê û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
HÊZA XWE JI WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR DIGIRIN
 
Parêzer Mehtap Sert bertek nîşanî bicihkirina kamereyan a bi awayekî derhiqûqî da û wiha got: “Ji bo vê, xala 140’an a TCK’ê weke hincet nîşan dane. Lê ji bo ku di çarçoveya vê xalê de tiştekî wisa bikin, divê yan divê sûcek hebe yan jî amadekariya sûc hebe. Wezîrê karên hundir bi rojane hewl dide krîmînalîze bike. Lê tişta ku weke sûc tê nîşandan, pîrozbahiyên Newroz û Cejna Ziman e. Tu aliyê hiqûqî ya bicihkirina kamerayan a li cihê xweveşêlandina jinan nîne. Hêzên ewlekariyê derveyî exlaq û hiqûqa giştî tevdigerin û vê hêzê jî wezîrê karên hundir digirin. Di axaftinên guhdarîkirina derdorê de jî axaftineke ku bibe sûc tune ye. Yên hatine girtin, hunermend in. Pereyê konserê weke sûc hatiye nîşandan. Di dosyayê de şahidekî hatiye guhdarîkirin tune ye.” 
 
LÊPIRSÎNEKE DERHIQÛQÎ
 
Sert, herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Şopandina teknîkî û bicihkirina kamerayan bi biryara dadgeriyê kirine lê pir vekiriye ku biryara şopandina teknîkî derveyî qanûnan e.  Ji bo ku şopandina teknîkî were kirin; divê tu rêyên din nemînin, derfeta berhevkirina delîlan nemîne, delîlên şênber ên sûc hebin û mafê jiyana şexsî û malbatî were parastin.  Erê rast e li ser dosyayê biryara nepeniyê heye lê xuyaye ku bêyî ku delîlên şênber ên sûc hatibin peydakirin, biryara şopandina teknîkî hatiye dayîn. Endam û rêveberên komeleyê û welatiyên din her tim di bin çavdêriyê de girtine, hemû dîmen û qeydên deng di dosyayê de hatine bicihkirin, dîmen û dengên ne girêdayî sûc lê girêdayî jiyana taybet di dosyayê de hatine bicihkirin. Bi vê yekê re jî mafê jiyana taybet a şexs û malbatan hatiye binpêkirin. Ev yek, derveyî hiqûqê ye.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

09/07/2022
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand