Em cardin li vê derê ne, em ê tim li vê derê bin

  • rojane
  • 09:01 20 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di sê salan de gelek tişt qewimîn. Lê dîsa jî em ê tim û tim mafê nûçewergirtinê yên gelên bindest, jinan, zarokan û yên din bi hev re biparêzin. Em li vê derê ne û em ê her tim li vê derê bin...

Li vê cografyayê du pîşeyên talûke hene; karkeriya madenan û rojnamevanî. Di yekê de tu her tim di tarîtiyê de dimeşî; di ya din de jî tarîtî tim li benda keysa xwe ye ku xwe çengî ser te bike. Ji lewra her rêzika ku tu dinivîsî û her kareya ku tu digirî kesên ehlê tarîtiyê diqilqilîne; hewl dide ku ya nayê xwestin bê bihsîtin aşkere bike û ya nayê xwestin bê dîtin xuyangtir bike. Lewma rojnamevanî di serdemên dîrokê hemûyan de bûye kabûsê xwediyên berjewendî û îqtidaran. 
 
Çapemeniya Azad, 30 sal in vê yekê dike û ligel hemû zor û zehmtiyan hîn jî vê yekê dike. 26 sal berê gava şev nîvê şevê Rojnameya Ozgur Ulkeyê hat bombebarankirin me ezmûna "dersa dewletê" hel kiribû. Ji wê rojê heya niha pirsa sereke ya ezmûnê qet neguherî; her wiha bersiva me jî neguherî. Lê gava dîtin bombe qîm nake, vê carê di 2'yê Sibata 1995'an de gotin Ozgur Ulke "Berdewama Ozgur Gundemê ye" û rabûn wê girtin. Piştî vê di 13'ê Nîsana 1995'an de Yenî Polîtîka dest bi weşana xwe kir. Lê belê ew jî hîn di hejmara ewil de bi sansurê re rû bi rû ma. Rojname tam çar mehan di şert û mercên sansurê de weşana xwe kir. Piştî çar mehan di 16'ê Tebaxa 1995'an de ji bo wê jî gotin "Berdewama Ozgur Ulkeyê" ye û rabûn wê jî girtin. Ên din jî bi heman rewş û weziyetê re rû bi rû man...
 
Hinan jê neyarê me, hinan jê xizmên me û hinan jê jî eynî wekî çîroka Kela Dimdimê ku êdî vegera wan tunebû me ew girtin. Me vekir, wan girt! Lê belê her tim hatiye pesendkirin ku bîra dîrokî ya berxwdêran ji çekên kujer ên serdestan bihêztir e. Eynê wekî Rojnameya Kurdistanê ku di 22'yê Nîsana 1898'an de bi pêşengiya Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreya Misirê hat çapkirin û vegera wê ya bi avakirina Komara Kurd a Mahabadê. Bi dû re bi navê Kurdistanê gelek kovar, malper, radyo û televîzyon vebûn. 
 
A rast ev azweriya ji bo jiyanê, têkildarî axa ku em lê dijîn. Hevdîtina av, ax, roj û mirov bû. Gilgamêş, ji bo nifşên bê hay ji tiştên hatine serê wî çêbibin, tiştên hatibûn serê wî li ser keviran neqş kiribûn. Me jî eynî wekî Gilgamêş tişta nepêkan kir. Belê, Mezopotamya cografyayeke destanî ye. Me jî ku em ji hevîrê vê axê striyane, sê sal berê navê Mezopotamyayê li ajansa xwe kir û bêyî ku em wan kesên me ew spartine axê ji bîr bikin; me di salvegera mirina Apê Mûsa de pênûsa wî ya ku natewe dewr girt. 
 
Di sê salan de gelek tişt qewimîn... 
 
Me di sê salên Ajansa Mezopotamyayê de îmze danîn bin gelek nûçeyên ku bûn rojev. Hin ji van nûçeyan ev in: “Cenaze bi rêya posteyê hat şandin", "Cenaze bi vî awayî di bin peyarêyê de veşartine", "Li Şirnexê li dibistanekê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!", "Di fuhûşa li Kampa Telhamûtê de tiliya xebatkarên apyebilind ên Şaredariya Serêkaniyê heye", "Raporên otopsiyê bi dest ketin: Birayên Şenyaşar bi 23 guleyan, bav bi amûreke bibir hat kuştin", "Emîrê DAIŞ'ê Îlyas Aydin behsa Pirsûs, Enqere, Cerablûs û şewitandina 2 eskerên tirk kir", "Belge bi dest ketin: Li Silopiyayê eraziyên bi milyonan miftîbelaş dane rêvebirên AKP'î", "Em daketin bîrên mirinê yên Şirnexê", "Ciwanê stranên kurdî guhdar kir hat kuştin", "Li Sakaryayê êrîş birin ser karkerên kurd", "Cengîz Holdîgn Şemrexê dixwaze gund vala bike: Gundiyan ji bo hesasiyetê bang li raya giştî kirin", "Polîsên KOM'ê telefonên ku bi hinceta 'kaçax' in desteserkirine diyarî hevjînên xwe kirine!", "Bertîla şêwirmendê qeyûm derket hol" û "Di dema qeyûm de li şaredariyê şebekeya fuhûşê ava kirine"... 
 
Helbet me ji ber evana bedêleke giran jî da û em hîn jî didin. Heya niha malpera me 21 caran hatiye girtin. Kamerayên me, wênegirên me hatin desteserkirin û şikandin. Bi dehan hevalên me hatin binçavkirin, hatin girtin, gef li wan hatin xwarin, heqaret li wan hatin kirin û der barê wê wan de gelek doz hatin kirin. Her wiha gelek hevalên me yên ku em berê bi hev re xebitîne hîn jî girtîne. 
 
Helbet tu hincet nikare ser kêmaniyên me jî bigire. Li Tirkiyeyeke bi vî rengî heqekî me yê ku em gazina bikin tuneye. Lewma em malavayiya xwendevan û dostên xwe dikin ku kêmasiyên me, şaşiyên me rexne kirine û rê li ber me xistin. 
 
Helbet em dizanin em ji bo xwediyên pergalê jî cihê nerihetiyê ne. Lê em ê ji bo vê dawa lêborînê nekin. Em hene, em ê tim û tim hebin. Em li vê derê ne û em ê tim li vê derê bin. 
 
 Belê, di sê salan de gelek tişt qewimîn. Lê em ê her tim mafê nûçewergirtinê yên gelên bindest, jinan, zarokan û yên din bi hev re biparêzin. Em li vê derê ne û em ê her tim li vê derê bin...
 
Her bijî, ji kesên ku destana 'çi dibe bila wê dawî muhteşem be', her bijî ji kesên di vê rêçê de bedena xwe spartin axê û hatin girtin û xwêdanê dirijînin! 
 
MA / Sedat Yilmaz

Sernavên din

20/09/2020
17:09 Şiban ê îşkence lê hatibû kirin, ji nexweşxanê hat derxistin
17:03 TJA: Em bi bîrdoziya azadiya jinê dikevin rê
16:43 Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 kes birîndar bûn
16:10 Danişîna rojnameger Orûç sibe tê dîtin
15:31 Dayika Şemiyê Guzel Şahîn hat bibîranîn
15:01 ‘Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin’
14:24 Berhema Apê Mûsa bû stran
14:21 Cenazeyê yek ji du birayên winda bibûn, hat dîtin
13:53 Li Mêrdînê daxuyaniya ‘Em xwe diparêzin’
13:40 Apê Mûsa li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn: Pênûsa wî li erdê nema
12:45 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
12:13 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:59 HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî: Çinarê kevneşopiyekê ye
11:01 El Mihbaş: Rapor têrê nake, divê hesap bê pirsîn
10:42 Salek e derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin
10:41 Doza 10’ê Cotmehê: Hiqûq her tim bikêrî DAIŞ’ê hat
10:40 Derbarê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:35 Rêxistinên rojnamegeran: MA'yê berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê
09:34 Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e
09:33 Ajansên nûçeyan ên gelê kurd
09:05 Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz
09:04 Ên dibin dengê aştiyê
09:03 Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî
09:03 Silav li yên ku bi kurdî difîkînin
09:03 Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene!
09:02 Qeyûm rêyên Geverê beton dike!
09:01 ‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye’
09:01 Em cardin li vê derê ne, em ê tim li vê derê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN
19/09/2020
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand
15:43 Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
15:23 ‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin'
15:22 Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin
14:57 Li Amedê di 4 rojan de 62 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn
14:41 'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin'
14:40 Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?
14:06 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî
14:03 Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin
13:47 Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn
13:03 HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin
13:02 Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin
12:15 Xizmên windayan aqûbeta Hakki Kaya pirsî
11:46 Macron: Me ji Tirkiyeyê peyamnek vekirî şand
11:35 Ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin kesek hat bgirtin
10:34 Di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê Mûsa Anter li du navendan bê bibîranîn
10:20 Li ser bertekan remza ‘sosret’ rakirin
10:16 Rêveberê Navendî yê HDP'ê Aktumur ê MÎT'ê ew revand: Êrîşa li dijî fikra HDP'ê ye
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’