Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

MÊRDÎN - Li gundê Birtewa yê navçeya Artukluyê jina bi navê Kader Baştaş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 

 
Welatiya bi navê Kader Baştaş a 30 salî, li mala xwe ya li gundê Birtewa yê navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kader Baştaşê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Hat îdiakirin ku Kader Baştaş neçarî întîharê hatiye kirin. 
 
Cenazeyê Kader Baştaşê dê piştî karûbarên otopsiyê li gundê Birtewayê were definkirin.