Şewba Ebolayê berbelav dibe: 702 kes mirin
- Cîhan
- |
- 13 Tîrmeh 2026 11:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komara Demokratîk a Kongoyê, heya niha 702 kes ji ber şewba Ebolayê jiyana xwe ji dest dane.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên bi şewba Ebolayê ketine bû hezar û 926 û heya niha 702 kes ji ber şewbê mirine. Li gor daneyên dawî, 753 kes hatine dermankirin û ji van kesan 318 kes baş bûnw. Dê Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus Dîreoktorê Giştî yê Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtinê ya Nexweşiyan a Afrîkayê ( Africa CDC) Jean Kaseya, di 18-19'ê Tîrmehê de serdana bajarê Buniayê ku navenda şewbê ye, bikin.