Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin

  • rojane
  • 09:04 13 Tîrmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Li herêmê operasyonên eskerî bi demsala havînê re zêde bûn. Ji ber operasyonan ekolojî zerarek mezin dibîne. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê  Hasan Ozguneş, bal kişand ser operasyonên eskerî û armanca wan û got: "Li herêmê bi navê ewlehiyê li her derekê qereqolan ava dikin. Riya geliyê Balaro yê li quntara Cudî qut kirine. Hêjmara eskeran duqat ji ya gel zêdetir bûye." 

 
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li Herêma Federe a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên herêmê operasyon û êrîş zêde kirine. Ji ber operasyonên TSK'ê yên hewayî û bejayî welatî tên kuştin û xweza zerarê dibîne. Di rojên dawî de li Şirnexê operasyonên eskerî zêde bûne. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, êrîş û operasyonên TSK'ê nirxandin. Ozgûneş, anî ziman ku operasyonên eskerî gelê kurd li dijî dewletê hêrs dike û got: “Nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd nayê qebûlkirin. Ji ber neyariya gelê Kurd êrîşî Rojava û  Şengalê dikin. Êrîş hem erdnîgariya gelê kurd talan dike û hem jî bandora neyînî li ser gundan dike. Hezar salin dibêjin 'Em birayên hev in'. Lê heta niha me ev nedît. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re ji bo ku gelê kurd asîmîle bikin, nasname û çanda wan înkar bikin, di nav hewledanan dene. Gelê Kurd bi salane ji bo nasnameyek azad têdikoşe. Têkoşîna Kurdan çavê dewletê ditirsîne. Dewlet şerê bêqanûn, bêehleq, bêpîvan ên li dijî mafên mirovan û navneteweyî dimeşîne. Bi van êrîşan zirarê dide gelê me û erdnîgariya me.”
 
‘QEREQOLÊN NÛ AVA DIKIN' 
 
Ozgûneş, bal kişand li ser avakirina qereqolan û wiha axivî: "Eskeran di demên dawî de li çiyayê Cudî gelek qereqol û riyên nû çêkirin. Êrîşên hewayî bi salan e didomin. Di salên 90’an de gundên derdora quntarê Çiyayê Cudî û başûrê wî bi navê ewlekariye hatin şewitandin û hilweşandin. Piştî salên 2000'î destûr dan ku gundî bizîvirin gund û warên xwe. Hinek jê zîsvirîn, hinek jî li navçeyan û navenda Şirnexê bi cih bûn. Bi roj diçin zeviyên xwe û baxçeyên xwe av didin. Lê ji ber operasyonên eskerî nikarin biçin. Dema balafirên şer wan deran bombebaran dikin, derûniya gelê me xera dike û erdnîgariyê talan û wêran dike. Di êrîşan de mirovan dikujin û birîndar dikin. Pişt re jî dibêjin 'Bi şaşî çêbûye'. Ev nayê qebûl kirin. Şêniyên  ku debara xwe li zoza û daristanan dikin, ji ber  operasyonên eskerî nikarin debara xwe bikin. Derfetên jiyanê li mirovan asê û teng dikin. Bi dehan çavkaniyên komirê li wir hene. Gelê me bi roj diçin li kanên komirê kar dikin. Bi her awayî operasyon bandora neyînî li ser jiyana mirovan dike. 
 
‘BI OPERASYONAN AXA KURDISTANÊ TALAN DIKIN'
 
Ozgûneş, li ser talankirin û wêrankirina ekolojiyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Beriya hikûmeta AKP û MHP jî daristanên Kurdistanê bombe dikirin û dişewitandin. Bi operasyonan ax û ekolojiya Kurdîstanê talan û wêran dikin. Eskeran rêya geliyê Balaro yê li quntara Cudî ya Başûrê Şirnexê birîne. Ewlehiyê hincet nîşan didin. Lê ne rast e. Li wan geliyan qereqolan ava dikin. Li ser her girekî qereqol çêkirine. Li herêmê hejmara eskeran duqat ji ya gel zêdetir e. Li herêmê pirsgirika ewlehiyê tune. Pirsgirêk ew e ku bi destê cerdewanan  daran dibirin. Bi birîna daran rantê pêş dixin û xwezayê talan dikin. Ji Cifane bigire, heta Guntaremo, Nîvavan, Gilerot û Şîlerotê daran dibirin. Welatî li dijî birina daran bi bertekin. Eskeran ji welatiyan re got, 'hûn werin daran bibirin'. Lê welatiyan qebûl nekir. Cerdewan ji Sêgirkê anîn û bi cerdevanan daran dibirin Ev hem neyariya gelê kurd û hem jî neyariya xwezayê ye. Bi birîna daran peyama "Em ê hem mafê we yê jiyanê û hem jî yê hawirdora tune bikin. Em ê bi kuştin, qetilkirin û wêrankirinê we perîşan û koçber bikin.” 
 
EM Ê LI DIJÎ OPERASYONAN TÊBIKOŞIN'  
 
Hasan Ozguneş, herî dawî anî ziman ku wekî parlementerên herêmê, operasyonên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin û wiha got: "Em ê her tim li dijî polîtîkayên bêexleq û bêwîjdan di çalakiyan de bin. Li dijî van polîtîkayan helwestek me û têkoşîna me ya  bêdawî heye. Di dîrokê de baş an xerab; hevkariya kurd û tirkan serkeftinên mezin bi dest xistiye. Lê çi cara bi gelê kurd re neyartî kirin, wê çaxê xisar derketine. Heta ku ev polîtîqayên qirêj  û operasyonên eskeri bên sekinandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Siyaseta qirêj a ku li Tirkiye, rojava, başûr û rojhilat tê meşandin wê tu encamê nagire. Ev şerê ku pêk tê divê bi rêbazên demokratîk bê çareser kirin. Heta ku şer bidome dê Rojhilata Navîn azad û wekhev nebe.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

13/07/2020
09:04 Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:39 Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt
07:30 Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû
07:29 Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye
12/07/2020
20:10 'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'
19:44 Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê'
18:18 Jinek li Îzmirê kuştin
17:16 Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin
16:54 Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin
16:05 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin
16:05 Li Mêrdînê kesek hat girtin
15:33 Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin
14:52 Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an
13:49 Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne
13:35 HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e
12:54 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin
12:28 Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin
11:44 Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir
11:27 Li Edenê kesek hat berdan
11:12 Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin
10:31 Şerê Tirkiyeyê yê avê herî zêde bandorê gel dike
09:11 Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin
09:03 Dîrokzan Dînç: Dîroka roja vekirina Ayasofyayê dîrokeke manîdar e
09:03 Axtamara hê jî bivênevêya serdêran e
09:02 4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2020'AN
11/07/2020
22:21 Li nêzî Parka Newrozê agir bi pirêzeyan ket
20:06 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344
19:21 Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn
16:57 Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
15:35 Der barê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê dan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqere çalakî
15:15 Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin
15:04 Derbarê kuştina zarokê 5 salî kesek hat girtin
14:47 HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn
14:22 Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin
14:06 Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salan bînin
14:04 Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin
13:36 Li Bismil zarokeke biçûk mirî hat dîtin
13:24 CÎSST'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kir rapor
12:35 Tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li xebatkaran ferz kirin
12:31 Piştî operasyona eskeran hemû dahl û rezê welatiyan şewitî
12:10 Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir
11:59 Xizmên windayan çîroka Kadrî Yilmaz pirsîn
11:01 AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
11:00 Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin
09:30 44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in
09:14 'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê
09:13 Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
09:12 Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin
09:12 Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir
09:11 Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
09:10 Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN
10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan