Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê

  • rojane
  • 09:01 27 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Piştî Wanê, derket holê ku li Mêrdînê jî 400 kesî di pêvajoya pandemiyê de bêyî destûra wan bigirin, kirine endamê AKP’ê.

 
Li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind; di 16’ê kanûna 2019’an de hejmara endamên AKP’ê 10 milyon û 211 hezar û 596 kes bûne. Piştî 50 rojan 15 hezar û 692 kes ji endamtiya AKP’ê derketibûn û hejmara endamên wê daketibû 10 milyon 195 hezar û 904 kesan. Piştî demeke dirêj ji ber ku hejmara endamên wê dikevin AKP’ê bi dûrişmeya “Hejmara endamên me zêde dibe malbata me mezin dibe” seferberiya endamtiyê da destpêkirin. Di navbera mehên adar û tîrmehê ku di wan de vîrûsa koronayê dihat jîyîn, li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind; hejmara endamên AKP’ê 99 hezar û 783 hezar zêde bûne. Bi salane hejmara endamên AKP’ê bi nîqaş e. Derket holê ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de kesên ku “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê. 
 
LI TAXEKÊ 400 KESÎ KIRINE ENDAM 
 
Piştî ku li Wanê derket holê di pêvajoya vîrûsa koronayê de kesên ku hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê, buyereke mîna vê bûyerê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî pêk hat. Derket holê li gundê Ewîna ku HDP’ê ji sedî 80 deng lê digire, 40 kesên ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra wan kirine endamên AKP’ê. Welatiyên ku bi peyamên ji telefonên wan re hatin, bi vê rewşê hesiyan, matmayî man. Welatiyan ku bi peyamê hîn kirin bûne endamê AKP’ê, bi lêkolînekê derxistin ku holê ku hemû kesên ku di pêvajoya vîrûsê hezar TL “Alîkariya Piştgiriya Civakî” girtine, bê destûra xwe bûne endamên AKP’ê.
 
EMDAMTIYA XWE BETAL KIR 
 
Celîle Salgin, diyar kir ku bi peyama ku ji telefona hevjînê wê re hatiye pê hesiyaye bûye endama AKP’ê û wiha got: “En parçeyeke siyaseta dewletê ye. Dema peyam hat ez gelek bi hêrs û aciz bûm. Li gorî xwe wiha kirine. Piştî peyamê li ser e-Dewletê min endamtiya xwe betal kir. Piştî ku min hîn kir min kirine emdam, min ji derdora xwe jî pirsî û hîn kir ku ji gelek kesan re peyamên endamtiyê hatiye.”  
 
‘JI BO ME ŞERM E’
 
Salgin, destnîşan kir ku li Ewina nêzî 400 kesî kirine endamên AKP’ê û ev tişt anî ziman: “Em li keya û Hevserokê HDP’ê yê navçeyê geriyan. Keya jî li parêzerekî geriya. Parêzer got ku bêyî îmzeyê tiştekî wiha nabe. Lê me kirine endam. Bi rêya keya em li serokê AKP’ê yê navçeyê jî geriyan. Serokê AKP’ê ji me re got ku eleqeya wan bi rewşê tuneye. Ji bo milletê me endamtiya AKP’ê şerm e. Dixwazim herkes emdatiya xwe ya partiyê kontrol bike.”
 
KONTROLA EMDAMTIYÊ
 
Mehmet Surer jî da zanîn ku bi peyama ku jê re hatiye bi endamtiya AKP’ê ya hevjîna xwe hesiyaye û wiha got: “Hat gotin ku kesên ku hezar TL alîkarî girtine kirine endam. Kes nabêje lê dema tê pirsîn dertê holê ku ji gelek kesan re peyam hatiye. Hevjîna min kirine endam. Lê hevjîna min timik li gund e û ji gund dernakeve. Bi tirkî jî nizane û xwendin û nivîsandina wê jî tuneye. Navê partiya (HDP) bi zorê dizane. Divê herkes endamtiya xwe kontrol bike.”
 
 SEROKÊ AKP’Ê YÊ NAVÇEYÊ: WELATÎ DIXWAZIN BIBIN ENDAM
 
Serokê AKP’ê yê Navçeya Stewrê Ensarî Kavak ku me bi telefonê xwe gihandê, angaşt kir ku tu kesî bêyî destûra wan nekirine emdam û ev tişt got: “Dema ku me hezar TL alîkarî dida, gote gote ku kesên ne endamên AKP’ê bin dê alîkarî negirin hatibû belavkirin. Ji ber vê yekê welatî li me geriyan û xwestin bibin endam.”
 
‘EM LI SER NAVÊ AKP NEGERIYAN’
 
Kavak, da zanîn ku li ser navê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li kesên ku alîkarî girtine geriyane û silavên Erdogan ji wan re gotine û ev angaşt kir: “Hin ji wan digotin ku heke alîkarî bidomin ew ê bibin endam. Ji nêzî 3 hezar kesî re alîkarî hat kirin. Em neçar in ku bi silavên Serokkomarê me li 3 hezar kesî bigerin. Me jî dipirsî ku dixwazin bibin endam an na. Bi Koma Vefayê re cendirmeyan ev alîkarî belav kirin. Em li ser navê AKP’ê li van kesan negeriyan. Ji bo ku em hîn bibin alîkarî dane wan an na, em li wan geriyan.”
 
ENDAMTIYA BÊYÎ ÎMZEKIRIN FORM
 
Kavak, angaşt kir ku bêyî destûr tu kesî nekirine endam û wiha bersiv da pirsa me ya ji bo emdatiyê îmzeya şil pêwîst e ya na: “Ji bo emdamtiyê îmzeya şil pêwîst e. Ji ber pandemiyê em neçûn me form bi wan neda îmzekirin. Piştre ji bo ku form bigihîje wan me endamtiya wan çêkir.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

27/07/2020
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:27 ‘Jinên sosyalîst berdin’
13:44 Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye?
13:39 HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî
13:24 Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome
13:02 Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin
13:01 Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir
12:31 TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin
12:18 Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min
12:08 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
11:27 Li 3 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:24 Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir
11:07 Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin
10:28 Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene
10:11 Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e
09:52 Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike
09:01 Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
09:01 Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê
09:00 Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e
09:00 Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:26 Qanih: Ji ber bombebarana TSK'ê 440 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne
26/07/2020
20:13 Balefirên Tirkiyeyê li Bamernê wesayîtan bombebaran kirin
19:42 Kesê ku ket çemê Dîcleyê winda bû
17:47 Li Nisêbînê cenazeyek hat dîtin
17:20 'Heta Peymana Îstanbul têkeve meriyetê em ê li qadan bin'
17:12 Komîsyona Jinê ya DBP'ê: Em qet gavan paşve naavêjin
16:21 Jinan li Beyrûdê Weqfa Jîn vekir
16:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Zext nikarin têkoşîna me asteng bikin
15:47 'Em destûr nadin Peymana îstanbul betal bibe'
15:30 HDP, beriya hevdîtina foruma li Gundogdu bi jinan re civiyan
15:00 Agirê li Sêrtê bi daristanê ketiye belav dibe
14:23 Rêxistinên jinan binçavkirina jinên ESP'î şermezar kirin
13:45 Li Farqînê keyayek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji ber Tirkiye ava Firatê qut dike zarokên li Til Temîrê nexweş dikevin
12:59 Li Serêkaniyê teqîn: 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn
12:57 ESP’ê binçavkirina jinan şermezar kir
Binçavkirin, êrîşa nasnameya jina azad e
12:25 Meclîsa Jinan a HDP'ê binçavkirina jinan şermezar kir
10:51 Dag li ser giliyê malbatên li pêş HDP'ê rûniştine binçav kirin
10:38 Polîsan Hevseroka Giştî ya ESP'ê û endamên SKM'ê binçav kirin
10:07 'Yê Tirkiye derxe ronahiyê Ocalan e'
09:10 Nûnera KCDAP Onder: Erka siyasetmedaran ne weşandina peyamên sersaxiyê ye
09:09 Rojnameger Denîz: Tirkiye bi çekên kîmyewî û qedexe li Heftanînê şer dike
09:08 14 rêveberên qeyûm ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatin girtin
09:07 Kuafor alîkariyê dixwazin
09:05 Kesên alîkariya pandemî girtin kirin endamê AKP’ê
09:03 Berê rêya betlaneya xwe bidin Wanê
09:02 ‘Jin di xwezayê de’ bi muzîkê re gihiştin hev
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN
25/07/2020
22:01 Li cihê xwest lê xwarinê bixwe rastî tundiya polîsan hat
20:40 Şewata li Cûdî rû da dewam dike
20:23 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 225 hezarî derbas kir
20:07 Kiliçdaroglû dîsa bû Serokê Giştî yê CHP’ê
19:51 3 mirovên Şemiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:38 Li Bedlîsê li qada daristan şewit derket
19:26 Li Şirnexê sewqiyeta maşîneyên zirxî
16:43 Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbaye ji wezîfeyê hatin girtin
16:02 Qeyûmê Sêrtê Mala Şînê kir Ocaxa Mengî
15:18 ‘Qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî jî zêde bûn’
14:59 Aqubeta Gulunay ê 28 salin winda ye pirsîn
14:53 Li Amedê nexweşxane têje bûn: Di 2 rojan de 20 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketin
14:09 'Eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Birêz Ocalan e'
14:01 Li gel astengiyan jî dayikan qurnefîl danîn Galatasarayê: Polisan 3 kes binçav kirin
13:59 Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû
13:45 Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin
12:54 Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan
12:53 Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên
12:37 Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:20 Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn
11:32 Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê
11:23 Li Girtîgeha Aksarayê 2 kesên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:41 Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe
10:25 Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
10:04 Li Gêxiya Çewlikê erdhej çêbû
10:03 Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket
09:44 Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da
09:20 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin
09:08 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome
09:07 Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne
09:06 Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan
09:06 ‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’
09:05 GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn
09:03 Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye
09:02 Geverê bêav hiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:31 Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin
08:30 Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand
24/07/2020
21:37 Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne
20:29 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî
16:16 Li Mêrsînê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:10 Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir
14:53 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:49 Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne
14:49 Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye
14:16 Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da
13:58 HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya
13:33 Komeleya Mûnzûrê ji bo Barmagiç kampanya da dest pê kirin
12:52 ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir
12:51 Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin
12:30 Malbatê 2 xwişkên winda dîtin