Gulistan Atasoy: Divê demokrasî ji xwecîhî ve bê avakirin
Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM partiyê Gulistan Atasoy bal kişand ser giringiya rêveberiyên xwecîhî di avakirina aştiyê de û diyar kir ku bi xebateke birêxistinkirî aştî û demokrasî dikare were avakirin.
Tulay Hatîmogûllari: Divê rol û mîsyona birêz Ocalan bê mîsogerkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nexşereyek ji bo pêvajoyê daniye û got: “Heyeta me jî bi AKP'ê re hevdîtin kir û xwest demildest çarçoveya qanûnî bê çêkirin. Beriya Meclis bikeve betlaneyê divê çarçoveya qanûnî bê çêkirin.”
Bahçelî: Du rê li ber CHP'ê ne
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku di komcivîna partiya xwe de axivî, diyar kir ku du rê li benda CHP'ê ne û got ku ya dê meseleya xwe ya navxweyî bi hiqûqê û aqlê selîm çareser bike an jî wê girêka ku bi destê xw eçêkiriye bike barekî nû li ser milê gel.
Alîgirên Ozel û Kiliçdaroglû li ber hev rabûn
Alîgirên ji bo Ozel û Kiliçdaroglû hatin Meclisê, li ber hev rabûn. Alîgirên Ozel banga "kongreyê" kirin.
Kiliçdaroglû ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclisê da
Kemal Kiliçdaroglû ku daxwaza wî ya komcivîna heftane ya CHP'ê ji aliyê Rêveberiya Koma CHP'ê ve nehat qebûlkirin, serî li Serokatiya Meclisê da.
Daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya komcivînê nehat qebûlkirin
Rêveberiya CHP'ê daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya komcivînê red kir. Her wiha Kemal Kiliçdaroglu ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclîsê jî dabû û Serokatiya Meclîsê hê jî biryar nedaye.
Ozgur Ozel daxuyand ku ew ê di komcivîna biaxive
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ku bi biryara “Batalkirina teqez” ji peywîrê hatibû dûrxistin diyar kir ku ew dê sibê li Meclîsê komcivîna partiya xwe li dar bixin û wiha got: “Me biryar girtibû ku em vê hefteyê komcivînê nekin. Lê Kemal beg firset dît û got em ê komcivînê bikin. Li ser vê yekê me jî biryar girt ku em vê hefteyê komcivînê li dar bixin.”
Halkevleriyê Orhan Saribal îxrac kir
Parlamenterê CHP'ê yê Bûrsayê Orhan Saribal ku pitşgirî da biryara "butlana teqez", ji Halkevleriyê hat îxrackirin.
Ayşegul Dogan: Hewcehî bi plansaziyeke heye û divê teqwîmek bê diyarkirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku partiya wan li ser pêşnûmayekê dixebite û ew bi partiyên siyasî re dê hevdîtinan bikin û got: “Em bang li desthilatê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin û gavan biavejin. Meclis û partiyên siyasî jî berpirsyariyên xwe pêk bînin.”
KCK'ê piştgirî da banga 'yekitiya neteweyî' ya Talabanî
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê piştgirî da banga yekitiyê ya Serokê YNK'ê Bafil Talabanî ku gotibû, "Pêwîstiya herî sereke ya îro ya Kurdan yekitiya neteweyî ye."
Şandeya SPD’ê serdana DEM Partiyê kir
Delegasyoneke Partiya Civakî û Demokratîk (SPD) a Almanyayê serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir. Di serdanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.
DEM Partî: Lêgerîna me ya edaletê didome
DEM Partiyê bi munasebeta salvegera êrişa 5’ê Hezîranê ya li dijî HDP’ê daxuyaniyeke niviskî da û got: “Heta heqîqet derkevê holê û hemû berpirs hesab bidin ji bo êşên bi vî rengî neyên jiyîn em ê têkoşîna xwe bidomînin”
MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘verastkirinên qanûnî’ civiya
MYK’a DEM Partiyê ji bo gotûbêjkirina verastkirinên qanûnî yên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên dê bên kirin civiya.
Temellî bangî desthilatê kir: Divê hûn ji ‘mafê hêviyê’ dest pê bikin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî 12’yemîn Pakêta Darazê rexne kir, bangî desthilatê kirgot: “Divê hûn ji ‘mafê hêviyê’ dest pê bikin.
Gurlek û Çîftçî serdana Bahçelî kirin
Wezîr Akin Gürlek û Mustafa Çîftçî serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî kirin.