ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Parve bike:

* Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Parêzer Umut Yilmaz got: “Mijara ku em jê re dibêjin mafê hêviyê, li şûna ku di qadên navneteweyî de bibe mijara bazarê, divê bi perspektîfa mafên mirovan ji cihekî berfirehtir bibe mijara şîrovekirinê.”

 
* Hevserokê ÎHD’ê Cîhan Aydin anî ziman ku Tirkiye û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara "mafê hêviyê" de xemsariyê dike û got: "‘Mafê hêviyê’ mafekî bingehîn ê mirovan e. Hûn nikarin bikin mijara bazarê."
 
*  Şêniyên gundê Havaçor ê Pulurê, bi salan e ji bo ku ceyran bigihîje gundê wan têdikoşin. Alî Hayiroglu diyar kir ku Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Firatê ji bo her malekê 100 hezar TL xwestiye.
 
* MHP, dê li Meclisê komcivînê li dar bixe. (10.30)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulat Hatîmogûllari, dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ
 
* TJA, dê li Tetwan a Bedlîsê têkildarî gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç de daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Serokê Giştî yê CHP'ê yê hilbijartî Ozgur Ozel, dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (13.30)