Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê

  • rojane
  • 11:15 19 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Girtiyê nexweş Emre Erdem piştî ku sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hat kirin rastî şîdeta gardiyanan hatiye û gardiyanan jê re gotin; 'Ev der Guantanamo ye'. Xwîşka wî Hatîce Halîsçelîk têkildarî mijarê wiha got: "Ez dixwazim birayê min di dema herî nêz de ji vê cihê îşkenceyê bireve."
 
Girtiyê bi navê Emre Erdem di 24'ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hat kirin û dema çû girtîgehê gardiyanan gefa 'Ev der Guantanamo ye' lê kirin. Emre Erdem di sala 2016'an de bi îdiaya endamê rêxistinê ye hat girtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan de cih digire. Erdem ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke vertîgo, ling û bêtaqetbûn, çav baş nedîtin, zehmetiya meş û tevgerê, sergêjîn, windabûna hevsengî û qelsiya domdar a ji ber nexweşiyên xurekê dikişîne, bi nûçeya ajansa me ya bi sernavê 'Êrîş û gef xwarin: Ev Guantanamo ye' hatibû rojevê.
 
Xwîşka Erdem Hatîce Halîsçelîk têkildarî rewşa birayê xwe axivî. 
 
NAYÊ TEDAWÎKIRIN
 
Hatîce Halîsçelîk bal kişand ser gelek nexweşiyên birayê wê û wiha got: "Vertîgoya wî heye. Her wiha ji çavekî jî nikare bibîne, çavê din jî nikare dûr bibîne. Ew ji lingê xwe emeliyat bû, lê ji ber şîfaya nebaş di hestiyên wî da kalsîbûn çêbû. Nexweşiyên masûlke jî hene. Ji ber ku li girtîgehê ye nikare tedawiya pêwîst bibîne." 
 
Hatice Halîsçelîk diyar kir ku piştî nûçeya ajansa me ya der barê Erdem de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parêzeran serdana girtîgehê kirine û got, "Piştî ku birayê min rastî tundiyê hat, me serî li karên hiqûqî dan û gilînameya sûc pêşkêş kirin. Piştî van hemûyan, sohbeteke ku dişibe lêborîna midûrê girtîgehê û gardiyanan hat kirin. Ji birayê min re gotin, 'Em ê mudaxleyî we nekin û em ê we bibin doktor'. Lê belê wî nagirin. Ya rast, heman tevgerên xerab berdewam dikin. Birayê min dibêje, 'Rewşa girtîgehê gelekî nebaş e. Ez bi lezgînî dixwazim veguhezim girtîgeheke din.''
 
'HEM ÎŞKENCE Û HEM JÎ CEZAYÊ HUCREYÊ'
 
Hatîce Halîsçelîk anî ziman ku piştî bûyerê 12 roj cezayê hucreyê dane birayê wê û wiha got: "Hincet  jî qaşo birayê min li gardiyanan xistiye. Birayê min nexweş e û gardiyana êrîşî wî kiribûn. Ne mimkun e birayê min li gardiyanan bixe. Birayê min gotibû; 'ger bêdeng nemama ez ê bihatama kuştin'. Her tişt bi kamerayê hatiye qeydkirin û ger dîmenên kamerayê bidin nîşandan dê rastî bên dîtin. Hem îşkence li birayê min kirin û hem jî cezayê hucreyê lê birîn."
 
Hatîce Halîsçelîk da zanîn ku nêzî 2 meh in nikare birayê xwe bibîne wiha berdewam kir: "Min xwest ez hefteya borî biçim ziyareta vekirî ya birayê xwe. Ji bo saetên serdanê li girtîgehê geriyam. Rêveberiyê got, 'Saet di 13:30 de serdaneke vekirî heye.' Ji ber vê yekê em danê sibehê rabûn û ji Edeneyê çûn Kirşehîrê. Dema em nîvî bûn, ji bo em bêjin 'em tên' careke din li girtîgehê geriyan. Vê carê ji me re gotin ku serdan saet di 10:30 de ye. Dema ku me got em ê vê nekin, gotin , 'Tiştekî ku em bikin nîn e' û em neçar man ku vegerin. Ez dixwazim birayê min di zûtirîn demê de ji vê mala îşkenceyê ya bi navê 'ewlehiya bilind' derkeve. Eger wî bibin doktor, wê rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' jê re bê dayîn. Êdî bes e; divê dawî li îşkence û şert û mercên nebaş ên ji aliyê girtiyan ve tên kirin bê anîn."
 
MA / Omer Îbrahîmoglu

Sernavên din

16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê