Ajansên nûçeyan ên gelê kurd

  • rojane
  • 09:33 20 Îlon 2020
  • |
img
Huseyîn Aykol* 
 
Ajansa Mezopotamyayê di 20'ê Îlona 2020'an de bû 3 salî. Bi vê munasebetê dixwazim bi kurtî bal bikişînim ser dîroka avakirina ajansên nûçeyan ên gelê kurd. 
 
Gelê kurd, di salên 1990'î de ket nava lêgerîna serwîskirina nûçeyên der barê xwe de. Di vî warî de ajansa ewil a nûçeyan li Almanyayê hat avakirin û xwediyê wê yî îmtiyazê welatiyê Almanyayê bû. Piştî ku fealiyetên Ajansa DEM'ê kêm man, vê carê li Frankfûrtê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) hat avakirin. 
 
Gava di 5'ê Îlona 2005'an de polîsan avêt ser rojnameya Ozgur Polîtîkayê û dest danîn ser amûrên wê, polîsên alman avêtin ser MHA'yê jî û tevî hin saziyên kurdan hat girtin. Wezîrê Kar û Barên Derve yê wê demê Otto Schîlly, beriya hilbijartina giştî ev yek ji bo hilbijartinê kiribû, lê belê hesab li hev derneketin û hikûmet ji dest Partiya SPD-Keskan derket. 
 
Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê jî di nav de, vê carê bi navê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ajanseke din hat avakirin û di 26'ê Cotmeha 2005'an de dest bi kar kir. ANF, wekî navend li Frankfûrt, Bruksel, Amsterdam û Parîsê dixebite, lê li gelek welatên din ên Ewropa û li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dixebite. Zimanê wê yê nûçeyan kurdî û tirkî ye, weşana wê bişîfre ye. 
 
AJANSA NÛÇEYAN A DÎCLEYÊ 
 
Kurdan li Tirkiyeyê bi dirûşmeya "Ji rastiyê tawîz nayê dayîn" di 4'ê Nîsana 2002'yan de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ava kir. Ajansê bi navnîşana www.diclehaber.com bi tirkî, kurdî û îngilîzî weşana xwe kir. DÎHA, bêyî ku di warê nîjad, ziman, dîn, mezheb û zayendê de cihêkariyê bike heya dawî mafê nûçewergirtinê yê gel diparast û bi her awayî sansur red dikir. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed, Wan, Edene û Mêrsînê gelek buroyên wê hebûn. DÎHA, di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. 
 
AJANSA NÛÇEYAN A JINÊ 
 
Li Amedê deh rojnamevanên jin hatin cem hev du û li Tirkiyeyê cara ewil ajanseke jinan a nûçeyan ava kirin. Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8'ê Adara 2012'an de hat avakirin. Midûra nûçeyan, nûçegihanî kameravan û wênegirên ajansê hemû jin bûn. Rojnamevanên jin ên ajansê bibirya bûn ku nêrzatiya çapemeniyê bişikênin. JINHA bi kurdî, tirkî, îngilîzî û erebî weşana xwe dikir. Di 30'yê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. Piştî vê jinan di 19'ê Kanûna 2016'an de bi navê Gazete Şûjin rojnameyeke dîjîtal ava kirin, lê belê ew jî di 25'ê Mijdara 2017'an de bi KHK'ê hat girtin. Piştî vê jinan di 25'ê Îlona 2017'an de li Amedê Jinnewsê ava kirin. Jinnews, bi kurdî (kurmancî-kirmanckî), tirkî û erebî weşana xwe dike. 
 
DÎHABER 
 
Ji bo gelê kurd û raya giştî ya demokratîk bê nûçe nemîne di 14'ê Mijdara 2016'an de dîhaber hat avakirin. dîhaber, bi dirûşmeya "Wê rastî di tariyê de nemînin" hat avakirin. Lê belê di 25'ê Tebaxa 2017'an de bi KHK'ê hat girtin. Çendî ku 9 mehan ma jî lê ligel hemû êrîş, zext û zoriyan, girtin û binçavkirinan jî kevneşopiya Çapemeniya Azad doman û nûçeyên xwe bi kurdî, tirkî û îngilîzî serwîs kir. 
 
AJANSA MEZOPOTAMYAYÊ 
 
Hin rojnamevanên ku nexwestin gelên me bê nûçe bihêlin hatin cem hev û di 20'ê Îlona 2017'an de bi navê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ajansek ava kirin. Ji roja hatiye avakirin heya niha gelek caran malpera wê hatiye astengkirin. MA, tenê ne li welêt, li seranserê cîhanê jî îmzeyê datîne binî gelek nûçeyan. 
 
Navenda MA'yê li Stenbolê ye û bi kurdî, tirkî û înglîzî weşana xwe dike. Hevalên xwe yê rojnamevan ên xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê û midûrê berprisiyar û xwediyê wê Ferhat Çelîk pîroz dikim û serkeftinê dixwazim! 
 
* Rojnamevan-nivîskar 

Sernavên din

20/09/2020
17:09 Şiban ê îşkence lê hatibû kirin, ji nexweşxanê hat derxistin
17:03 TJA: Em bi bîrdoziya azadiya jinê dikevin rê
16:43 Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 kes birîndar bûn
16:10 Danişîna rojnameger Orûç sibe tê dîtin
15:31 Dayika Şemiyê Guzel Şahîn hat bibîranîn
15:01 ‘Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin’
14:24 Berhema Apê Mûsa bû stran
14:21 Cenazeyê yek ji du birayên winda bibûn, hat dîtin
13:53 Li Mêrdînê daxuyaniya ‘Em xwe diparêzin’
13:40 Apê Mûsa li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn: Pênûsa wî li erdê nema
12:45 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
12:13 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:59 HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî: Çinarê kevneşopiyekê ye
11:01 El Mihbaş: Rapor têrê nake, divê hesap bê pirsîn
10:42 Salek e derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin
10:41 Doza 10’ê Cotmehê: Hiqûq her tim bikêrî DAIŞ’ê hat
10:40 Derbarê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:35 Rêxistinên rojnamegeran: MA'yê berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê
09:34 Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e
09:33 Ajansên nûçeyan ên gelê kurd
09:05 Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz
09:04 Ên dibin dengê aştiyê
09:03 Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî
09:03 Silav li yên ku bi kurdî difîkînin
09:03 Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene!
09:02 Qeyûm rêyên Geverê beton dike!
09:01 ‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye’
09:01 Em cardin li vê derê ne, em ê tim li vê derê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN
19/09/2020
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand
15:43 Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
15:23 ‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin'
15:22 Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin
14:57 Li Amedê di 4 rojan de 62 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn
14:41 'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin'
14:40 Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?
14:06 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî
14:03 Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin
13:47 Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn
13:03 HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin
13:02 Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin
12:15 Xizmên windayan aqûbeta Hakki Kaya pirsî
11:46 Macron: Me ji Tirkiyeyê peyamnek vekirî şand
11:35 Ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin kesek hat bgirtin
10:34 Di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê Mûsa Anter li du navendan bê bibîranîn
10:20 Li ser bertekan remza ‘sosret’ rakirin
10:16 Rêveberê Navendî yê HDP'ê Aktumur ê MÎT'ê ew revand: Êrîşa li dijî fikra HDP'ê ye
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’