101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin

  • rojane
  • 11:37 21 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL - 101 Porsipiyên ku ji fikrên cuda yên siyasî li hev kom bûn, danezanek hevpar weşandin û ji bo îtîfaka demokrasiyê bang kirin. Porsipiyan ji kesên demokrasiyê diparêzin xwest ku di bin baneyê demokrasiyê de li hev kom bibin.
 
101 Parsipiyên ku di nava wan de nivîskar, rewşenbir, helbestvan, hunermend û akademîsyen jî hene, danezanek hevpar weşandin û bal kişandin ser rewşa xerab a Tirkiyeyê. 101 Porsipiyan di serî de bang li ciwanan kir û xwest hemû kesên aştî, demokrasî û pêşerojek Tirkiyeyê ya demokratîk dixwaze di bin baneya îtîfaqa demokrasiyê de li hev kom bibin. Porsipiyan xwest ji bo bigêjin civakek azad û adîl hemû hezên muxalif di bin baneya îtîfaqa demokrasiye de li hev kom bibin û wiha gotin: "Em kesên porsipî ji beşên cuda ji paşerojên cuda  siyasetên cuda hatine, ji bo li welatê me civakek azad û adîl di nava aştiyê de bijî, bi taybetî em bang li ciwanên me yên heviya pêşerojê ne dikin. 
 
*Welatê me heta îro tu carî di pêvajoyek wisa tarî, bê hiqûq, bê edalet, tijî neheqî û di nava welatê cîhanê re bê îtîbar re derbas nebûbû. 
 
* Niha Destûra Bingehîn bi awayekî fîîlî bê tesîr bûye. Daraza ku divê serbixwe û bê alî be ketiye fermana Qesrê. Temîtana Komarê êdî bê fêde ye. 
 
* Her tişt keyfî ye û zext zêde bûne. Di vê rexşê de demokrasî û hiqûq nemaye. 
 
* Can û malê welatiyan di bin gefan de ye. Zagonên ku mafan û azadîya mirovan tune dihesibîne, rojnamegeran binçav û ceza dike, mafê welatiyan binpê dike, hemû rêxistinên pîşeyî bi îqtîdar û qesrê ve girê dide roj bi roj zêde dikin. 
 
* Bi feraseta belavbûn û fetîhan li şûna rêgeza "Li Welat aştî, li cîhanê aştî" li hundir û derve şer pêş dixin. Dijminantiyê zêde dikin. 
 
* Ya herî girîng jî eniyan perçe dikin û tovê dijminantiyê dixin nava me. Divê hemû kesên oldar, laîk, Sunnî, Elewî, rastgir, çepgir, Kurd, Tirk, jin û ciwan her kes ji vê yekê re bêje raweste." 
 
Porsipiyan, destnîşan kirin ku ew hemû di bin gefan de ne û wiha lê zêde kir: "Divê kes nebêj 'Dest nadin min' Divê ciwan guh bidin vê banga me. Me tu carî heviya xwe winda nekiriye. Em destûr nedin ku welatê me têxin nava tariyê, welatiyan xizan bikin binpêkirina mafan zêde bikin. Em destûr nedin berberî û dijminantiyê. Em bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Siberoj di destê we deye. Em kesên porsipî hêj dijîn dixwazin vê rojê bibînin." 
 
