Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê

  • rojane
  • 09:01 23 Îlon 2020
  • |
img

QERS – Siyasetmedar Mahmût Alinak ku dihat xwesin cezayê muebetê lê bê birîn û paşê bi cezayê "hepsa malê" hat berdan got: "Min nizanibû wê mala ku ez lê çêbûme û mezin bûme bibe girtîgeh." Her wiha Alinak, bibîr xist ku wê dnaişîna doza wî di 24'ê Îlonê de bê lidarxistin û got, heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin ew ê bixwaze ku wî bişînin girtîgehê.

 
Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak, di 17'ê Sibatê de hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "xirabkirina yekîtiya dewletê" hatibû girtin. Piştî hat girtin dozger xwestibû cezayê muebetê lê bê birîn. Lê belê di 13'ê Gulanê de di danişîna ewil de hatibû berdan û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn. Alinak, 4 meh in di hepsa malê de ye. Alinak, bilêv kir ku dibe ku di danişîna 24'ê Îlonê de cezayê hepsa malê bi dawî nebe, wê daxwaz bike ku wî bişînin girtîgehê. 
 
LI MALA XWE GIRTÎ YE 
 
Alinak, bilêv kir ku mala lê çêbûye û lê mezin bûye veguheriye girtîgehê û got: "Gava em wê û girtîgehê didin ber hev, helbet zehmetiyên hepsa malê jî hene. Li malê tu bi tenê yî. Lê gava tu di girtîgehê de yî, qet neb li hucreya te çend hevalên te hene û tu dikarî bi wan re biaxivî. Lê belê nrewşa niha ne wisa ye. Gava di girtîgehê de bûm min tim dinivîsand, lê belê niha li malê girtî me. Paqijiya malê heye, çêkirina xwarinê heye. Ji lewra gava ez paqijiyê dikim an jî xwarinê çêdikim, konstarasyona min a ji bo tiştên dixwazim binivîsim xera dibe. Gava konstantrasyon xera dibe, nikarim li ser nivîsandinê hûr bibim. Li hepsa malê jî eynî wekî girtîgehê her roj zû şiyar dibim. Nexasim li ser pirtûka xwe ya 'Dengê Xwedê Davo' dixebitim. Cari carinan serdêrên min tên. Wextê min bi piranî bi xwendin û nivîsandinê re derbas dibe." 
 
‘KELEMÇE TIŞEKÎ BÊRÛMET E' 
 
Alinak, ji bo kelemçeya elektronîk ku li nigê wî xistibûn û 2 meh berê jê derxistibûn got: "Kelemçe tiştekî pir bêrûmetî ye. Kelemçe, xelekeke koletiyê ye. Li TEM'ê xwestibûn kelemçeyê li destê min bixin, lê min qebûl nekiribû. Dû re hatim girtin û gava min birin girtîgehê xwestin kelemçeyê li destê min bixin, lê ez bi vebêjirkê 'an mirin an kelemçe'yê re rû bi rû mam. Min mirin tercîh kir û min nehişt kelemçeyê li destên min bixin. Piştî hatim berdan vê carê rabûn kelemçeyê li gûzeka nigê min xistin. A rast min ew jî qebûl nekir û xwest biçim girtîgehê, lê yên li derdora min gotin 'Tu yê nikaribû vê rewşê ji yên li derve re bibêjî. Niha bihêle bila kelemçeya elektronîk li lingê te bixin, dû re tu yê îtiraz bikî wê derxin.' Lewma kelemçeya elektronîk li lingê min xistin. Mehek şûnde jî derxistin. Lê hîn jî hepsa mala didome." 
 
