AMED - Edîtora NÛJINHA’yê Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku bi êrişa sîber a li ser NÛJINHA’yê tê xwestin ku dengê jinan bê birîn û got, “Em gavan paşde navêjin.” Seroka MKG’ê Roza Metîna jî got: “Ji bo qêrîna jinan neyê bihîstin, çapemeniya jinê tê hedefgirtin.”
Binesaziya Ajansa Nûçeyan a NÛJINHA’yê ku navenda wê li Rojhilata Navîn e, êvara 6’ê Hezîranê rastî êrişeke sîber hat. Piştî êrişê ji bo demekî kurt pirsgirêkên teknîkî rû dan, lê ajansê weşana xwe berdewam kir. Edîtora NÛJINHA’yê Arjîn Dîlek Oncel û Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna anîn ziman ku di hedefa êrişê de jin hene.
‘EM HEWL DIDIN BIBIN DENGÊ JINÊN LI ROJHILATA NAVÎN’
Arjîn Dîlek Oncelê bi bîr xist ku NÛJINHA di sala 2021’an de bi armanca ragihandina dengê jinan dest bi weşanê kiriye û got ku ajans bi 5 zimanan; bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Farsî û Îngilîzî weşanê dike. Arjîn Dîlek Oncelê diyar kir ku li Rojhilata Navîn encamên herî giran ên şer, pevçûn û binpêkirina mafên jinan e û ev tişt got: “Ji Xezeyê heta Sûdanê, ji Efxaanistanê heta çar parçeyên Kurdistanê, em hewl didin tiştên ku jin dijîn ragihînin. Em ne tenê binpêkirinan, di heman demê de berxwedan, têkoşîn û rola jinê ya di guhertina civakî de jî radigihînin.”
Dibe ku di vê pêvajoyê de cihê ku me herî zêde nûçe li serê çêkirine Îran û rojhilatê Kurdistanê be. Me hewl da ku tiştên ku jinên Kurd, girtiyên siyasî û aktîvîstên di bin xetereya darvekirinên de ne, bighînin cîhanê. Ev weşangerî bû sedema hêrsa hinek aliyan.”
DI ÊRIŞÊ DE NAVEROK HATIN JÊBIRIN
Arjîn Dilek Oncelê destnîşan kir ku di encama êrişê de di servîsên Îngilîzî, Erebî û Farsî de hinek naverok hatine jêbirin û got ku di peyamên gefxwarinê de gefên êrişên nû jî hene û wiha pê de çû: “Ev ne êrişên yekem in ku ji bo bêdengkirina dengê jinan tên kirin, dibe ku ne yên dawiyê bin jî. Lê ne jin dê dev ji têkoşîna xwe berdin, ne jî wekî rojnamevanên jin em ê dest ji weşangeriya xwe berdin. Ev êriş dê bêencam bimînin. Pêwîst e çapemaniya navneteweyî bêdeng nemîne. Em ajanseke jinan a navenda wê Rojhilata Navîn in. Pêwîst e rêxistinên rojnamevaniyê yên navneteweyî jî li dijî vê êrişê dengê xwe bilind bikin. Piştgirî dide jiyîn. Rêgirtina li ber van êrişan tenê bi berteka hevpar pêkan e.”
LI DIJÎ ÇAPEMANIYEA JINÊ ÊRIŞEKE TAYBET HEYE
Seroka MKG’ê Roza Metîna jî diyar kir ku êrişên li ser çapemeniya azad ne nû ne û wiha axivî: “Ev êriş ne tesaduf in. NÛJINHA ne tenê dibe dengê jinên Kurd e, di heman demê de dibe dengê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê jî. Ji bo ku qêrîna jinê neyê bihîstin, li dijî çapemaniya jinê êrişeke taybet tê kirin. Ji ber ku tundiya li ser jinê, sûcên şer û binpêkirina mafan eşkere dike, tê hedefgirtin.”
‘ROJNAMEVANÎ NE SÛC E’
Roza Metîna nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Sema Bîngol a ku hatibû hedefgirtin jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şopandina Newrozê, şopandina 1’ê Gulanê an jî ji bo mafê agahdarkirina gel çûyîna qadê ne sûc e. Ev hedefgirtin nikarin gavan bi NÛJINHA’yê û bi xebatkarên çapemeniya azad paşde bidin avêtin. Armanca êrişan ev e lê ew ê bi ser nekevin.”