Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Bila ji peywirdarên zanîngehê mînaka DNA’yê bê girtin

Parve bike:

WAN - Jinan, diyar kirin ku pêvajoyên di dosyeyên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê de dişibin hev û gotin: “Kujerên hemû jinên hatine qetilkirin diyar in. Divê di dosyeya Rojîn Kabaîşê de DNA’yê hemû peywirdarên zanîngehê bên girtin.” 

 
Geşedanên di dosyeya Gulistan Dokuyê de ku li Dêrsimê hatibû windakirin, berê her kesî da ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê ya li Wanê ku hêj nehatiye ronîkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn. 
 
 
Endama Meclisa Şaredariya Tûşbayê ya Wanê ya DEM Partiyî Serap Guvençê diyar kir ku mîna di dosyeya Gulistan Dokuyê de, ji ber polîtîkayên necezakirinê piştî 6 salan faîl derketine holê. Serap Guvençê, anî ziman ku divê têkildarî komkujiyên jinan de lêpirsînên baş bên kirin û faîl bên darizandin. Serap Guvençê, got: “Heta faîlên hemû jinên hatine qetilkirin tên dîtin dê têkoşîna me jinan bidome.” 
 
‘ÇI BI ROJÎNÊ BÛ?’
 
Ji rêveberên DEM Partiyê ya Tûşbayê Hatîce Orhanê jî destnîşan kir ku lêpirsînên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê baş nayên kirin û wiha pê de çû: “Em vê yekê qebûl nakin. Faîl piştî 6 salan derketin holê û darizandin nû dest pê kir. Ev nayê qebûlkirin. Bila dewlet êdî faîlan neparêze lê bidarizîne. Heke neveşartibûya dê kujerên Rojînê di salekê de bihatina girtin. Em jin dê her tim pirsa çi bi Rojînê bû bipirsin û têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘FAÎL BAWERIYA XWE BI PERGALÊ TÎNIN’
 
Endama Meclisa Şaredariya Tûşbayê Macîde Varhanê jî îşaret bi komkujiyên li dijî jinan û polîtîkaya necezakirinê kir û wiha axivî: “Em jin baş dizanin ku di pişt perdeya qetilkirina Rojîn û Gulistanê de û parastina faîlên wan de dewlet û polîtîkayên wê hene. Kê Rojîn qetil kir? Bila faîl êdî bên aşkerakirin. Çima faîlên Gulistanê piştî 6 salan hatin girtin? Êdî bes e. Bila jin neyên qetilkirin û windakirin. Dê têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina qetilkirina jinan bidome. Heta faîl tên girtin jî em ê paşve gavê neavêjin. Çiyê kê dibe bila bibe dê derkeve holê. Heta faîl tên girtin û cezakirin em ê bêdeng nemînin. Her qetlîama jinê ya hatiye veşartin zemîna cînayetên nû ava dike. Heke faîlan baweriya xwe bi pergalê ne anîbûna dê nekariyan ev qas komkujî bikirana. Kesê êrişî dibistanê kirî jî kurê polîsekî derket. Faîlên Rojîn û Gulistanê jî pişta xwe bi pergalê germ kirin.” 
 
‘EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN’
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Wanê Ayten Kiranê jî got divê faîlên Rojîn Kabaîşê bên girtin û wiha got: “Faîlên jinên hatine qetilkirin diyar in. Faîlên Gulistanê 6 salan li derve dijiyan û rayedaran ji bo ew neyên darizandin her tişt kir. Darizandina faîlên jinan piranî piştî aloziya navxweyî ya koman derdikeve holê. Divê dosyeya Rojîn Kabaîşê bi zelalî were meşandin û faîl bên girtin. Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de li zanîngehê çiqas peywirdar hebin divê DNA’yên tevekan bên girtin. Em jin jî dê şopdarên pêvajoyê bin. Em dixwazin di şexsê Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokuyê de lêpirsînên hemû qetlîamên jinan bên zelalkirin.” 
 
‘BILA FAÎLÊN ROJÎNÊ BÊN GIRTIN’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Hanîfe Koçakê jî got: “Rojîn ji bo xwendinê hatibû û 3 roj piştre hate qetilkirin. Gulistan Doku li Dêrsimê winda bû. Me encamên wê dît. Em zarokên xwe mezin dikin û ji bo xwendinê dişînin lê cenazeyên zarokên me tên. Banga me ji bo Wezareta Dadê ew e ku faîlên Rojînê bibînin.” 
 
Aktivîsta TJA’yê Şukran Şenê jî dosyayên Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokuyê bi bîr xist û got: “Faîl piştî 6 salan tên girtin. Em naxwazin mîna dosyeya Gulistanê 6 salan xwe li benda dosyeya Rojînê bigirin. Divê bêyî were vehêlandin tavilê faîl bên girtin. Bila pergal êdî pêşiya cînayetên jinan bigire.” 
 
 
MA / Ozlem Yacan
 
Nûçeyên Têkildar
Rapora Nîsanê ya KCDP'ê: 26 jin hatin qetilkirin, 23 mirinên biguman
Rapora Nîsanê ya KCDP'ê: 26 jin hatin qetilkirin, 23 mirinên biguman

Li gor rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê di mehekê de 26 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.

Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin
Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin

Faîl Cafer Başegmez ê duh li Amedê Aleyna Yaray qetil kiribû, hate girtin.

Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê
Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê

Parêzera malbata Rojîn Kabaîşê, Zeynep Demîrê diyar kir ku bi venekirina şîfreya telefonê re tê xwestin dosya di tariyê de were hiştin û got: “Di hevdîtina bi serdozgeriyê re de me xwest telefon ji Çînê re were şandin. Ji ber ku fîrmaya wê telefonê li wir e.”

Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!
Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!

Hat ragihandin ku telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo lêkolînê ji Spanyayê re hatibû şandin, şîfreya wê nehatiye vekirin.

Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.