Bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY da: Hevjînê min di binçavan de hat windakirin

  • rojane
  • 09:33 11 Îlon 2020
  • |
img

ÊLIH – Turkan Yetîşen a hevjînê wê Ahmet Yetîşen di 1994’an de li Êlihê hat windakirin bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo Neteweyên Yekbûyî da û got: “Hevjînê min li ber çavê zarokên min di binçavan de hat îşkencekirin. Ew di binçavan de hat windakirin.” 

 
Malbatên kesên di salên 1990’î de di binçavan de hatin windakirin, ji ber ku li hiqûqa navxweyî ya Tirkiye rêyên hiqûqê neman û encam jê negirtin, dozên xwe veguhestin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME.) Di van dosyeyên dozên veguhestin DMME’yê di gelek dosyeyan de Tirkiye hat mehkûmkirin. Hêj hin dosye li benda encamê ne. 
 
Di navbera salên 2014 û 2018’an de 30 malbatî serî li Koma Xebatê Ya Windakirina Bi Darêzorê û Li Dijî Îradeyê  ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Revandin dan û xwestin hestiyên xizmên werin dîtin û kuejr werin darizandin. 
 
Koma Xebata NY’yê li ser van serlêdanan ji Tirkiyê derbarê aqûbeta kesên hatine windakirin de agahî xwest. Tirkiyê ji van navên hatine windakirin tenê agahiyên derbarê Fehmî Tosûn, Ahmet Akbaş, Abdulselam Çelîk, Abdullatîf Yagizay, Ahmet Yetîşen, Hiznî Bîlmen, Ahmet Ustun, Kemal Bîrlîk û Ahmet Şahîn bersiva Koma Xebatê da. 
 
Koma Xebatê di 21’ê tebaxê de bi nameyek rewşa dawî ji xizmên windayan re ragihand. Bersivên Tirkiyê dabû jî bi nameyê re ji malbatan re hatin şandin. 
 
Yek ji van windayan ji bo wî serlêdan hat kirin Ahmet Yetîşen ê di 14’ê mijdara 1994’an de li Êlihê di binçavan de hat windakirin e û Tirkiyê di bersivdayîna ji bo Yetîşen de îdia kiriye ku ew beşdarî PKK’ê bûye û kes di bin şertên jiyana wî bixe talûkeyê winda bûye. 
 
LI BER ÇAVÊ WÎ ÎŞKENCE LI BAVÊ WÎ DIKIN 
 
Dema ku Yetîşen di binçavan de tê windakirin lawê wî Hanefî Yetîşen ê wê çaxê 14 salî ne herî dawî wî dibîne. Yetîşen da zanîn ku beriya bavê wî were binçavkirin endamên JÎTEM’ê bi ser mala wan de digirin lê bavê wî ne li mal e û pişt re wî binçav dikin. Yetîşen diyar kir ku ew ji ber dozên derbarê wî de hatine vekirin neçar maye derkeve derveyî welat û got: “Wextê bi ser mala me de girtin ez hîn zarok bûm. Bavê min ne li mal bû di şûna wî de min binçav kirin. Bi qûndaxên sîlehan li min dan. Min got dilê min kun e hin bêtir bi ser min ve hatin. Ji bo bavê min bibînin min li kuçeyan gerandin. Pişt re min birin navenda binçavkirinê. Dema bavê min anîn cihê binçavkirinê min wî bi awayê asqiyê Fîlîstînê de dît. Li ber çavê min îşkence li bavê min kirin.” 
 
'CIHÊ GORA WÎ BÊJIN’ 
 
Hevjîna Yetîşen, Turkan Yetîşen jî da zanîn ku hevjînê wê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hatiye revandin û ji wê çaxê heta niha em têkoşîna hiqûqî birêve dibin. Yetîşen anî ziman ku dadgeh bi israr şahid dixwaze û kurê wê bi xwe şahidê bûyerê ye. Yetîşen diyar kir ku hevjînê wê di serdema waliyê Êlihê Salîh Şarman de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û îşkence lê hatiye kirin û got: “Temam baş e, we hevjînê min binçav kir, heke sûcê wî hebe çima we wî nexist girtîgehê. Êşa wî wek duh taze ye. Hêj çavê min li rê ye û ez li benda wî me. Hemin we wî revand û kuşt cihê wî bêjin. Cihê gora wî bêjin.” 
 
'DIVÊ BI MALBATAN RE HEVDÎTIN BIKIRA’ 
 
Yetîşen bertek nîşanî Serokê DMME’yê Robert Spano ku hat Tirkiyê û bi malbatên bi binpêkirina mafan re rûbirû mane hevdîtin nekiriye da û got: “Divê bi hemû malbatên windayan re hevdîtin bikin. Çima tiştên qewimîne ji me guhdar nakin. Neteweyên Yekbûyî ji me agahî dixwaze. Tenê wêneyek hevjînê min bi me re heye, ev wêne tenê delile ji bo Neteweyên Yekbûyî.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ BERSIVDAYÎNA TIRKIYÊ DA 
 
Yetîşen bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY’yê da û got: “Tirkiye revandin, windakirin û kuştina hevjînê asayî nîşanî Neteweyên Yekbûyî dide. Windakirina wî qebûl nake, lê belê dibêje winda ye. Hevjînê min tevlî PKK’ê nebûye. Hevjînê min li ber çavê kurê min hatiye îşkencekirin. Kurê min şahid û delîl e. Ew di binçavan de hat windakirin. Yên herî dawî wî dîtine jî endamên MÎT’ê ne.” 
 
Ahmet û Nûrûllah jî ji bo aqûbeta bavê xwe ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku zorê bide Tirkiyê. 
 
MA / Metîn Yoksû
 

Sernavên din

14/09/2020
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
15:44 Xebatkarekê tenduristiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:34 '40 sal berê çi bû îro jî heman tişt pêk tê’
15:27 Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan
14:59 Destûr nehat dayîn tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya DYA’yê
14:36 Hewldana 78’an: Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin
14:30 Li gundê Girherrîn bûyer narawestin
14:10 ‘Heke ziman û nasnameya kurdî were nasîn, wê Tirkiye pir rengîn bibe’
13:55 Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn
13:28 Ji 2 kolberên derbasî Wanê bûn agahî nayê girtin
13:19 Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin: 12’ê Îlonê didome
13:17 Şaredariyê bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax kir
13:01 Çalakiya rûniştinê di roja 3'yemîn de ye: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
12:40 Birayê Bariş Çakan hat binçavkirin
12:36 Hat xwestin cezayê Tîtîk a nexweş were taloqkirin
12:35 HDK’ê bertek nîşanî girtinan da
12:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Kamîl Bîlgeç pirsîn
12:13 Îtîraza berdana tecawîzkar hat redkirin: Gilîdar nikare îtîraz bike
11:51 Li navçeya mirin lê zêde bûne biryara kinkirina selatan hat dayîn
11:04 HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê rihê 12'yê Îlonê dewam dike
10:51 Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize
10:27 Li erdê ku serokê AKP’yî desteser kiriye avahiya qaçax li ber qedandinê ye
09:52 Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe
09:40 Nameya ku HDP’ê ji Farisogûllari re şand hat desteserkirin
09:07 ‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e'
09:02 Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in
09:02 Bijîşk Tûran: Gava tenduristkar bi şewbê dikevin kêfxweş dibin
09:01 Qeyûm, Nûrbakiyê ku jinan bi 'fuhûşê' tawanbar kiribû anî ser serokatiya daîreyekê
09:00 Çalakiya karkeran didome: Em ji bo pêşeroja xwe li ber xwe didin
09:00 Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin
09:00 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Dengê wî bibihîsin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN
11/09/2020
20:12 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:26 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû û 16 siyasetmedar hatin girtin
16:50 Li Mêrdînê xwepêşandana li dijî DEDAŞ’ê didome
16:34 Parlamenterên HDP’ê beşdarî çalakiya Ozguneş dibin
15:37 AYM'ê hikma ‘di rêyên navbajaran de meş nayên lidarxistin’ betal kir
15:08 TTB’ê bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anî: Divê bijîşkên serbixwe biçin girtîgehan
14:54 10 sal ceza li Parlamentera HDP’ê Tosûn hat birîn
14:45 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Divê mûçeyê xebatkarên tenduristiyê di ser sînorê xizaniyê de be
13:54 Ji bo Akman banga ‘gav avêtinê’ hat kirin
13:28 Dozger xwest Şenoglû û ESP'î bên girtin
13:27 Gunay: Divê kurd nebin amûrê tifaqa qirêj a dewletan
12:56 Li ber Dadgeha Stenbolê daxuyanî: Hevalên me berdin
12:40 Qedexeya Walîtiyê ji bo AKP’iyan ne derbasdare!
12:19 Bi gumanbarî li mala xwe mirî hat dîtin
12:16 Çalakiya li dijî şewata li Çiyayê Cûdî di roja duyemîn de ye
12:00 Hafizeya Kobanê diçe Ewropayê
10:56 Dayîka Şûle Îdîl Dere: Ji bo ku edalet pêk bê, ez ê herim her derê
10:42 ‘Deriyê Îmraliyê dikare bi bertekên civakî vebe'
10:34 Şahidên 12’ê Îlonê: Îro tenê rêbaz guheriye, lê heman zext hene
10:29 Li Farqînê mirinek bi guman
10:24 Unsal ji bo Akman a di rojiya mirinê de ye bang kir
09:33 Bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY da: Hevjînê min di binçavan de hat windakirin
09:18 Rojnamevan Çelîk: Sirf ji bo çapemeniya muxalif bê tepisandin ceza li me birîn
09:08 Xwişka Akman a di rojiya mirinê de bang li Wezareta Dadê kir
09:07 Kûnûr: Polîtîkaya qeyûman negiha armanca xwe
09:07 Ji ber nivîsa 'ez we pîroz dikim' salek ceza lê birîn!
09:07 Girtiyê nexweş û 81 salî 6 meh in nebirine nexweşxaneyê
09:06 Berteka li dijî qada medenê: Gelo wê çi feydê bide me?
09:06 Santrala termîkê hilberîn kêm kir û dar hişk kirin!