Li Kendava Hurmuzê keştiyek hedef hat girtin
NAVENDA NÛÇEYAN - Odeya Operasyonên Bazirganiya Deryayê, ragihand ku li Kendava Hurmuzê keştiyeke tankêrî dema hewl daye derkeve bi ÎHA'yê hedef hatiye girtin.
Ajansa Operasyonên Bazirganiya Behrê ya Îngilistanê daxuyand ku keştiyeke tankêrî dema hewl daye ji Kendava Hurmuzê derkeve bi amûra hewayî ya bêmirov hedef hatiye girtin.
Ajansê destnîşan kir ku keştiya tankêrî duh hedef hatiye girtin û ragihand ku tanker zirar dîtiye, lê hemû muretebatên wê baş in.