'EM Ê AZAD BIBIN'
 
Alinak, bibîr xist ku ji bo têkoşeran girtîgeh ne deverên tirsê ne û got: "Di warê têkoşînê de li zindanê bim jî û li malê bim jî ez xwe tim wekî xortekî 18 salî hîs dkim. Lewma ne hucreyên girtîgehan ne jî hepsa malê nikarin xwe li ber muqawemeta min bigirin. Heps, gava ji bo azadî û rûmetê be, ji bo min wekî pêlîstokeke zarokn e. Girtîgeh, ne cihê tirsê ye. Bi girtîgehan, bi îşkence û sirgûnan mirovên em ditirsînin. Peyama min a ji bo dê û bavan û gelê me ev e; girtîgeh û hucreyên wê ne deverine ku mirov jê bitrisin. Em ê ji wan hucreyên girtîgehan derkevin û azad bibin. Wê kulîlkên azadiyê piştî xelasiya ji wan hucreyan kulîlkan vedin." 
 
BEHSA PIRTÛKA XWE YA NÛ KIR 
 
Alinak, da zanîn ku pirtûkeke wî ya li ber weşandinê heye û got, di vê pirtûka xwe de behsa merhaleyên ku girtiyekî siyasî tê re derbas bûne dike. Alinak got: "Navê pirtûka min a nû ku wê di nêz de bê weşandin 'Degişîm' (Guherîn) e. Min di vê pirtûka xwe de behsa ciwanekî kurd kiriye ku di doza PKK'ê de hikum xwariye. Wekî tê zanîn Franz Kafka di pirtûka xwe ya bi navê 'Veguherîn'ê de behsa kêzikekê dike. Ez jî guherînê dinivîsim. Lê ez behsa mirovekî, behsa girtiyekî siyasî dikim û ku di kîjan merheleyan re derbas bûye. Her wiha ligel vê pirtûkeke min a din jî heye, nû çap bûye. Romana min a bi navê 'Hendektekî Gelîncîk' e. Di vê romana xwe de behsa evînekê dikim ku li Enqereyê bi dilxweşî dijiya, lê li xendekên Nisêbînê bi zemgîniyekê bi dawî dibe. Lehenga romanê Dilşa ye. Dilşa, jineke ciwan e û ji ber hesreta ji bo axa xwe û warê xwe dev ji jiyana xwe ya rihet a li Enqereyê berdide û berê xwe dide Nisêbînê. Mixabin Dilşa ji bo bîrî û hezkirina ji bo welatê xwe, di xendekan de jiyana xwe ji dest dide. Ev evîna Dilşayê ji bo pêşeroja me dibe ronî." 
 
‘WÊ EV ZORBETÎ NIKARIBIN ME BITEPISÎNIN' 
 
Alinak, bibîr xist ku wê danişîna dudoyan a doza wî di 24'ê Îlonê de bê lidarxistin û got, heger cezayê hepsa malê bi dawî nebe, wê bixwaze ku wî bişînin girtîgehê. Alinak got: "Gava mesele azadî û rûmet be, jixwe heps lîstika zarokan e. Dixwazim ji gelê xwe re vê bibêjim; pir dilxweş im û wê ev zorbetî û neheqî nikaribin me bitepisînin. Wê agirê azadiyê yê li nava dilê me gurtir bibe." 
 
MA / Ozlem Yayan 

Sernavên din

23/09/2020
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin
16:30 Ciwanên ji protestoya Bendava Ilisûyê tên darizandin negirtin danişînê
16:30 Li Dîlokê 11 rojin agahî ji 2 keçên Sûriyeyî nayê girtin
16:09 Li Dersimê 13 de cih û war kirin karantînayê
15:57 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat berdan
15:53 TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin
15:29 Bijîjkên Nexweşxaneya Leşkerî: Rewşa Şiban a gotin dayînê tuneye
14:26 Kiliçdaroglû çû serdana TTB’ê: Ji ber rastiyê bûne hedef
14:11 ‘Desthilatdariyê guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye’
13:53 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Vê êşkenceyê JÎTEM’a we ya nû pêk anî gelo?
13:43 Kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê
13:21 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Polîsan daxuyanî asteng kirin
13:21 ÎHD: Di 10 salan de 280 êrişên nijadperest pêk hatin
12:55 HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir
12:52 Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de biryara dewama girtinê hat dayîn
12:43 Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye
11:58 70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin
11:49 Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin
11:43 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
11:20 Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir
11:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
10:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:55 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serlêdan kir
10:51 HDP, bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev
10:45 12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin
10:38 Li Sêrt û Êlihê lidarxistina çalakiyan hat qedexekirin
10:01 Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo 81 bajaran 162 pêşniyazname dan wezîran
10:00 Di bêçareseriya Heftenînê de ‘tampona’ nû
09:12 Parkên li Artûklûyê wêran bûne
09:11 Mirina gumanbar a eskerê kurd: Nîşeya ku ji dêvla wî nivîsandine ji bo lêkolînkirinê şandine
09:10 Projeya 'başkirinê' ya qeyûm rûxiya
09:07 Dozgeriyê ji bo îşkenceya bi darê beyzbolê got 'îdiayeke nedîtbar' û biryara 'neşopandinê' da
09:07 Qedexeya 'du standardî' hezar û 402 roj in didome
09:05 Ciwanan bi derfetên xwe li gund pirtûkxaneyek ava kirin
09:04 Li qûntarên Çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye
09:04 Rojnamevan Babekir: Êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 202'AN
08:17 Osman Şîban bi darê zorê rakirin nexweşxaneya leşkerî
21/09/2020
20:24 Li Tirkiyeyê 68 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:25 6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan
16:10 Çelîkten a 13 roj bûn winda ye kuştî hat dîtin
16:05 Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir
15:20 TJA'yê li Mêrsînê kampanya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin
15:17 Şewata li Çiyayê Gabarê didome
15:12 Siyasetmedarê 65 salî bi hêceta “pergala cemaweriyê’ nehat berdan
14:58 ‘Nebûna êşkenceyê’ derket asta welatî ji helîkoptêrê werin avêtin
14:57 HDP: Em hişyar dikin, hûn ê di bin îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê de bimînin
14:47 HDK: Nexşeya derketina qeyranê rakirina tecrîdê ye
14:33 Parlamenter Temel avêtina gundiyan a ji helîkopterê bir rojeva meclisê
14:24 Navê Ebû Zeynep ê fermana Komkujiya Enqereyê daye di îdianameyê de nîne
13:56 Cendirmeyan bi ser gund girt, gundiyan li hemberî ‘tacîzê’ serî rakir: 21 cerdevanan istifa kir
13:25 Endamê MYK’a HDP’ê Aktûmûr ku hatibû revandin serî li ÎHD’ê da
13:10 Dadgehê kesên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan
12:49 Tîma kurd Dalkurd hat sansûrkirin
12:40 Ji ber ku bi 2 rojan hat sînor kirin gel herikî bazara sewalan
12:16 10 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Karataş hat birîn
11:34 Ji DÎB’ê li dijî êrişên nîjadperest banga têkoşîna yekbend
11:09 Li Amedê zilamek hevjîna xwe ya berê kêr kir
11:02 Piştguhkirina daxwaznameyên berdanê bû sedema mirina wî
10:53 Rojnamevan Azîz Orûç nehat berdan
10:12 Di 18 salî de bi 18 guleyan kuştin
10:02 Ji ber bêhna giran 15 karker ji hişê xwe çûn
09:02 Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn
09:01 Guzel: Pêwîst e jin li dijî qirkirina zayendî xwe bi rêxistin bikin
09:01 ‘Çalakiya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ye’
09:01 ‘Gotinek Ocalan wê aştiyê bîne’
09:00 Rêbaza salên 90’î li Şaxê derket holê: Her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN
20/09/2020
22:01 Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin
19:50 Xelatên Rojnamevaniyê ya Apê Mûsa dan xwediyên wan
19:12 61 kesên din jî ji ber koronayê mirin
18:53 Mezlûm Ebdî têkildarî yekrêziya kurdî daxuyanî da
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn