‘Em ê Mûşê li gorî hişmendiya jinan ji nû ve ava bikin’

Parve bike:

MÛŞ - Koordînatora Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mûşê Işik Akamanê têkildarî projeya “Bajarên Dostên Jinan 3” ya bi piştgiriya UNFPA Û TTB’ê axivî û got: “Em armanc dikin ku bajar ji nû ve li gorî hişmendiya jinan ava bikin.” 

 
Şaredariya Mûşê ya ji aliyê rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê rêvebirin, xebatên xwe yên têkildarî jinan berdewam dike. Şaredariya Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir û bi Baroya Mûşê re protokola li dijî tundiya li ser jinan îmze kir. Şaredarî ji bo projeya “Bajarên Dostên Jinan 3” ya bi hevkariya Fînansmana Yekitiya Ewropayê, Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê ve tê rêvebirin, hate hilbijartin. Şaredariyê di Îlona 2025’an de peyman îmze kir. 
 
 
Di çarçoveya projeyê de Koordînatora Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mûşê Işik Akman beşdarî “Bernameya Bajarên Dostên Jinan 3 Komxebata Rêveberiyên Xwecîhî” ya li Enqereyê hate lidarxistin bû. Işık Akman têkildarî xebatên ku dê di çarçoveya projeyê de li Mûşê bên kirin, axivî. 
 
‘EM HEWL DIDIN NEWEKHEVIYA ZAYENDÎ TÊK BIBIN’
 
Işik Akmanê anî ziman ku ev proje armanc dike ku di asta xwecîhî de jin bên xuyakirin û UNFPA’yê di vê çarçoveyê de bi TBB’ê re li hev kiriye û anî ziman ku li herêma Serhedê şaredariên Qers, Erzirom û Mûşê ji bo projeyê hatine hilbijartin û ev tişt got: “Sedema hilbijartina Mûşê ew e ku piştî şaredarî kete destê DEM Partiyê û xebatên wê yên têkildarî jinan hatin xuyakirin. Ji ber vê yekê xwestin bi me re bixenitin. Yek ji polîtîkayên DEM Partiyê wekheviya jin-mêr e. Di meha Hezîranê de der heqê polîtîkayên tundiyê dê li vir perwerde bê dayîn. Di perwerdeyê de em ê di asta xwecîhî de planên wekheviyê daynin. Me bi Baroya Mûşê re protokla li dijî tundiyê îmze kir. Em armanc dikin ku bajar ji nû ve li gorî hişmendiya jinan ava bikin. Niha em hewl didin navenda piştevaniyê vebikin. Em ê li xebatên xwe li navenda Mûşê û navçeyan bikin. Di 6-7’ên Nîsanê de perwerde hate lidarxistin. Agahiyên pêwîst hatin parvekirin. Em wek şaredariya DEM Partiyê hewl didin hişmendiya newekheviya zayendî têk bibin. Ev pirsgirêk li hemû şaredariyan hene. Me der heqê mijara çareseriya wekheviya xwecîhî perwerde dît.”