Rapor: Aborjîn hatine qirkirin

  • cîhan
  • 16:42 2 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora lêpirsînê ku zêdetirî 4 sal in li Eyaleta Victoria ya Awûstralyayê dihat amadekirin, pêşkeşî parlamentoyê hate kirin. Di raporê de hate gotin ku li dijî Aborjînan qirkirin hatiye kirin. 

 
Li Eyaleta Victoria ya Awûstralyayê zêdetirî 4 sal in lêpirsîneke fermî dihat meşandin û encamên lêpirsînê weke rapor hate amadekirin. Rapor, pêşkeşî Parlamentoya Awûstralyayê hate kirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku mêtingerên ji Ewropayê hatin, li dijî gelê Aborjîn qirkirineke sîstetamîk kirine. 
 
QIRKIRIN HATIYE KIRIN   
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku polîtîkayên komkujiyên girseyî, destdirêjî, bi zorê standina zarokan ji malbatên wan û pişaftinê bûn sedem ku civakên Aborjîn ên li eyaletê “Hema hema bi temamî tune bibin.” Komîsyonê bal kişand ser bandora yekser a van kiryarên ji dema mêtingeriyê û bang li hikûmetê kir ku ji bo dayina tazmînata madî û radestkirina xaka bav û kalan gavên çêker biavêje.
 
SEROKWEZÎR: EM Ê PÊŞNIYARAN LI BER ÇAVAN BIGIRIN  
 
Serokwezîrê Eyaleta Victoriayê Jacinta Allan karên komîsyonê pîroz kir û anî ziman ku hikûmet wê pêşniyaran li ber çavan bigire. Allan, got: “Ev rapor rastiyên bi êş radixin pêş çavan û ji bo gelê Victoria bingeha paşerojeke hîn baş datîne."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 1788'an de beriya ku Ewropî xwe bigihînin Awûstralyayê, nifûsa Aborjînan bi qasî milyonek bû. Îro jî ji Awûstûryayê ku 26 milyon e tenê ji sedî 3.8 jê Aborjîn in. Ji hêla tenduristî û aramiyê ve neheqiyeke mezin li vî gelê xwecihî tê kirin.