Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be

img
STENBOL - Bijîşkan bibîr xist ku ji ber fikarên aborî der barê şewbê de baş tevdîr nehataine girtin û gotin, wê bedêla vê yekê giran be. 
 
Piştî pêvajoya "asayîbûnê" ya der barê şewba Covîd-19'ê de rewş xirabtir dibe. Endamê Desteya Zanistê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Prof. Dr. Zekî Kiliçaslan û Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Pinar Saîp, rewşa heyî nirxandin. 
 
HEJMARA PÊKETIYAN PIR ZÊDE YE 
 
Kiliçaslan, anî ziman ku agahiyên têkûz bi dest wan nakevin, lê belê ji daxuyaniyên dawî yên walîtiyan û ji daneyên ku hin tenduristkar ji nexweşxaneyan radihîni n kifş e ku hejmara pêketiyan di ser yên wezaretê re ne. Kiliçaslan, anî ziman ku liv û tevgera demn dawî hejmara pêketiyan zêde kiriye û got, ji daneyên Wezareta Tenduristiyê jî diyar e ku şewb dewam dike.
 
Kiliçaslan, destnîşan kir ku piştî tevdîr hatine rakirin liv û tevgereke zêde çêbûye û wekî mînak jî vekirina Ayasofyayê, çûnhatina deverên betalaneyê da. Kiliçaslan, got: "Meqamên fermî daxuyanî dan ku hejmar kêm bûye û bi vê yekê re bîrbiriya 'ev îş temam e' hat afirandin. Bi vê re bikaranîna maskeyan kêm bû, bikaranîna hin madeyên bitehsîr kêm bû. Di çûnhatinên giştî de jî êdî mirov xweşikî ber devê xwe nagirin." 
 
SÎNORDARKIRINA TESTAN 
 
Kiliçaslan, destnîşan kir ku sînordarkirina testan, di tespîtkirina pêketiyan de bûye cihê zor ûz ehmetiyê û got: "Jixwe jid estpêkê ve hejmara etstan kêm bû. Bi taybetî jî piştî sînordarkirina hejara testan hejmara pêketiyan zêde bû." 
 
RÊJEYA NEXWEŞÊN GIRAN JI SEDÎ 10 E 
 
Kiliçaslan, anî ziman ku hem li gor daneyên tên ber destên wan hem jî li gor daneyên wezaretê, hejmara nexweşên giran pir zêde bûye û got: "Berê gava test baş dihatin kirin rêjeya nexweşên giran li dor ji sedî yek an jî yek û nîvê bû. Lê aniha li dor ji sedî 10'a ye. Diviyabû ne werê bûna. Sedema vê jî kêmkirina testa ye." 
 
Her wiha Kiliçaslan destnîşan kir ku ji bo mirovên zanyar kairibin polîtîkayek pêş ve bixin divê karibin xwe bigihînin her cure daneyan û got: "L ê heger hûn van daneyan daneynin holê, wê desteyên zanistê jî nikaribin baş û arst bişixulin. Heger daneyên rast tunebin, hûn ê nikaribin polîtîkayekê pêş ve bibin. Loma divê daneyên rast hebin û li holê bin." 
 
‘DIBE KU BEDÊLA WÊ GIRAN BE' 
 
Kiliçaslan, anî ziman ku şewb bi awayekî xetere dom dike û nediyar e wê heya kengî dewam bike û got: "Tirkiye niha ji ber hin sedemên aborî nikare hin tevdîran bigre. Lê belê di pêş de dibe ku zirareke mezin re rû bi rû bimîne." 
 
SAÎP: TESTAN HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE KIR 
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp jî anî ziman ku li ber destê wan ji bo asta dawî ya şewbê dane tunene, lê belê li gor daneyên ji qadê tên ber destê wan kifş e ku hejmara pêketiyan zêde dibe. Saîp, da zanîn ku hem hejmara nexweşên li beşên awarte zêde bûye hem jî Midûriyetên tenduristiyê jî ji nexweşxaneyan re nivîs şandiye ku li gor rêjeya diyarkirî nivîn ji nexweşên giran re bên veqetandin. 
 
