Di dosyeyê Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îtiraza li KYK'ê hatibû kirin hat qebûlkirin

Parve bike:

WAN - Îtîraza Baroya Wanê ya li dijî biryara "nedayîna destûra lêpirsîna" mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş ya der barê rêveberiya KYK'ê de, hat qebûlkirin.

 
Baroya Wanê, têkildarî mirina gumanbar a Rojîn Kabaîşê de bi hinceta tiliya wê jî tê de heye giliyê wargeha KYK'ê kiribû. Piştî gilîkirinê, Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji Walîtiya Wanê destura lêpirsînê xwestibû. Lijneya Rêveberiya Bajêr a walîtiyê, destura lêpirsînê nedabû. Baro û dozgeriyê li Dadgeha Rêveberiya Herêmî ya Erziromê îtîrazî vê biryarê kirin. Dadgehê biryar da ku biryara pêşîgirtina li lêpirsînê betal bike.