Li ser rêya Êlih-Amedê qeza çêbû: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Parve bike:
ÊLIH - Li ser rêya Êlih-Amedê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de welatiya bi navê Esra Ersoyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li ser rêya Êlih-Amedê qezaya trafîkê çêbû. Qeza, li ser devera gundê Xincikayê çêbû û welatiya bi navê Esra Ersoy a 20 salî jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de 2 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birînadr rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. 
 
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.