'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'

  • rojane
  • 20:10 12 Tîrmeh 2020
  • |
img
 
 
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di fînala kampanya "Têkoşîna Jinan li her derê ye" de bang li hemû jinên Tirkiyeyê kir û got: "Reng, bawerî, nasname û fikra we çi dibe bila bibe îro îşkencya li Rojbîn Çetîn hatiye kirin li hemû jinan hatiyekirin. Ji ber vê yekê divê em hemû jin li dijî vê sepana li jinan tê kirin bibin yek û bi hevre têbikoşin."
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya “Têkoşîna Jinan li her derê ye" de li pêş Navenda Operaya Sureya ya Kadikoyê ya Stenbolê kom bûn û meş li dar xistin. Ewil zedeyî sed jin bi tilîliyan li dora erbanê kom bûn, bê navber dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî" berz kirin. Jinan li vir berdilkên xemrî, spî, kesk, zer yên li ser wan "Tekoşîna jinan li her derê ye" "Jin dem dema azadiyê ye" "Hevserokatî xeta me ya xemrî e" û "Efûya îstîsmarê nabe"  nivîsîbû li xwe kirin. Dîsa lolîlopên ku heman daxwazên jinan tînin ziman li ser nivîsîbû rakirin. Dema Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervin Buldan hat qade jinan bi yek dengî dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Piştî Pervîn Buldan hat qadê, jinan li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan Pankarta mezin a "Têkoşina Jinê li her derê ye" vekirin û dirûşmeya "Em bêdeng nabin, emnatirsin, em îteat nakin" berz kirin. Pişt re nûnerên Dayikê Aştiyê Meclisa TJA, Hevberdevka HDK'ê, Nûnera ESP'ê û gelek nûnerên din ên rêxistinên jinan axaftin kirin. Jinan diyar kirin ku ew li dijî tundiyê tu carî serî natewînin û dê her tim li qadan têkoşîna xwe bilind bikin. Jinan xwest tundiya li ser jinan bi dawî bibe. 
 
BULDAN: ÎQTÎDAR DIJMINÊ JINAN E
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî herî dawî axaftinek kurd kir û got: "Em îro fînala kampanya xwe li Aydin, Dersim û Îstanbulê li dar dixin. Di vê kampanyayê de ji bo azadî û wekheviyê li qadan di axivîn. Em dizanin ku em ne ewqas in. Em bi milyonan in. Lê ji ber şewba pandemiyê em hêjmarek hindik li hev kom bûn." 
 
Buldan, anî ziman ku îqtidar, îqtîdara dijminê jinan e û wiah got: "Ev îqtîdar xwedî feraseta ku kesên jinan qetil dikin, zilmê li jinan dike bê ceza dihêle. Ev îqtîdar dijminê jinan e. Em bang li milyonan jinên li Tirkiyeyê dikin. Nerîn, fikr, bawerî û rengê we çi dibe bila bibe, tişta tê kirin li her kesî tê kirin. Divê hûn bêdeng nemînin.. Tişta îro li Rojbîn Çetîn, Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak tê kirin dê sibê li we jî bê kirin. Roj nabe ku jin neyên qetilkirin. Roj tune ku jin bi tundiyê re rû bi rû nemînin. Jin di her qada jiyanê de bi bedel û têkoşînên pir mezin hatin îro. Lê yên vî welatî bi rêve dibin maf û destkeftiyên jinan desteser dikin. Qeyûmên tayînî şaredaiyên HDP'ê dikin karê wan ê ewil dest dirêjî keda jinê û destkeftiyê jinê dikin. Stargeh û destkefiyên jinan digirin û hebûna xwe berdewam dikin."  
 
PEYMANA ÎSTANBÛL BINPÊ KIRIN 
 
Buldan, herî dawî bal kişand ser peymana Îstanbul û wiha bi dawî kir: "Peymana Îstanbul di sala 2011'an de vê îqtîdarê îmze kir. Lê her çend îmze kir jî pêk neanîn. Li şûna pêk bînin her tim îhlal kirin. Bi îşkenceya bi kuçikan a li Rojbîn Çetîn Peymana Îstanbul îhlal kirin. Makbûle Ozbey a 72 salî girtin û Peymana Îstanbûlê îhlal kirin. Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Figen Yuksekdag şandin girtîgehê û ev peyman îhlal kirin. Em soz didin ku emê destûr nedin îmzeyê ji bin vê peymanê bikişînin. Em soz didin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."  
 
 
 

Sernavên din

13/07/2020
09:04 Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:39 Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt
07:30 Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû
07:29 Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye
12/07/2020
20:10 'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'
19:44 Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê'
18:18 Jinek li Îzmirê kuştin
17:16 Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin
16:54 Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin
16:05 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin
16:05 Li Mêrdînê kesek hat girtin
15:33 Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin
14:52 Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an
13:49 Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne
13:35 HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e
12:54 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin
12:28 Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin
11:44 Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir
11:27 Li Edenê kesek hat berdan
11:12 Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin
10:31 Şerê Tirkiyeyê yê avê herî zêde bandorê gel dike
09:11 Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin
09:03 Dîrokzan Dînç: Dîroka roja vekirina Ayasofyayê dîrokeke manîdar e
09:03 Axtamara hê jî bivênevêya serdêran e
09:02 4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2020'AN
11/07/2020
22:21 Li nêzî Parka Newrozê agir bi pirêzeyan ket
20:06 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344
19:21 Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn
16:57 Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
15:35 Der barê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê dan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqere çalakî
15:15 Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin
15:04 Derbarê kuştina zarokê 5 salî kesek hat girtin
14:47 HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn
14:22 Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin
14:06 Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salan bînin
14:04 Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin
13:36 Li Bismil zarokeke biçûk mirî hat dîtin
13:24 CÎSST'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kir rapor
12:35 Tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li xebatkaran ferz kirin
12:31 Piştî operasyona eskeran hemû dahl û rezê welatiyan şewitî
12:10 Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir
11:59 Xizmên windayan çîroka Kadrî Yilmaz pirsîn
11:01 AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
11:00 Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin
09:30 44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in
09:14 'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê
09:13 Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
09:12 Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin
09:12 Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir
09:11 Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
09:10 Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN
10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan