Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd, diyar kir ku divê Parlementoya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta herêmê hesab bipirse û wiha got: “Gelê Kurd ji bo ku bibe xwedî hikûmet berdêleke mezin da. Erka parlementoyê ew e ku li rex gel raweste û bi tenê nehêle.”

Li Herêma Federal a Kurdistanê, 3  sal in qeyrana aborî heye. Ev jî  bandoreke neyînî li jiyan û rewşa gel dike. Ji ber qeyrana aborî gelek pirsgirîkên cuda li herêmê rû didin û heya niha jî tu hewledanek hikûmetê ya çareserkirina vê rewşê xuya nake. Her wiha nedayîn û derengketina mûçeyê karmandan jî li her qadên civakî bûye sedema pirsgirêkan. Îsal bixwe jî hikumeta herêmê ji sedî 21 mûçeyê karmendan kêm kiriye û heta niha tenê mûçeyên meha adarê daye. 
 
Ji ber nedayina mûçeyan û qrîza aborî, gelê herêmê rojên zor û zehmet derbas dike. Gelê herêmê têkçûyina aborî bi siyaseta PDK û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re gire dide. Derbarê qrîza aborî û geşadanên siyasî de Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û siyasetmenderê kurd Salar Mehmûd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Mehmûd, diyar kir ku sedemê qrîza aborî nerêvebirina hikûmeta herêmê ye û got ku parlemento bikaribe hesab ji hikûmetê bipirse dê qrîz çareser bibe. 
 
‘DIVÊ PARLEMENTO HIKÛMETÊ BIXE BER LÊPIRSÎNÊ’
 
Mehmûd, destnîşan kir ku ji xeynî bandora şewba koronayê, polîtîkayên ku li herêmê tên meşandin jî bandoreke neyînî li aboriya gel dike û wiha got: “Sedema yekemîn a qeyrana aborî daketina nirxê neftê û şewba vîrûsa koronayê ye. Her wiha siyaseteke baş ku aboriyê bi rê ve bibe jî nîne. Peymana Herêma Kurdistanê ya neftê ya li gel Tirkiyeyê xesar daye gelê Kurdistanê. Divê yan ev peymanan di berçavan re bê derbaskirin an jî bê betalkirin. Gelê Kurdistanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgerane ku heya niha nikaribûye beşek ji qrîzên berê yên aborî çareser bike û mûçeyê karmendan bide. Pêwîstî bi reforman heye û divê zelalî di xerckirinê de çêbibe û parlemento hikûmetê bixe ber lêpirsînê ka çima nikare sozên ku daye bi cîh bîne.”
 
‘PÊWÎSTE MIJARA NEDAYINA MÛÇE NEBE BEŞEK ŞERÊ SIYASÎ’
 
Derbarê nerazîbûnên nedayîna mûçeyan de jî Mehmûd, bi lêv kir ku mafê herkesî heye k udi vê mijarê de rêveberiya herêmê şermezar bike û ev tişt anî ziman: “Karmendên hikûmetê çalakiyan li dar dixin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Ev mafê wan yê herî sereke ye. Gelê Kurd berdêleke mezin da ji bo ku bibe xwedî hikûmet. Erka parlementoyê ew e ku  li rex gel raweste û tenê nehêle. Pêwîste Iraq jî mûçeyê karmendan bişîne û mijara mûçe nebe beşek ji şerê siyasî yê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî de.”
 
‘PARLEMENTO BIKARIBE HESAB BIPIRSE WÊ ÇARESER BIBE’
 
Mehmûd, xwest ku Parlementoya Herêma Kurdistanê hesab ji hikûmeta herêmê bipirse û axaftina xwe wiha domand: “Heke reform were kirin, berpirsên ku gendelî kirine werin dadgehkirin, parlemento bikaribe hesab ji hikûmetê bipirse, dê beşek qeyran çareser bibin. Ji ber ku ev qeyran demeke dirêj e derketine, ji bo bên çareserkirin dem divê û bernameyek jêre pêwîste. Pêwîste hemû alî bi armanca parastina berjwendiyên gel beşdarî hikûmetê û xebatê bibin. Reformên rasteqîn bên kirin û di gotinê de nemînin, qeyranên aboriyê yên herêmê wê ber bi çareseriyê ve biçin.”
 
‘GELÊ KURD HÊJAYÎ JIYANEKE BAŞTIR E’
 
Mehmûd, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:” Hêvîdarim ku gelê kurd yekitiya xwe ava bike. Encax bi yekîtiyê wê planên dijmin têk biçin. Gelê kurd gelekî aştîxwaz û mirov dost e. Ji ber vê gelê kurd hêjayî jiyaneke baştir e. Gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî cihekî diyar e. Ji ber vê tu welat û hêz nikare vê rastiyê ji înkar bike.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

11/09/2020
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2020'AN
10/09/2020
21:16 Her 3 aktivîstên TJA'yê hatin berdan
21:10 Li 3 deverên Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
17:40 Çalakiya Ozgûneş wê 3 rojan bidome
16:47 2 sal ceza li polisê ku Demîrel tacîz kiribû hat birîn
16:22 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Karabûk a HDP’î
16:22 DÎSK’ê serdana karkerên ji kar hatine derxistin kir
15:08 Yerlîkaya: Hejmara nexweşan 10 qat ji daneyên wezîr zêdetir e
14:37 Wezîr Koca: Li Wanê hejmara nexweş du qat zêde bûye
14:12 Ozguneş li dijî xemsariya şewata li Cûdî dest bi çalakiya rûniştinê kir
14:08 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî bi vîrûsê ketin
13:26 Girtiyê 76 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:13 Di doza Şûle Îdîl Dere de biryar hat dayîn
13:04 Macron: Em ê ji bo diyarkirina hewlesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê bixebitin
12:31 Sedema bûyerên li 13 bajaran pêk tên pirsgirêka kurd û bêkariye
11:52 Cenazeyê Atsak li Ebexê hat definkirin
11:51 Qurbaniyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn: Em ê bi daxwazên aştiyê bikevin sala 5’emîn
11:51 Li gundê karkerên kurd test nehatine kirin: Ev dewama êrişê ye
11:13 Pêketiyên vîrûsê 28 mîlyonî derbas kir
10:55 Kiryarên destdirêjiyê hatin berdan
10:17 Turkdogan: Serdana Spano asta hiqûqa Modernetîya Kapîtalîst nîşan dide
10:15 Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
09:58 Cûdî 3 mehin dişewite: Nehêlin bênefes bimîne
09:04 Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
09:03 Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e
09:03 Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin
09:03 Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin
09:03 Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN
09/09/2020
19:41 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:36 Biryara der barê doza rojnamevanan de hat aşkerekirin
18:16 Hevşaredara Giyadînê Yaşar hat berdan
16:53 Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan
16:18 Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da
15:45 Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin
14:57 Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne
14:40 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin
14:25 Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê