NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Serokatiya PJAK'ê Siamand Moeini diyar kir ku pêdiviya gelên Îranê bi yekitiyeke piralî heye û got: “Yekitiya gelan û bingeha nû ya Îranê ya pêşerojê divê bi hişmendiyeke demokratîk were avakirin.”
Muxalefeta Îranê bi tevlibûneke berfireh dê di 11'ê Hezîranê de (sibê) li Brukselê di Parlamentoya Ewropayê de li ser pêşeroja Îranê konferansekê bi navê “Em Îraneke Demokratîk bi Hev re Avadikin” pêk bîne. Di konferansê de dê nêrînên siyasî, gel û baweriyên cuda werin temsîlkirin. Endamê Konseya Serokatiya PJAK'ê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) Siamand Moeini ku yek ji axivêrên konferansê ye, ji ajansa me re axivî. Moeini anî ziman ku polîtîkayên rejîmê di hundir û derve de pirsgirêkan diafirin û destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê xeteke têkoşînê ya hevpar were avakirin.
'POLÎTÎKA DI QADÊN CUDA DE BÛN SEDEMA PIRSGIRÊKAN'
Moeini anî ziman ku polîtîkayên rejimê di asta navxweyî, herêmî û gerdûnî de bûne sedema pirsgirêkan û wiha axivî: “Îranê polîtîkaya xwe ya dijminane ya li dijî gelê Îranê û li dijî welatên cîran jî tundtir û berfirehtir kiriye. Gelê Îranê, bi taybetî gelê Kurd, nerazîbûna xwe nîşan da û ev yek bû sedema serhildana gelê Kurd û hemû gelên Îranê. Di heman demê de, rejîma Îranê bi heman hişmendiya otorîter li dijî welatên cîran bi awayekî dijminane tevgeriya û ev yek bû sedema şerê Îranê yê li dijî DYA û Îsraîlê. Piştî tevgera 'Jin, jiyan, azadî', welatên cîhanê bala xwe dan ser meseleya Kurd û PJAK bû navenda vê têkiliya dîplomatîk. Ji ber vê yekê, hûn dibînin ku dîplomasiya PJAK'ê niha çalaktir e.”
XEBATA KOORDÎNE YA GELAN GIRÎNG E'
Moeini anî ziman ku pêdiviya gelan bi konferansekî wiha û nexşerê ya ku dê ji vir derkeve heye û wiha pê de çû: “Sedema lidarxistina vê konferansê, birêxistinkirina gelên Îranê û wekî muxalefetek çalak, avakirina alternatîfa pêşerojê ya Îranê di çarçoveyeke demokratîk de ye, herwiha astengkirina tevgera kes û rêxistinên ku xwediyê hişmendiya şovonîst in. Yekitiya gelan û bingeha Îranê ya pêşerojê divê bi hişmendiyeke demokratîk were avakirin. PJAK demeke dirêj e li ser vê mijarê dixebite. Îran mozaîka netewe û civakên cuda ye, ji ber vê yekê giring e ku netewe û civakên cuda yên li Îranê nêrînên hevdu baş bizanibin û di pratîkê de bi awayekî koordîneyî bixebitin. Nexwe, hikumeta navendî dê van cudahiyan ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Ji bo ku rejim nekaribe vê yekê bike, divê hemû netewe û civak proje û planên xwe di platformeke demokratîk de nîqaş bikin. Di vê diyalogê de, ji bo birêxistinkirin û seferberkirina muxalefeta eniya demokratîk divê projeyeke hevpar were amadekirin. Ger ev amadehî neyê kirin, şovonîzma navendîparêz a Îranê dê dîsa sûdê ji vê yekê bigire û sîstema dîktatorî ya bi vî rengî dê berdewam bike.”
'HÊZA BINGEHÎN GEL IN'
Moeini giringiya beşên cuda yên ku dê beşdarî konferansê bibin destnîşan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:“Gel, ramanên siyasî û paradîgmayên cuda beşdar dibin, ev yek bi zelalî nîşan dide ku Îran mozaîkek e. Ev mozaîk dikare bibe dewlemendiyek ji bo civakê û dikare di navbera van ramanên cuda de xalên hevpar bibîne û ji bo hevkarî û koordînasyona hevpar çarçoveyekê ava bike. Gelê Îranê hêza dînamîk a pêşeroja Îraneke demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, em hewl didin ku potansiyela demokratîk a gelê Îranê seferber bikin û fersendan ji bo avakirina girêdaneke demokratîk ji bo hemû netewe û civakên Îranê dabîn bikin. Armanca konferansên bi vî rengî, dîtina xalên têkoşînê yên hevpar di navbera civak û gelên Îranê de ye û di heman demê de avakirina mekanîzmayeke pratîkî ji bo xebata hevpar e, seferberkirina van potansiyelan ji bo têkoşîneke hevpar û avakirina eniyeke demokratîk ji bo alternatîfa Îranê ya pêşerojê ye.”
'ALTERNATÎFÊN DEMOKRATÎK'
Moeini diyar kir ku PJAK demekê dirêj e hewl dide têkiliyan bi neteweyên din ên Îranê re pêş bike û got: “PJAK têdikoşe da ku mekanîzmayeke guncav peyda bike da ku têkoşîna hevpar bi bandortir bike. Îran xwedî gelek netewe û civakên cuda ye û rejîm di erdnîgariya Îranê de bi berdewamî di navbera van netewe û civakan de dijminatiyê diafirîne. Armanca me afirandina qadeke nîqaşê ye di navbera pêşeroja Îraneke demokratîk de û destnîşankirina rola netewe û civakan di sêwirdanina pêşeroja Îranê de ye. Di heman demê de, ji bo lêgerîna alternatîfeke demokratîk ji bo Îraneke nenavendî û konfederal, divê xurtkirina hevkariyê di navbera hêzên demokratîk de were nîqaşkirin û xalên hevpar werin sepandin.”
'PÊDIVIYA HEVPEYMANIYA KURD BI GAVÊN CIDÎTIR HEYE'
Moeini bal kişand ser Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojilatê Kurdistanê û wiha got: “Piştî têkoşîneke dirêj, şeş partiyên Kurd qanih bûn ku hevpeymaniyekê ava bikin û di çarçoveya vê hevpeymaniyê de bi hev re bixebitin, lê ev hevpeymanî qels e û diviyabû gavên ciddîtir bavêta. Di pêşerojê de, li gorî ku ev partî vê hevpeymaniyê çawa dibînin û ji bo pêşerojê xwedî çi proje û planan in, dibe ku ji bo gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê bibe fersendek ku pêşengiyê ji tevgera rizgariyê ya hemû neteweyên Îranê re bike. Li gorî fikra min ev fersendeke dîrokî ye ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ji ber vê yekê divê hevkariyeke bi vî rengî cidî çêbe û bê berfirehkirin. Ez bawer im ku divê hevpeymanî gavan bavêje ji bo avakirina komîsyonên cuda yên hevpar, mîna Komîteya Dîplomatîk a Rojhilatê Kurdistanê. Ev komîte dikare rewşenbîr û kesayetên dîplomatên Kurd ên ku xwedî ruhekî welatparêz ê bihêz in û ne alîgirên partiyan in, ji bo dîplomasiya navneteweyî bikar bîne. Ew dizanin ku rewşa heyî pir hesas e û dîplomasî dikare bandorê li pêşeroja Kurdistanê bike.”
QONAXA DÎROKÎ
Moeini destnîşan kir ku gelên Îranê di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez di wê baweriyê de me ku serdema em tê de ne qonaxeke dîrokî û serdemekê veguhêz e, ji ber vê yekê divê em serdemê bi awayekî cidî analîz bikin, xetereyan destnîşan bikin û di heman demê de fersendan binirxînin û van fersendan ji bo xizmeta azadî û demokrasiya li welatê me bikar bînin. Divê em ji çarçoveya dogmayên partî û îdeolojîk derkevin, berjewendiyên welatê xwe wekî esas bibînin û di vî alî de gavên mezin bavêjin, ev gav dê serkeftina me misoger bikin.”
MA / Bêrîvan Kutlu