Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin

  • cîhan
  • 14:53 2 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, qanûna ku piştî êrişa Îsraîl û DYA’yê hatiye pêşkeşkirin û hevkariya Tehranê ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) re dide sekinandin, erê kir. 

 
Şerê di navbera Îran-Îsraîlê di roja 12’emîn de bi navbeynkariya DYA’yê hate sekinandin û agirbest hate ragihandin. Hedefa ewil a Îsraîlê jî zanyar û qedemeya fermandariyê hedef girt. 
 
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan yasaya ku hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) re dide sekinandin, erê kiriye. Televîzyonê got: “Pezeşkiyan yasaya ku hevkariya Tehranê ya bi UAEA’yê re dide sekinandin, erê kir.”
 
Konseya Mihafizan ku berpirsêlêkolîna yasayên Îranê ye, 26 Hezîranê roja Pêncşemê ragihandibû ku wê pêşnûmaya ku hevkariya li gel UAEA’yê dide rawestandin, erê kiriye. Di 25’ê Hezîranê de jî televîzyona dewletê ragihandibû ku bi erêkirina 221 parlamenteran pêşnûma hatiye erêkirin.
 
Îran ji sala 1970’yî ve ye yek ji endamê Peymana Pêşîlêgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) ye ku di bin çavdêriya UAEA’yê de bikaranîna aşitiyane ya enerjiya atomî misoger dike. Di sala 2015’an de piştî hevdîtinên bi salan li hemberî kêmkirina gav bi gav a pêkanînên hêzên mezin ên navneteweyî peymaneke têkildarî bihêzkirina çavdêriyê îmze kiribû. Lê belê ev “Peymana Viyanayê” di sala 2018’an de ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve bi yekalî hatibû betalkirin.
 
Hefteya borî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi daxwazên Serokê UAEA’yê Rafael Grosi rexne kiribû ku Grossi gotibû ku divê seredana tesîsên nukleerî yên Îranê yên ji aliyê DYA’yê ve hatine bombebarankirin, were kirin. Grossi jî li hemberî vê yekê gotibû: “Ev yasayên wan in, parlamentoya wan e lê belê li vir encamên qanûnî hene. Helbet divê peymaneke navneteweyî pêşanî be. Ji bo nepêkanîna peymaneke navneteweyî hûn nikarin qanûneke neteweyî weke hincet nîşan bidin.”
 
Her wiha Îran li hemberî saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) UAEA’yê nerazîbûnên xwe nîşan dide ku UAEA’yê di 12’ê Hezîranê de bi biryarekê bicihneanîna erkên nukleerî Îranê tawanbar dike. Li gorî Tehranê ev biryar ji bo ku Îsraîl û DYA êrişî tesîsên wê yên nukleerî bike weke “hincetekê” ye.