Saîp, bibîr xist ku hem hejmara nexweşên li beşa awarte hem jî hejmara kesên li nexweşxaneyan dimînin zêde bûye û got, Midûriyetên Tenduristiyê nivîs ji nexweşxaneyan re şandiye ku li gor rêjeya diyarkirî nivînan ji nexweşan re veqetînin. Saîp, destnîşan kir ku kêmbûna testan bûye sedema zêdebûna pêketiyan. 
 
Saîp got: "Yek, ji ber ku test pir nayên kirin em tam nizanin bê ka hejmar çi ye. Dudo, di vê nexweşînê de test tim û tim pozîtîf dernayê. Hin kes hene testên wan negatîf in, lê belê semptomê wan ên Covîd-19'ê ne. Ev di îstatîstîkan de tunene. Helbet şoapndina van kesan jî biproblem e. Her wiha dev ji aşkerekirina hejmara nexweşên di beşa awarte de û nexweşên entube berdan. Wezaret niha tenê pêketiyên giran û ên bizatûr aşker dike. Helbet ev dane hinekî sûbjektîf in." 
 
'DIVÊ BI HEV RE BÊ BIRÊVEBIRIN' 
 
Saîp, anî ziman ku divê ev pêvajo tevî odeyên bijîşkan, sendîkayan û komeleyên pispor bê birêvebirin û got: "Her wiha divê desteyeke zanistê ya tam diyarkirî hebe. Her wha divê ev deste xwedî berpirsiyar be. Demildest divê ji aliyê mirovên bi vê yekê re elqedar dibin û yekîtiyên îşeyan enstîtuyek an jî desteyek şêwirmendiyê bê avakirin. Desteya zanistê ya niha tenê şêwirmendiyê dike. Ew bixwe jî tam nizanin bê ka hejmar çi ye. Loma demildest divê desteyeke xwedî sifeteke fermî bê avakirin û ev deste daxuyaniayn bide û li gor wê tevdîr bên girtin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

06/08/2020
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve
11:47 TTB: Bila Tîmtîk û Unsal adîl bên darizandin û rojiya mirinê bi dawî bibe
11:30 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Jina ciwan li mala xwe birindar hat dîtin
11:23 Zarokê ku bi çekê lîst gule pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da
11:08 Li Çewligê tundiya zilam: Tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dike
11:06 Mîraçê 4 salî hêj winda ye
11:05 Di Girtîgeha Tarsûsê de 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
10:54 Endamê Meclîsa CHP'ê Sari: Kurd ji bo Tirkiyeyê şansek mezin e
10:48 Ciwanek di avê de fetisî
10:47 Bavê leşkerê piştî ‘gefê’ mirî hat dîtin: Berpirsiyar fermandare
09:00 ‘Rizgarî bi berxwedaneke pev re pêkan e'
09:00 Heta yekzimanî hebe, dê sînor li pêş kurdî hebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN
03/08/2020
22:46 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:57 Li Qoserê 500 donim zevî şewitî
20:16 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 5 hezar û 747
17:26 Berteka qirkirinê: Wê Şengal qet neyê jibîrkirin
17:16 Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê'
17:01 TJA'yê jinên êzidî ziyaret kirin
16:15 Bersiva wezaretê ya ji bo “anonsa kurdî”: Ne ji zimanê hevpar e
16:14 Ghebreyesus: Vîrûs dê bi sêhrê tune nebe
15:49 Polîsan Pektaş ê ket greva birçîbûnê binçav kirin
15:39 Jin di 4-5’ê tebaxê de dadikevin qadan
14:57 Bertek nîşanî qirêjkirina Geliyê Mûnzûrê dan
13:40 HDK û DBP: Êzidî hê jî di bin gefê de ne
13:10 Girtiyên xistine hucreyên ‘qefesê’ di greva birçîbûnê de ne
12:59 Li Basayê 3 kesên din jî hatin berdan: Gundî nikarin biçin zeviyên xwe
12:27 Di têketina şaredariya ku daxwaza kar jê dikir întihar kir
12:26 Li Bestayê 3 roj in mudaxileyî şewatê nayê kirin
11:45 Li Geverê qeza: 6 kes mirin
10:48 Ji Serokê Baroya Rihayê Oncel berteka ‘Dadgeha Engîzîsyonê’
10:47 MXDŞ'ê xwest fermana 73’an weke cenosîd were naskirin
10:37 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye
10:30 DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir: 20 kes kuştin
10:17 Darên li Parka Kûgûlû hatin kesixandin dê şîn nebin