Ji Kobanê ber bi Kîlyosê, ji êşê ber bi hêrsê

  • rojane
  • 09:03 31 Tîrmeh 2020
  • |
img
 
STENBOL - Belkîze Yildirim ku piştî du salan hestiyên kurê xwe ji Goristana Kilyosê girt got: "Dikarim her tiştî efû bikim, lê kesên bêriziyê li tiştên min î pîroz û cenazeyên min bikin, efû nakim." 
 
Yek ji dayikên ku hestiyên kurê wê jî li bin peyarêyê hatibûn veşartin jî Belkîze Yildirim e. Yildirim gava bi vê yekê dibihîse êşa wê vediguhere hêrsê. Yildirim ku ji bo dîmena li Kîlyosê dibêje "wehşet e", gava hestiyên kurê xwe yên di nava qabeke plastîk de dibîne bêyî ku tiştekî bibêjê tenê nîşaneya serketinê dike û radihêje hestitên kurê xwe. 
 
MIN TU CARÎ NEGOT 'BEHZAT' 
 
Belkîze Yildirim, ji Xîzana Bedlîsê ye. Di sala 1994'an de kurek wê tê dinê. Navê Berzan lê dike. Lê belê ji ber ku midûrê nifûsê dibêje navê Berzan bi kurdî ye qebûl nake. Yildirim jî çendî îtiraz bike jî daxwza wê nayê qebûlkirin û di nasnameyê de navê Behzat li kurê xwe dike. Dayik Yildirim ji b vê dibêje: "Lê min tu carî ji kurê xwe re negot Behzat." 
 
Wexta kurê wê Berzan 6 mehî bûye, esker gundê wan dişewitînin. Gund ê valakirin û malbata Yildirimê jî bi qasî salekê li bedlîsê dimîne. Dû re malbat di sala 1995'an de die Stenbolê. Zarokên Yildirim jî ji bo debara xwe lia tolyeyên tekstîlê dets bi kar dikin. Berzan jî dixwîne, lê piştî çend salên ewil ên lîseyê dev ji dibistanê berdide. Di sala 2010'an de, yanî di 16 saliya xwe de tevli nava xebatên ciwanan ê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) dibe. Berzan, ji ber xebatên xwe yên polîtîk tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne û gelek caran tê binçavkirin. Di sala 2013'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin. Piştî salekê tê berdan û gava tê berdan xebatên xwe yê ciwanan cardin didomîne. 
 
‘EM LI SER AXA XWE BIJÎN' 
 
Belkîze Yildirim, anî ziman ku kurê wê li Stenbolê mezin bûye lê belê tu carî hez ji Stenbolê nekiriye û tim û tim hêleke wî li welêt bûye. Yildirimê, diyar kir ku wexta carinan wê û kurê xwe sohbet dikir tim jêr e gotiye: "Em ji van deran biçin. Em birçî bin jî, bila em li ser axa xwe birçî bin." Yildirim, anî ziman ku kurê wê her cara ku keys didît diçû Bedlîsê. 
 
Berzan gava dibe 20 salî êdî nasekine û di sala 2014'an de, di Cejna Qurbanê de berê xwe dide çiyê. Dayik Yildirim, anî ziman ku berî ku kurê wê biçe bi hev re çûne Amedê û got, li wir tim û tim wêne girtine û cara ewil bû ku wê û kurê xwe werê xweş geriyane û dem derbas kirine.
 
Yildirim, anî ziman ku wexta amadekariyê xwe kirine ku vegerin, kurê wê jê re gotiye "Dayê, tu biçe ez ê hefteyek dinê werim" û got: "Ez vegeriyam hatim Stenbolê. Hefteyek derbas bû kurê min nehat. Telefona wî girtîbû. Bû d hefte, bû mehek... Weku dinya li ser serê min xwar. Ji be rku min ji zûvde xeber jê negirtibû jiyan rawestiyabû. Piştî salekê pê hesiyam ku kurê min ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike çûye Kobaniyê. Ji ber ku min zûde xeber ji kurê xwe negirtibû, bi vê xeberê kêfxweş bûm. Tim bihêviya ku ez ê wî bibînim jiyam. Niha tenê îşligek wî yê spî û bêhna wî ya li ser wî îşligî ji min re maye." 
 
DI CEJNÊ DE XEBERA MIRINÊ 
 
Berzan, piştî ku diçe Kobaniyê salek şûnde, di Cejna Qurbana 2015'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Dayik Yildirim ku piştî demekê xebera mirina kurê xwe dibihîse got: "Kurê min roja cejnê çûbû. roja cejnê jî xebera mirina wî hat. Wexta pê hesiyam wekî dinya bi ser serê min de bê xwar. Min digot ez ê careke din bi xwe ve neyêm, lê belê xwedîderketina li bîranîna wî ji bo min peywirek bû. Loma min êşa wî û bîranîna wî li nava dilê xwe veşart û min xwe li jiyanê girt." 
 
GORISTAN Û PEYARÊ 
 
Dayik Yildirim, piştî xebera mirina kurê xwe dibihîse rast berê xwe dide navçeya Pirsûs a Rihayê. Yildirim, li vira cenazeyê kurê xwe werdiigire û dibe wî li Goristana Xerzanê ya Bedlîsê defin dike. Lê belê 2 sal şûnde esker goristanê xera dikin û cenazeyên li goristanê hemûyan dibin Saziya Tiba edlî ya Stenbolê û ji wir jî dibin li Goristana Kîlyosê li bin peyarêyekê vedişêrin. 
 
CARDIN CENAZEYÊ KURÊ XWE WERDIGIRE 
 
Dayik Belkîze Yildirim, vê carê jî pê dihese ku Goristana Xerzanê hatiye rûxandin. Piştî pê dihese cenaze li Stenbolê ne, ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe diçe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dide û dû re ji bo DNA'yê xwîn dide Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û li bendê cenaze disekine. Yildirim ku tam du salan ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe têdikoşe û axirê piştî du salan encam DNA'yê kifş dibe û cenazeyê kurê wê radetsî wê dikin. 
 
NÎŞANA SERKETINÊ 
 
Dayik Yildirim ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe diçe Goristana Kîlyosê. Wexta dayik Yildirim dibîne ku cenaze li bin peyarêyekê hatiye veşartin, cardin pir diêşe. Yildirim, ligel zext û zoriyên cendirme û polîsan jî cenazeyê kurê xwe di nava qabeke plastîk de werdigire û li ber hestiyên kurê xwe tenê îşareta serketinê dike û xwedî li bîranîna kurê xwe derdikeve. Yildirim, piştî hestiyan werdigire cardin berê xwe dide Bedlîsê û cardin kurê xwe defin dike. 
 
'DIJMINATÎ YE'
 
Dayik Yildirim ji bo tiştên li cenazeyan tên kiri got bêrêzîtî ye û domand: "Li Kîlyosê li bin peyarêyekê veşartina cenazeyan wehşet e. Ne wijdan qebûl dike n ejî ehlaq. Dewletê bi vê yekê cardin nîşanda ku çawa dijminatiya kurda dike. Dikarim her tiştî efû bikim, lê kesên bêriziyê li tiştên min î pîroz û cenazeyên min bikin, efû nakim. Li dijî vê jî ez ê tim û tim bitêkoşim."
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

03/08/2020
12:27 Di têketina şaredariya ku daxwaza kar jê dikir întihar kir
12:26 Li Bestayê 3 roj in mudaxileyî şewatê nayê kirin
11:45 Li Geverê qeza: 6 kes mirin
10:48 Ji Serokê Baroya Rihayê Oncel berteka ‘Dadgeha Engîzîsyonê’
10:47 MXDŞ'ê xwest fermana 73’an weke cenosîd were naskirin
10:37 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye
10:30 DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir: 20 kes kuştin
10:17 Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin
09:52 Kîvark bi keda destê jinê digêjin ser sifreya gel
09:02 Parêzerên Tîmtîk û Unsal: Em agahiyê ji muwekîlên xwe nagirin
09:02 Fermana 74’an didome: Dixwazin tevahiya êzidîyan qetil bikin
09:01 Hevserokê SES'ê Taşer: Şewb dê demsala payîzê zêde bibe
09:00 Di mehekê de li herêma Mêrdîn 7 jinan 'întîhar' kir
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2020'AN
02/08/2020
21:59 Komeleya Jîn: Li tenişta jinên êzidî rawestin
21:48 YBŞ: Li dora YBŞ û YJŞ'ê kom bibin û parastina cewherî pêş bixin
20:45 18 kesên din bi vîrûsa corona mirin
19:50 Keştiya penaberan noqî avê bû: 4 penaber mirin
19:41 Agirê bi Çiyayê Bestayê ketiye belav dibe
16:36 60 rojnameger di Tîrmehê de hatin darizandin
15:36 Eskerê kuştî hat ditin defin kirin: Malbatê nexwest esker beşdarî merasimê bibin
15:10 Girtiyê bi Covît-19 kes çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
15:07 Rektorê ku wesayîta lüks a meqam xwest îstifa kir
15:06 Xwarziyê qeyûm û Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî hatin girtin
14:57 Polisan zarokek birîndar kirin
13:19 Bavê Unsal: Ma hûn dixwazin kurê min bikujin?
13:08 Girtiyê hat sewqkirin: Di rê de ne av ne jî xwarinê dan
12:12 Li Artûklû wesayîtek teqla avêt: 2 kes birîndar bûn
12:00 Lêgerîna ji bo ditina zarokê winda didome
11:49 ‘Wisa şewitîbû êdî malbatê gora zarokê xwe nas nekir'
10:56 Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin
10:04 Çelebî: Peymana Lîbyayê ji bo dem qezenckirinê ye
09:48 Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir
09:19 Her roj li Rihayê 350 kes bi şewba Covît19 dikevin
Li Nexweşxaneyan ji nexweşan re cih tune
09:03 Jinên Wanî: Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe
09:03 Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê
09:03 Ciwanan ji bo 'têkoşîneke pev re' bang kir
09:02 Fermana 74'an: Cîhan kor, ker û lal e
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN
01/08/2020
21:20 996 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
20:25 Cerdevanan welatiyek birîndar kir
20:10 Li Zozana Şerevanê agir bi daristanê ket
17:03 Înîsiyatifa Girtiyan, bal kiyand ser reşwa girtiyên nexweş ên Boluyê
15:22 Li Pîranê zarokê 4 salî winda bû
15:11 Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal îşkence ye
14:41 Her ku diçin nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de dimînin
14:23 72 baroyan piştgirî da Serokê Baroya Hatayê
13:49 Dayikên Şemiyê: Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe
13:47 Seroka DTO Turan: Li nexweşxaneyan cih tune
13:02 Dest û piyê zarokê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin
13:02 TGS: Em dest ji Peymana Îstanbul bernadin
12:28 Xizmên windayan aqûbeta Orûç pirsîn
12:23 Welatiyê eskeran îşkence lê kir: Ez ditirsim li vî welatî bijîm
11:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de keyf û seyrane!
11:27 Li Basayê dorpêç rabû lê binçavkirin didome
11:00 Eskeran 3 şivan xistin halê mirinê
09:01 Piştî du salan îdianameya zilamê ku zarokek îstismar kiribû hat amadekirin
09:00 Piştevaniya Morê atolyeya xweparastinê li dar dixe
09:00 Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2020'AN
31/07/2020
21:20 Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 230 hezarî ket
16:01 HDK: Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê
14:21 Zilam ji malekê 4 kes qetilkirin
14:04 Qedeqeya Meşa Rûmetê hat îptalkirin
13:40 Cejnê li goristanan pêşwazî kirin
13:04 Gundiyan şewata li Licê xistin kontrolê
12:54 Yagbasan ê ber Çemê Dîcle ket cenazeyê wî hat dîtin
12:46 Ji ber ku qeyûm mezbexaneyê hilweşand ev dîmen derketin holê
12:30 Mizrakli: Bi hêviya cejnên em qurbanan nedin
12:04 Parêzer: Girtina Tîmtîk û Unsal îşkence ye
11:44 Demîrtaş Cejna Qurbanê pîroz kir
11:19 Ji Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar peyama cejnê
10:50 Dorpêça li Basa dewam dike
10:39 DBP: Em hevî dikin ku cejn aştî û azadiyê bîne hemû cîhanê
10:34 Gora Vedat Aydin ziyaret kirin: Em ê tu carî serî ne tewînin
10:27 'Bi rakirina Peymana Îstanbul dixwazin motîfên ol ferz bikin'
10:00 30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî
09:37 ‘Ku Peymana Îstanbul têxin meriyetê dê jin tundiyê nebînin'
09:03 Ji Kobanê ber bi Kîlyosê, ji êşê ber bi hêrsê
09:02 'Heger dibistan bên vekirin wê her kes bi vîrûsê bikeve'
09:02 Wê bi boneya cejnê alîkariya Êlihiyan bikin
09:01 ‘Devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî derçaxî ye'
09:01 Li Amedê wê ji bo çêkirina hin avahiyan 3 hezar û 500 dar bên birîn!
09:00 Çawa F bi ser neket, wê T jî bi ser nekeve
09:00 Ahmet Turk: Modela qeyûm hilweşiya
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/07/2020
20:36 Daneyên Covîd-19'ê: 15 mirî, 967 pêketî
18:40 Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin
18:28 Tîmtîk û Unsal rakirin nexweşxaneyê
18:21 Piştî şer, eskeran bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kirin
18:14 HDP'ê gor ziyaret kirin
16:54 'Dadgehê fermana mirina Tîmtîk û Unsal îmze kir’
15:51 Li Lîcê goristan şewitandin
15:01 Daxwaza berdana Tîmtîk û Unsal hat redkirin
14:50 Serokê Baroya Hatayê Donmez: Divê berpirsiyar ji peywirê bên girtin
13:42 Di lojmanên polîsan de mirina bi guman a jinekê
13:35 Polîsek tîmê taybet li Nisêbînê întîhar kir
13:25 Tevgera Azadî bi Humam Hemudî re civiya
12:52 ATK: Ebru û Aytaç nikarin li girtîgehê bimînin
12:51 KCD û DBP'ê hişyariya Kovîd-19'an kirin