Gulistan Atasoy: Divê demokrasî ji xwecîhî ve bê avakirin

Parve bike:

AMED - Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM partiyê Gulistan Atasoy bal kişand ser giringiya rêveberiyên xwecîhî di avakirina aştiyê de û diyar kir ku bi xebateke birêxistinkirî aştî û demokrasî dikare were avakirin.

 
Konferansa ku ji aliyê Lijenya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk ve bi dirûşma “Bi rêveberiyên xwecîhî yên demokratîk ber bi civaka komunal ve” hatibû lidarxistin, 4 rojan dewam kir. Di konferansê de ji nû ve avakirina rêveberiyên xwecîhî, ji aboriya komunal bigire heta xebatên ziman û ekolojiyê, ji bikaranîna wesayîtên luks heta girtina karkeran gelek sernav hatin gotûbêjkirin. Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xecîhî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Gulistan Atasoy ku tevli konferansa bû, li ser avakirina rêveberiyên xwecîhî di civaka demokratîk de axivî.
 
DIVÊ DEMOKRASÎ JI XWECÎHÎ VE BÊ AVAKIRIN
 
Gulistan Atasoyê anî ziman ku erka bingehîn a rêveberiyên xwecîhî ew e ku rasterast bi hemû pirsgirêkên civakê re bibin muxatab û bibin îradeya çareseriyê û ev tişt got: “Îro pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pirsgirêkeke bingehîn e ku sed sal in û bi demokrasiyê û pirsgirêkên din re di nava hev de ye. Di pêvajoyeke ku em qala avakirina Aştî û Civaka Demokratîk dikin de, ji bo pêşketina demokrasiyê û ji bo berdewamkirina pêkvejiyanek wekhev û adil, erkên pir mezin dikevin ser milê rêveberiyên xwecîhî. Çandeke demokrasiyê ya ku ji xwecîhî ve tê avakirin, di pêvajoyeke ku dê veguhere pêkvejiyanê û ji ber vê yekê jî veguhere aştiyê de, zemînekî pir bihêz ava dike. Konferansa ku me di vê pêvajoyê de li dar xist, di esasê xwe de armanc ew bû ku mekanîzmayên civakî û rêxistinbûnên civakî ava bikin ku aştî û demokrasî tê de pêş bikeve, civak bikaribe tê de bibe xwedî gotin, bibe kirde û bikaribe kontrol bike.”
 
TÊKILIYA ŞAREDARIYÊ BI GEL RE
 
Gulistan Atasoyê destnîşan kir ku şaredarî bi danîna têkiliyê ya bi gel re dikarin di avakirina demokrasî û aştiyê de rola xwe bilîzin û wiha pê de çû: “Ji bo ku ev werin sepandin û di pêvajoya pêş de ev rêya ku tê şopandin û encama ku gel hêvî dike zelaltir bibe, divê şaredarî rola pêşengiyê bileyîzin. Di wan mekanîzmayên ku şaredarî ava dikin û bi taybetî di ser jinan re bi civakê re têkiliyê çêdikin, her çend mirov bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bibe jî, qadên ku çareseriya pirsgirêkan pêkan dikin pir in. Ji ber vê yekê, îro di wan çareseriyên ku hûn ji bo aboriyê diafirînin, di hemû qadên ku hûn li dijî tundiyê têkoşînê nîşan didin û di hemû qadên ku hişmendî li ser mafê jiyanê tê pêşxistin de, hûn neçar in qala aştiyê bikin. Di vê pêvajoya ku dîroka wê li Tirkiyeyê digihêjin sed sal berê û li ser înkar û îmhayê hatiye avakirin de, li hemû qadên ku îro civak nikare mafê gotinê bi dest bixe û xwe îfade bike, hêza rêveberiyên xwecîhî heye ku vê yekê ji nû ve ava bikin.”
 
REXNE Û PÊŞNIYAR
 
Gulistan Atasoy bal kişand ser giringiya beşdariya gel a di vê pêvajoyê de û diyar kir ku kesên hatine hilbijartin dikarin di mayİndekirina aştiyê de rola pêşeng bileyîzin û destnîşan kir ku her kes dikare bi rexne û pêşniyarên xwe vê zemînê xurtir bike.
 
XEBATA BIRÊXISTINKIRÎ
 
Gulistan Atasoyê anî ziman ku rêveberiyên xwecîhî tenê ji hevşaredaran pêk nayên, ew qadek e ku divê hemû beşên civakê û civaka sivîl wekî esas bigire û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di hemû qadên ku şaredarî pê re eleqedar dibe, bêyî hevalên me yên ku wezîfedar, pêdivî bi beşdariya civakî û bi hemû pêkhateyên birêxistinkirî heye. Mayindebûna aştiyê û avakirina aştiyeke li gorî rûmeta gelan be, di esasê xwe de dê bi xurtkirina vê xebata birêxistinkirî pêkan bibe. Em hêvî dikin ku konferansa me di serdema pêş de, tevkariyeke pir bihêz li avakirina aştî û civaka demokratîk bike. Hemû lêhûrbûn û nîqaşên me di vî alî de ne û em armanc dikin ku ev yek veguhere xaleke wisa ku bi îrade û di qada pratîk de bibe bersiv ji pirsgirêkên bingehîn ên gel re. Em hêvî dikin ku ev konferans bibin sedema hêvî û pratîkekê ku em her hinekî din nêzî pîvanên jiyana komunal bibin û di demeke nêz de bibe wesîleya aştiyê.”
 
MA / Fethî Balaman