Dozger xwe negirt ji HDP'ê re got ‘Qaşo partî’

  • rojane
  • 09:03 30 Tîrmeh 2020
  • |
img
DÎLOK - Îdîameya ji 668 rûpelan pêk tê ya darbarê 35 girtî 61 siyasetmedarên kurd û endamên komleyê de li Dîlokê hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Di îdîanameyê de, dozger xwe ne girt û ji HDP’ê re got “Qaşo partî” û xebatên wê sûc dîtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê bi rêve bir de, polîsan di 14’ê Mijdara 2019’an de bi awayekê hem wext bi ser gelek malan de girtin, 57 siyasetmedarên kurd ên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de, binçav kiribûn. Dûre 35 kes sewqî dadgehê hatibûn kirin û bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hatibûn girtin. Siyasetmedarên 6 mehan bi awayekê teknîkî û fîzîkî hatibûn şopandin, xebatên wan ên partiyê,  ji wan hatibû pirsîn.  
 
ÎDÎANAMEYEK JI 668 RÛPELAN PÊK TÊ AMADE KIRIN
 
Dozgerê  ku îdîanameya derbarê 35 jê girtî 61 kesan de amade kiribû, pêşkêşî dadgehê kir. Îdîanameya ji 668 rûpelan pêk tê ya li ser îdîayên “Endatiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin”, “Madeyên teqemeniyê li gel xwe girtin û peyda kirin” û “Li djî qanûna pêşîlêgirtina finansmana terorîzmê derketin” hatibû amadekirin ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ve hat qebûl kirin. Danişîna yekemîn di 23’yê Mijdarê de wê bê lidarxistin. 
 
ÎDÎAYA ‘RÊXISTINA KCK’Ê’
 
Di îdîanameyê de, partiyên siyasî yên weke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Ciwanên HDDP’ê, Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), sazî û komele weke girêdayî KCK’ê hat cih girtin. Bersûc jî bi îdîayên “Rêxistina Qada Malî û Aborî”, “Rêxistina Qada Jinê”, “Koordînasyona Bajêr”, “Rêxistina Koordînasyona Derve ya Girtîgehan” û “Rêxistina Ciwanan” hatin sûcdarkirin. Dîsa xebatên mîna zikat, fitir, zerf û kartên Newrozê di çarçoveya xebatên “Rêxistina Qadê ya Malî ya KCK’ê” de hatin nîşandan. 
 
‘QAŞO’ PARTÎ: HDP
 
Dozgerê ku îdîaname amede kir, xwe negirt û ji partiya HDP’ê re got ‘qaşo partî’ û Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Muslum Kiliç û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Şahînbeyê weke delegeyên KCD’ê nîşan dan. Di beşeke mezin a îdîanemyê de, hat îdîakirin ku HDP xebatên KCK’ê,dibin navê partiya siyasî de bi rêve dibe. 
 
HEVDÎTINA BI BIRA RE SÛC DÎTIN!
 
 Di heman demê de, Hevserokê HDP’ê yê Şahînbey Mehmet Ozkan ji birayê xwe Cuma Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê re pere dişîne jî weke delîlên “Koordînasyoan Derve ya Girtîgehan” di îdînameyê de cih digirin.
 
TOGRUL: HEWL DIDIN KRÎMÎNALÎZE BIKIN
 
Parlameterê  HDP’ê yê Dîlokê  Mahmût Togrûl îdîanameya darbarê siyasetmedarê kurd de hat amadekirin nirxand û wiha got: “Hewl didin partiya me krîmînalîze  bikin û armanca dikin ku nekare xebatên xwe bi rêve bibe. Li Dîlokê helwdanek taybet heye. Hemû xebatên partiyê weke ‘xebatên rêxistinê’ lanse kirine. Bi vê jî dixwazin pêşiya mirovên ku dixwazin bên partiya me bigirin. Li Tirkiyeyê partiya me, partiya 3’yemîne. Bêyî HDP’ê ne pêkane ku demokrasî li vî welatî pêş bikeve.” 
 
‘HIQÛQÊ TUNE DI HESIBÎNIN’
 
Togrûl, da zanîn ku hiqûqê tune dihesibînin û wiha bi lêv kir: “Darazê rêzikname û bernameya me qebûl kiriye. Hemû xebatên partiya me legelan. Lê desthilatdarî dixwaze xebatên me îlegal nîşan bide. Di destê wan de tu sûcdariyek tuneye. Daraz kirine amûrê xwe û bi hêzên ewlekariyê jî zextan li partiya me dikin. Bi vî awayî hevalên me didin girtin. Bêhiqûqiyek mezin heye. Bi van hewldanan dixwazin partiya me linç bikin. Lê di rastiyê de wê nekarin HDP’ê asteng bikin. Her roja diçe ew biçûk dibin.  Çi dema ku tengav dibin êrîşî me dikin. Ligel van zext û zoriyan jî, her roja diçe HDP mezin dibe û ji bo Tirkiyeyê diyarker dibe.” 
 
SIYASETMEDARÊN GIRTÎ TÊN DARIZANDIN
 
Navê siyasetmedarên di çarçoveya dosyayê de girtine wihe ye: “Hevserokên DBP’ê yên bajêr yên berê Fadîle Dîkîcî û Abdullah Înce, Hevserokê HDP’ê yê berê Muslum Kiliç, Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Şehîdkamil ê berê Selman Tutumlû, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Şahînbey ê berê Mehmet Ozkan, Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Şehîtkamîl Tahîr Altug, Hevserokê HDP’ê yê Şahînbey ê berê Îsmaîl Berkpinar, Hevseroka HDP’ê ya Şehîtkamîl a berê Bîrcan Demîr , dayika aşiyê Dûrrî Kaygusûz, endamên PM’a HDP’ê Omer Farûk Koç, Guler Erat, Fatma Lebe, rêveberê Kurdî Derê ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Zekî Demîr, rêveberê HDP’ê yê Şahînbey Şukrûllah Ozalan, rêveberê DBP’ê yê navçeyê yê berê Nafî Demîr, hesabgire HDP’ê yê Bajêr Kasim Şan, rêveberên DBP’ê yên berê Emîn Kavak û Ahmet Îlbaş, rêveberê HDP’ê yê bajêr Mûstafa Tûç, xebatkarên HDP’ê Şefik Sondu, Mehmet Çiftçi, Nesime Çınar, Hasret Ergin, Habat Gengeç, Mehmet Emin Gumuştekin, Muslum Şahinsoy, Serhat Yildirim, Suleyman Yagiz, Diyar Bayram, Halil Kiliç, Cumali Taşçi, xwendekarê zanîngehê Ramazan Kuas, Azime Bali, Muslum Ozkan û Çengiz Tunç.
 
Navê kesên di çarçoveya dosyayê de ne girtî tên dariznadin jî wiha ye: Servet Bayram, Mahmut Aycan, Şahin Demir, Ali Yildiz, Mehmet Karayilan, Sultan Bayindir, Hamza Bayindir, Faik Dursun, Guli Yaman, Mehmet Şahin, Nuray Goktepe, Bedran Fermanoglu, Sedika Yaman, Mustafa Yucel, Bekir Emlik, Hatice Kuçuker, İbrahim Kaya, Sultan Ozalp, Abdurahman Yalin, Parêzer Ahmet Hartavi, Azad İder, Diyar Beçet, Erol Daşdelen, Hasret Ergin, Huseyin Kiliç, Omer Gumuştekin û Merve Oztep.  
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

30/07/2020
11:22 Bi fatûreyên sexte bi milyonan pere hatiye razandin!
11:22 Malbatan ji bo hevdîtin û telefonê serlêdan kirin
11:00 Uca: Bila 3'ê tebaxê Roja Têkoşîna li Dijî Qirkirina Jinê îlan bikin
09:25 Strana ‘Xwe Nekuje’ banga yekrêziyê dike
09:04 'Çavê li deriyan xwelî li seriyan'
09:04 'Ji bilî nanûzikê xwe, em tiştek din nafikirin’
09:03 Ji dayika Yabaşkûl a hatibû qetilkirin berteka Peymana Stenbolê
09:03 Xizanên Stenbolê: Heya ku AKP neçe ev krîz wê dewam bike
09:03 Dozger xwe negirt ji HDP'ê re got ‘Qaşo partî’
09:02 Ji bo avakirina kaniyên Mûnzûrê amadekarî
09:01 Aktîvîsta TJA'yê: Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin
09:01 Esnaf ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo zarokên herêma erdhejê kampanya dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2020'AN
29/07/2020
19:54 Kesên ji ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 659'an
19:15 Îfadeya Abarakov wê dîsa bê girtin
17:28 Rapora ÎHD'ê ya Kurkçulerê: Mafê tenduristiyê asteng dikin
16:52 Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin
16:03 Hevserokê DBP'ê yê berê Kayar 15 rojin wenda ye
16:02 Li Amedê rojane testa 300 kesî pozîtîf derdikeve
16:01 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
15:29 ÎHD'a Wanê: Di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan binpê kirin
15:14 Li Meclîsê ‘çêr’ bi dengdayînê hat qebûlkirin
15:04 Hempîşeyên Unsal û Tîmtîk ji bo wan bang kirin
14:48 DÎSK-AR: Dewletê 11,6 mîlyar tl kêm da kesên teqawîd
14:45 Li Îmraliyê qedexeyên ragihandinê: AYM red kir parêzeran jî bir DMME’yê
13:36 Operasyona nelirêdiyê: Ligel Midûrê DEDAŞ'ê 5 kes girtin
13:02 Baroya Edeneyê: Daxwaza Medya Civakî li diji demokrasiyê ye
12:26 Bavê 5 zarokên wî girtî jiyana xwe ji dest da
11:50 Li Licê bi qasî 600 hektar qad şewitî
11:44 Li dijî qeyûmê Mêrdînê operasyona nelirêtiyê
10:55 Xebatên lêgerîna ji bo Yagbasan ê li çemê Dîcleyê winda bû didomin
10:43 Qeyûm mala şînê ya tune şewitand!
09:04 Ocalan: Feraseta îqtîdarê ya ol, feraseta olê bi maske ye
09:04 Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne
09:04 Ji ber şîna xwişka xwe hat sûcdarkirin!
09:04 Yaylali: Dewlet jinên kurd wek gefê dibîne
09:03 Kesên qurbanan difiroşin: Keda me tê xwarin
09:02 Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
09:02 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Jiyana wan di talûkeyê de ye
09:02 Porspî bang li muxalefetê dikin: Bibin yek û tifaqa demokrasiyê ava bikin
09:01 ‘Goristana Kîlyosê ji komkujiyên Zîlan û Dersimê necudatir e’
09:01 Dayikên Aştiyê: Tecrîd dibe sedema rondikên çavên dayikan
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:50 Meclîsa Tirkiyeyê daxwaza Medya Civakî qebûl kir
28/07/2020
21:58 Jinên sosyalîst ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:42 15 kes ji ber koronayê mirin
20:35 Payebilindên Şaredariya Mêrdînê ji ber nelirêtiyê hatin binçavkirin
20:01 Iraqê vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê rawestand
18:47 Li Mêrdînê jina ciwan a tê gotin întîhar kiriye mir
16:48 Bi çeka bavê xwe hewl da întîhar bike
16:26 ‘Rêveberiya Şewbê feraseta Qeyûm e'
16:26 Simîtfroşê nikarîbû biçe Enqereyê xwest întîhar bike
15:37 Kiliçdaroglu: Ez soza çareseriya pirsgirêka Kurd didim
15:35 Kesê ku doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin jî kirine endamê AKP’ê
15:20 103 meh derbas bûn: Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye
15:19 Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin
15:00 Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin
15:00 ANYAKAY-DER: Tundiya zayendî êrîşa politik e
14:24 HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
14:07 100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike
13:58 Dersim Konak nehat berdan
13:46 Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
13:34 Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin
13:24 Platforma Demokrasiyê: Peymana Îstanbul dide jiyandin
13:06 Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin
12:18 Bexçeyê qeyûm hişk bû
11:57 Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
11:55 Li Lîcê agir bi daristanê ket
11:54 Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike
11:43 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:42 Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê
11:34 Walîtiya Dîlokê jî çalakiyan qedexe kir
10:52 Welatiyên ava wan hat birîn rê li trafîkê girtin
10:01 Ewlekariyê hemû çalakî û bername qedexe kirin
10:01 Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe
09:32 Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye
09:28 Li Esenyûrtê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:05 Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
09:05 ‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê'
09:04 Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
09:04 ‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’
09:03 Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû
09:03 Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
09:02 Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne
09:02 Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin
09:01 'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'
09:01 Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan
09:01 Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
27/07/2020
21:16 Zilam keç û hevjîna xwe kuşt
19:51 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bal kişand ser tecrîdê
19:14 Demîrtaş û Yuksekdag dîsa nehatin berhdan
19:03 Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin
15:52 ÎHD: 19 girtî mirin
15:45 Şewata li Hewêlê hat vemirandin
15:39 Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin
15:22 Jinan bersiv da dewletan
14:49 Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin