Akin Gurlek: Ji bo dosyayên Rabîa Naz û Rojîn Kabaîşê kom hatin avakirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Akin Gurlek, diyar kir ku ji bo Rabîa Naz Vatan û Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn, di bin sîwana wezaretê de komek hatiye avakirin. 
 
Wezîrê Dadê Akin Gurlek, ji Gerçek Gundemê pirsên Seyhan Avşarê bersivand. Gurlek, diyar kir ku ji bo dosyayên Rabîa Naz Vatan û Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, komeke taybet hatiye peywirdarkirin. Gurlek, da zanîn ku di bin sîwana wezaretê komek ava kirine û got: “Ev kom dê van dosyayên wijdana gel êşandiye lêkolîn bikin. Ne tenê dosyaya Gulistan Dokuyê lê dosyayên Rabîa Naz û Rojîn Kabaîşê jî tên lêkolînkirin. Em ê bi hûr û kûr ser dosyayên kiryarnediyar ên jin û zarokan de biçin. Dosyaya Gulistan Dokuyê jî serdozgera Dêrsimê bi hûr û kûr lêkolîn kir. Destê xwe danî bin kevir. Lêkolîna pêwîst dike. Di dosyayên wiha hesas de ji kê digire bila bigire em ê piştgiriyê bidin dozgerêne xwe yên lêpirsînê bi hûr hûr dimeşînin.”
 
ŞABAN VATAN JÎ BAL KIŞAND SER KÊMASIYAN 
 
Bavê Rabîa Naz Vatanê Şaban Vatan jî têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da û got: “Îşala tişta pêwîst were kirin.” Vatan, bal kişand ser kêmasiyên di dosyayê de û ev pirs kir: “Bila lêpirsînê vekin; bila tespît bikin ka wesayîta li Rabîa Nazê xistî li ku hatiye tamîrkirin, kê daye tamîkrin. Vê wesayîtê di 8 salan de 6 hezar km rê çûye. Gelo toqaya wê li ku ye? Polîsê 5 saet piştî bûyerê çenteyê wê yê dibistanê danî terasê ev tişt çawa kiriye? Mehmet Alî Somuncuoglû li ku ye, çima îfadeya derew daye? Polîs Ruhî çima qeydên kamerayan jê biriye?”