Ji malbatên ku xizmên xwe di şer de winda kirine banga 'gavên hiqûqî'
- Rojane
- |
- 13 Tîrmeh 2026 10:54
- |
EDENE -Dayikên Aştiyê û malbatên ku di pevçûnan de xizmên xwe winda kirine, bang li dewletê kirin ku bi rêya gavên qanûnî erkên xwe yên têkildarî aştiya mayinde bi cih bîne.
Di ser merasîma çekşewitandinê ya Tevgera Azadiya Kurd de salek derbas bû. Lê hê jî, di vê heyamê de, dewlet û rayedarên desthilatêdi warê gavên hiqûqî de tiştek nekirine.
Di nav nîqaşên berdewam ên li ser "qanûna çarçove" de, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Edeneyê û malbatên ku di şer de xizmên xwe winda kirine bang li dewletê kirin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.
Dayikên Aştiyê û malbat, destnîşan kirin ku hîn jî zarok û xizmên wan bêgor in û gotin: "Wekî kesên ku hezkiriyên xwe winda kirine, em aştiyê dixwazin. Em xwîn û hêstiran naxwazin. Em dixwazin ku Rêbertiya me demildest azadiya xwe bi dest bixe. Em dixwazin ku zarokên me vegerin û girtiyên di zindanan de bên berdan."