Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin

  • rojane
  • 09:27 21 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê yên ku her hefte li aqûbeta zarok û xizmên wan di hatine windakirin were hînbûn û kujer werin darizandin çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê xwe ji bo hefteya 800’î amade dikin. Daxwaz û têkoşîna 25 sal in a Dayikên Şemiyê ew e ku gorek wan hebe û edalet pêk were. 

 
Li Tirkiyê û Kurdistanê di salên 1980’yî û 1990’î de bi hezaran kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin û windakirin. Aqûbeta gelek kesan nayê zanîn û kujer nehatine darizandin. Pêvajoyek dijwar hat birêvebirin û hêj ew pêvajoya tarî di bîra her kesî de ye. Nezelalkirina aqûbeta van kesan û nedîtina kujeran bû sedemê têkoşîna malbatan û parêzvanên mafê mirovan. 
 
DENG VEDA Û MEZIN BÛ 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 1992’yan de bi dirûşma “Bila Winda Bên Dîtin” kampanyayek ji bo windayan da destpêkirin. Ev kampanya di sala 1995’an de bi beşdariya çend malbatan li Meydana Galatasarayê veguherî çalakiya rûniştinê û li seranserî welat deng veda. 25 sal in ev çalakî wek çalakiya Dayikên Şemiyê berdewam dike. 
 
JI WÊ ROJÊ VE BÊNAVBER TÊDIKOŞIN Û EDALETÊ QÎR DIKIN 
 
Çalakiya dayikan a ewil di 27’ê Gulana 1995’an de dest pê kir. Her ku çû hejmara van malbatan zêde bû û têkoşîn û çalakiya Dayikên Şemiyê yek ji çalakiyên herî domdirêj a Tirkiyê tê zanîn.  Ji roja çalakiyê dest pê kiriye heta roja îro bi êrişan û qedexeyan re rûbirû ma. Lê dayikan li qedexe, astengî û êrişan guhdar nekir û bê navber li ber xwe dan û têkoşiyan. 
 
DI HEFTEYA 700’Î DE ÊRIŞÎ DAYIKAN HATIBÛ KIRIN 
 
Dayikên Şemiyê ji ber zext zêde bûn di 13’ê Adara 1999'an de navber dan çalakiya xwe. Dayikan carek din daketin qadan û di 31’ê Çileya 2009’an de çalakiya xwe domandin. Ji sala 2009’an çalakî bênavber domiya û di hefteya 700’î de yanî roja 25’ê Tebaxa 2018’an de li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî polîsan çalakî qedexe kir û destûr neda daxuyanî were dayîn. Polîsan êrişî dayikan kir û 47 kes hatin binçavkirin. Pişt re serbest hatin berdan. 
 
JI HEFTEYA 700’Î VE MEYDAN QEDEX YE 
 
Piştî hefteya 700'î her hefte Dayikên Şemiyê xwestin li Meydana Galatasarayê kom bibin û daxuyanî bidin lê ji wê rojê heta îro polîs pêşiya wan dibirin û destûr nadin çalakî li Meydanê pêk were. Dayikên Şemiyê jî li ser vê yekê çalakiya xwe li kuçeya avahiya ÎHD’ê lê ye çalakiya xwe li dar dixin. Niha jî ji ber tevdîrên koronayê dayik her hefte çalakiya xwe li ser platformên medya civakî li dar dixin. 
 
LI MECLÎSÊ KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ HAT DAMEZRANDIN 
 
Di sibata sala 2011’an Serokwezîrê wê demê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Dayikên Şemiyê vexwend Qesra Dolmabahçeyê û li gel wan hevdîtin pêk anî. 10 dayik û li ser navê ÎHD’ê 2 kes wek temsîlî beşdarî hevdîtinê bûn. Erdogan di vê hevdîtinê de soz da malbatan û gotibû “pirsgirêka we pirsgirêka kabîneya min e.” Dayikên Şemiyê jî derbarê daxwaz û çalakiya xwe de dosyeyek berfireh radestî Erdogan kiribûn. 
 
HER ÇIQAS ERDOGAN FERMAN DA JÎ LÊ PÊŞKETIN ÇÊNEBÛ 
 
Piştî vê hevdîtinê li ser fermana Erdogan ji bo aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di darbeya leşkerî ya 1980’yî de hatibû binçavkirin û windakirin were lêkolînkirin û zelalkirin Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê hat damezrandin. Komîsyon bi şahidên Cemîl Kirbayir re hevdîtin kirin. Her çiqas şahid hatin guhdarkirin û endamên emniyet û MÎT’ê hatin darizandin jî lê bes pişt re tu gav nehatin avêtin. 
 
25 SALIN LÊGERÎNA EDALETÊ DIDOME 
 
Dayikên Şemiyê ku 25 sal in bi dirûşmeyên “Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin” û “Winda diyar in kiryar li ku ne” çalakiya xwe didomînin û xwe ji hefteya 800’î re amade dikin ku li dar bixin. Vê şemiya pêşiya me çalakî dikeve hefteya 800’î. Heta niha ji bo daxwaza dayikan a bila aqûbet diyar bibe û kujer werin darizandin û qîrkirina wan edaletê tu gavek nehatiye avêtin. 
 
MA / Semra Tûran 
 
 
 
 

Sernavên din

21/07/2020
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin
20:48 Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:50 Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin
19:30 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
19:19 KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
17:01 HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
16:28 ‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke'
16:28 3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin
15:41 Ji Aytaç û Tîmtîk re nameyên piştevaniyê şandin
15:26 ‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’
15:20 Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin
14:59 KCD, DBP û HDP’ê gelê Giyadînê ziyaret kirin
14:53 Polîsan mudaxileyî malbatên xwestin daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin
14:21 HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike
14:16 ‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn
14:07 Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin
13:37 Ji HDK, DBP û ÎHD’ê daxuyaniya pirsûsê
13:31 Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be
13:04 Nameya Î.E. ku çawişê pispor tecawizê wê kiribû derket holê
13:01 Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin
12:37 Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin
12:32 Birîna ceyranê birin darazê
12:19 Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê
12:08 Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn
11:40 Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû
11:03 Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene
11:02 Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
10:57 Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe
10:54 Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket
10:28 Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin
10:11 Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin
09:00 ‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’
09:00 Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
09:00 ‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’
09:00 Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN
19/07/2020
20:48 Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:35 Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e
18:05 HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê
17:48 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
17:40 ‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’
16:20 Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin
14:24 MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh
14:14 Meclîsa Jinê: Jinan di xêzkirina şoreşê de rolek mezin lîst
13:47 TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin
13:05 Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene
12:16 DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
11:37 Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin
11:25 Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin
11:04 Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû
10:31 KNK: Gel ji bo Şoreşa Rojava bedelên gelek mezin da
10:27 WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin
10:26 SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin
09:56 MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
09:42 Rejîma bê kontrol mayinde kirin
09:24 Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve
09:22 Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire
09:21 Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê
09:20 Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin
09:13 Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
09:12 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin
09:05 Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN
18/07/2020
22:20 Li Agiriyê ji ber îstîsmara zayendî hat girtin
21:41 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye