Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist piştî tedawiyê bi rojekê şandin girtîgehê

Parve bike:
 
 
BÛRDÛR - Girtî Mehmet Huseyîn Maral ku di 14'ê Tebaxê de li Girtîgeha Bûrdûrê krîzê li dilê wî xist, piştî rojeke dermankirinê dîsa ew şandin girtîgehê. 
 
Girtiyê nexweş Mehmet Huseyîn Maral ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê, di 14'ê Tebaxê de krîza dil derbas kir. Piştre ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku li wê bajarê ku lê girtî ye bijîşkekî kardiyologê tune bû, ew sewqî nexweşxaneyeke li Ispartayê hat kirin. Di kontrolên bijîşkî yên li wir de derket holê ku du damarên wî girtî ne. Piştî tedawiyê, yek ji wan demarên girtî bi serkeftî hat vekirin, lê ji bo çareserkirina ya din randevûyek ji bo mehek şûnde hat danîn. Maral piştî ku rojekê tedawî dît, dîsa şandin girtîgehê.
 
Parêzerê Maral der barê rewşê de axivî. 
 
Parêzerê Mehmet Huseyin Maral diyar kirin ku muwekîlê wan bi salan e di hucreya yekkesî de tê girtin û gotin: "Girtîgeha Burdurê girtîgeheke 'tîpa bîrê' ye. Der barê dabînkirina hemû pêdiviyên din ên bingehîn ên wekî gihîştina xizmetên tenduristiyê û tîrêjên rojê de binpêkirin çêdibin. Di rastiyê de, ev sazî ji taybetmendiya girtîgehe wêdetir e; ew bi rastî zîndaneke tarî ye, cihekî ku tu daxwaz lê nayên bersivandin."
 
Parêzeran diyar kirin ku krîza dil a Mehmet Huseyin Maral tenê bi sedemên fizîkî an bijîşkî nayê şîrovekirin û wiha gotin: "Muwekîlê me ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ji ber sîstema heyî ya cîbicîkirina cezayê girtîgehê û qanûnên têkildarî wê çêbûne, krîzê li dilê wî xistiye. Di du demarên wî yên dil de girtîbûn hatin tespîtkirin; girtîbûna yekê hat vekirin, lê ji bo ya din randevû ji bo mehek şûnde hat dayîn. Xaleke girîng a ku divê bal were kişandin ev e: Piştî ku muwekîlê me li Girtîgeha Bûrdûrê krîzê li dilê wî xist, neçar ma ku bo nexweşxaneyeke li Ispartayê were veguhestin. Ango, hûn zindanên tecrîdê di bin şert û mercên herî giran de ava dikin û rê li ber gihîştina xizmetên tenduristiyê digirin. Wekî ku rêxistinên navneteweyî jî diyar kirine, divê li her girtîgeh û kompleksa girtîgehan bijîşk û pisporên taybetî amade bin. Sîstema heyî ya cîbicîkirina cezayê girtîgehê, hebûna nexweşxaneyekê li wê parêzgeha ku girtîgeh lê ye, misoger nake. Di encamê de, armanc ew e ku girtî were kuştin û ji holê were rakirin. Ev rewş li dijî ruhê pêvajoyê ye. Têkildarî vê pêvajoyê û wekî pêdiviyeke qanûnê, divê girtiyên ku li van deran tên ragirtin, bê şert û merc û li gorî qanûnên navneteweyî bên berdan."