101 PORSIPIYÊN KU DANEZAN ÎMZE KIRIN 
 
Kesên îmze avêtin bin daxuyaniyê wiha ne: Abdullah Nefes, Abdulbaki Erdogmuş, Ahmet Aykaç, Ahmet Însel, Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Ali Bayramoglu, Ali Sirmen, Altan Oymen, Arif Keskiner, Atilla Dorsay, Aydın Cingi, Aydın Engin, Ayşe Erzan, Ayşenur Arslan, Baskın Oran, Bînnaz Toprak, Bulent Ortaçgil, Canan Arin, Celal Dogan, Cem Toker, Cengiz Aktar, Cengiz Çandar, Cihangir Îslam, Coşkun Ozdemir, Dogan Bermek, Ercan Karakaş, Erdogan Aydin, Ersin Kalaycioglu, Ersin Salman, Ertugrul Gunay, Ertugrul Yalçinbayır, Eşber Yagmurdereli, Fatma Gok, Fatmagül Berktay, Fehmî Koru, Fikrî Saglar, Filiz Ali, Genco Erkal, Gençay Gursoy, Gokhan Akçura, Gurel Tuzun, Hacer Ansal, Halîl Ergun, Hasan Cemal, Hayrî Înonu, Herkul Milas, Îbrahim Betîl, Îbrahim Sinemillîoglu, Îlhan Tekeli, Kazim Guleçyuz, Korkut Boratav, Marta Kalyoncu, Mehmet Hayrî Kirbaşoglu, Melek Ulagay, Meral Tamer, Meryem Koray, Moris Gabbay, Murat Belge, Murat Karayalçın, Mujde Ar, Nadire Mater, Nazar Buyum, Necmiye Alpay, Nesrîn Nas, Nesteren Davutoğlu, Nurettin Sozen, Orhan Pamuk, Orhan Silier, Osman Ulagay, Oya Baydar, Oget Oktem Tanor, Omer Madra, Peral Bayaz, Rakel Dînk, Reşit Canbeyli, Riza Turmen, Selçuk Erez, Serra Yılmaz, Suleyman Coşkun, Suleyman Çelebi, Şahin Tekgunduz, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Şevket Pamuk, Şukran Soner, Şukrü Aslan, Tarhan Erdem, Tarik Ziya Ekîncî, Tugrul Eryilmaz, Turhan Gunay, Tulin Dursun, Umit Aktaş, Ustun Erguder, Vecdi Sayar, Veysi Dundar, Yaşar Okuyan, Yucel Erten, Zeynep Oral, Ziya Halis, Zulfu Livanelî. 
 
 
 

Sernavên din

21/07/2020
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin
20:48 Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:50 Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin
19:30 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
19:19 KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
17:01 HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
16:28 ‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke'
16:28 3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin
15:41 Ji Aytaç û Tîmtîk re nameyên piştevaniyê şandin
15:26 ‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’
15:20 Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin
14:59 KCD, DBP û HDP’ê gelê Giyadînê ziyaret kirin
14:53 Polîsan mudaxileyî malbatên xwestin daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin
14:21 HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike
14:16 ‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn
14:07 Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin
13:37 Ji HDK, DBP û ÎHD’ê daxuyaniya pirsûsê
13:31 Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be
13:04 Nameya Î.E. ku çawişê pispor tecawizê wê kiribû derket holê
13:01 Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin
12:37 Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin
12:32 Birîna ceyranê birin darazê
12:19 Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê
12:08 Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn
11:40 Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû
11:03 Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene
11:02 Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
10:57 Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe
10:54 Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket
10:28 Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin
10:11 Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin
09:00 ‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’
09:00 Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
09:00 ‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’
09:00 Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN
19/07/2020
20:48 Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:35 Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e
18:05 HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê
17:48 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
17:40 ‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’
16:20 Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin
14:24 MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh
14:14 Meclîsa Jinê: Jinan di xêzkirina şoreşê de rolek mezin lîst
13:47 TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin
13:05 Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene
12:16 DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
11:37 Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin
11:25 Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin
11:04 Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû
10:31 KNK: Gel ji bo Şoreşa Rojava bedelên gelek mezin da
10:27 WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin
10:26 SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin
09:56 MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
09:42 Rejîma bê kontrol mayinde kirin
09:24 Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve
09:22 Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire
09:21 Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê
09:20 Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin
09:13 Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
09:12 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin
09:05 Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN
18/07/2020
22:20 Li Agiriyê ji ber îstîsmara zayendî hat girtin
21:41 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye