* Yusuf Oruç ê ku nêzî 30 sal in ji gelek bajarên Kurdistanê kevir berhev kiriye û bi vî rengî ji bo wî şîroveyê te “Kurdistan aniye cem hev” tê kirin, diyar kir ku xeyala wî ew e ku kevirek ji Îmraliyê jî di nava koleksiyona wî de hebe.
* Yakup Demîr ê OHD’î diyar kir ku divê Komîteya Wezîran (KW) ya Konseya Ewropayê (KE) li ser Tirkiyeyê ku 12 sal in biryara “mafê hêviyê” bi cih nayîne mueyîdeyan bisepîne. Demîr destnîşan kir ku ger statuya Abdullah Ocalan bi rêya pêkanîna ‘mafê hêviyê’ bê diyarkirin, dê pêvajo bi pêşve biçe.
* Endamê Konseya Serokatiya PJAK'ê Siamand Moeini diyar kir ku pêdiviya gelên Îranê bi yekitiyeke piralî heye û got: “Yekitiya gelan û bingeha nû ya Îranê ya pêşerojê divê bi hişmendiyeke demokratîk were avakirin.”
* Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM partiyê Gulistan Atasoy bal kişand ser giringiya rêveberiyên xwecîhî di avakirina aştiyê de û diyar kir ku bi xebateke birêxistinkirî aştî û demokrasî dikare were avakirin.
* Edîtora Nûjinhayê Arjîn Dîlek Oncelê anî ziman ku bi êrişên sîber ve hewl tê dayîn dengê jinan were birîn û got: “Em ê bi paşve gav navêjin”; Seroka MKG’ê Roza Metîna jî got: “Ji bo qêrîna jinan neyê bihîstin, çapemeniya jinan tê hedefgirtin.”
* Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bi munasebeta salvegera meha 128’emîn a Qetlîama Gar a Enqereyê dê li pêşiya garê daxuyanî bide. (10.00)
* Rêxistinên hiqûqê, têkildarî êrişên nîjadperest ên li dijî xwendekarên Zanîngeha Enqereyê dê li avahiya Şaxa OHD’ê ya Enqereyê daxuyanî bide. (13.00)