Demîr ê OHD’î: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê mekanîzmaya pêwîst bê avakirin

Parve bike:

AMED - Yakup Demîr ê OHD’î diyar kir ku divê Komîteya Wezîran (KW) ya Konseya Ewropayê (KE) li ser Tirkiyeyê ku 12 sal in biryara “mafê hêviyê” bi cih nayîne mueyîdeyan bisepîne. Demîr destnîşan kir ku ger statuya Abdullah Ocalan bi rêya pêkanîna ‘mafê hêviyê’ bê diyarkirin, dê pêvajo bi pêşve biçe.

 
Tevî ku di ser biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re ya der barê “mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 sal derbas bûne jî, Tirkiyeyê hêj tu gaveke şênber neavitiye. Her çend “mafê hêviyê” berê gelek caran di rojeva civînên Komîteya Wezîran (KW) ya Konseya Ewropayê (KE) de cih girtibe jî, komîteyê tenê dem da Tirkiyeyê û tu cezayek lê nebirî. Komîteya ku herî dawî di Îlona 2025’an de “mafê hêviyê” anîbû rojeva xwe, bang li Tirkiyeyê kir ku tavilê gavan baveje û diyar kir ku komîsyona Meclisê dikare ji bo gavên pêwîst bê bikaranîn. Tirkiyeyê ev pêşniyar li ber çavan negirt û di rapora komîsyonê de cih neda “mafê hêviyê”, herwiha tu verastkirinên pêwîst jî nekir.
 
Li dijî bi cihneanîna biryara “mafê hêviyê”, gelek saziyên ku di nav wan de rêxistinên maf û hiqûqê jî hene, danezek pêşkêşî KW'a KE’yê û destnîşan kirin ku Tirkiye gavan navêje. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo pêkanîna biryarên der barê Abdullah Ocalan û girtiyên din de, pêvajoya çavdêriyê bi awayekî çalak bête birêvebirin. Biryarên têkildarî "mafê hêviyê" yên ku dê di civîna komîteyê ya 9-11'ê Hezîranê de were dayîn, bûye cihê meraqê. Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yakup Demîr ê ku yek ji saziyên serlêder e, destnîşan kir ku divê komîte di mijara “mafê hêviyê” de gavên ku binpêkirinê ji holê rakin baveje.
 
 
DIVÊ MUEYIDE BÊN SEPANDIN
 
Demîr bal kişand ser ku piştî biryara binpêkirinê ya DMME’yê, Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê binpêkirinê tu gaveke şênber neavêtiye û bi bîr xist ku li ser vê yekê KW'a KE’yê ji bo pêkanîna biryarê hinek civîn pêk anîne. Demîr diyar kir ku her çend komîteyê ji bo çareserkirina vê binpêkirinê dem dabû Tirkiyeyê jî binpêkirin nehatiye çareserkirin û destnîşan kir ku ji ber ku komîteyê rêyeke bibandor neşopandiye, Tirkiye biryara “mafê hêviyê” bi cih nayîne. Demîr anî ziman ku divê komîte bi mekanîzmayeke çavdêriyê ya çalak, berî her tiştî ji bo pêkanîna biryara binpêkirina “mafê hêviyê” ya der barê rêzdar Abdullah Ocalan de mekanîzmayeke kontrolê ya xurt ava bike û ev tişt got: “Heke piştî vê yekê jî neyê sepandin, divê komîte bi aktorên siyasî re bê cem hev û têkiliyên siyasî yên pêwîst ji bo çarseriya biryara binpêkirinê çêbike. Ger ev binpêkirin neyê çareserkirin, KW'a KE’yê divê hişyariyeke tund bide ku raye û mafê wê yê der barê cezayê de çi be, wê bixe meriyetê.”
 
DI RAPORA KOMISYONÊ DE CIH NEDANÊ
 
Demîr bi bîr xist ku KW'a KE'yê bal kişandiye ser komisyona ku li Meclisê hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Komisyona ku li Meclisê hat avakirin, li şûna ku hem ji bo 'mafê hêviyê' û hem jî ji bo çareseriya pirsgrêkên din pêşniyarên şênber pêşkêş bike, bi diyarkirina prensîbên giştî pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirin. Dîsa 'mafê hêviyê' bi tu awayî bi pêşniyarên şênber li ser sepandina 'mafê hêviyê' jî nehatin kirin. Ev rapora ku ji hêla Komisyona Meclisê ve hatî pêşkêşkirin, di warê pêşniyarkirina mekanîzmayên pêwîst ji bo sepandina 'mafê hêviyê' de raporeke kêm e. Lêbelê, li wir jî bi diyarkirina nêrîna ku divê mirov pabendî biryarên AYM û DMME'yê bibe, nêrîna xwe ya ku divê 'mafê hêviyê' an jî biryarên din ên DMME'yê bên sepandin, aniye ziman.”
 
‘DIVÊ MEKANÎZMA BÊ AVAKIRIN’
 
Demîr diyar kir ku di navbera partiyên siyasî de li ser “mafê hêviyê” lihevkirinek tune ye û nîqaşên li ser vê mijarê bi giştî li ser Qanûna Înfazê tên kirin û wiha pê de çû: “Ev yek jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku berdewam dike asteng dike, radiwêstîne û leza wê kêm dike. Ji ber vê, divê di demeke herî nêz de pêşî biryara binpêkirinê ya DMME’yê di şexsê rêzdar Abdullah Ocalan de bê sepandin û mafê hêviyê bê pêkanîn. Divê di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û hem jî di Qanûna li ser Înfaza Cezayan û Tevdîrên Ewlekariyê ya li Tirkiyeyê de, ew xalên qanûnî yên ku astengiyê li pêşiya mafê hêviyê çêdikin bên rakirin û mekanîzmayên ku mafê hêviyê bixin meriyetê bên avakirin.”
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ SEPANDIN’
 
Demîr destnîşan kir ku divê “mafê hêviyê” bi awayekî ji pêvajoyê serbixwe bê nirxandin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lêbelê, divê mirov ji bîr neke ku ev mijar rasterast bi pêvajoyê re jî girêdayî ye. Lewre dema ‘mafê hêviyê’ bê sepandin, diyarkirina statuya rêzdar Abdullah Ocalan dê hêsantir û leztir bibe. Heke statuya rêzdar Abdullah Ocalan bi rêya pêkanîna ‘mafê hêviyê’ bê diyarkirin, pêvajo dê pêşve biçe û belkî di demeke pir kurt de bigihîje serkeftinê. Ji ber vê yekê, pêwîst e ‘mafê hêviyê’ teqez di demeke nêz de ji bo rêzdar Abdullah Ocalan bê sepandin. Piştre jî, bi rêya çêkirina veraskirinên qanûnî ji bo girtiyên din, divê mekanîzmayeke ku sepandina ‘mafê hêviyê’ dabîn bike bikeve meriyetê.”
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel