Li Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin

Parve bike:
AMED - Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, bi coşek mezin Navenda Jiyanê ya Jinan vekir.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyas a Amedê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir. Di bernameya vekirinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevşaredarên navçeyên Amedê, Dayîkên Aştiyê, nunerên saziyên sivîl di nav de gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar axaftin kir.
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Berîvan Gulşen Sîncar bi lêv kir ku beriya her tiştî soz dabûn ku qadên jiyana jinan berfireh û zêde bikin û wiha got: “Heta îro; navenda me ya werzişê ya jinan, navendên me yên jiyanê yên jinan, pirtûkxaneya me ya berhemên jinan, sûka keda jinan û îro jî li vir, em qadeke jinan vedikin ev yek ji bo me cihê serbilindiyeke cuda ye. Em bi destkeftiyên ku têkoşîna jinan a zêdetirî bi dehan salan derxistiye holê, ji bo ku jin bikaribe li her qada jiyanê hebûna xwe bidomîne, dîtbariya xwe zêdetir bike û bi zêdebûna dîtbariyê re çanda piştevaniyê bêhtir geş bike, em her tim li kolanan, qadan û meydanan mil bi mil hewl didin têkoşîna xwe mezintir bikin.”