Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye

  • rojane
  • 12:58 23 Îlon 2020
  • |
img
STENBOL – Parêzvanên mafê mirovan êşkenceya li Osman Şîban û Servet Tûrgût hatibû kirin wek “hovîtiyê” pênase kirin û gotin li dijî vê êşkenceyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye. 
 
Li çoltera navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de eskeran Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribûn. Eskeran piştî ku êşkence li wan kiribû, ew ji helîkopterê avêtibûn xwarê. Xetereya jiyanî ya her du welatiyan jî didome. Nerazîbûnên li dijî vê êşkenceyê didomin. 
 
Parêzvanên mafê mirovan vê êşkenceya li Şîban û Tûrgût hatibû kirin, wek “hovîtiyê” pênase kirin û gotin pêdivî bi îradeyek demokratîk heye ku ji bûyerên bi vî rengî re bêje ‘rawest e' heye. 
 
BÎRDAL: LAZIM E DEWLET BÊDENG NEMÎNE 
 
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal diyar kir ku li dijî mirovatiyê sûc hatiye kirin. Bîrdal anî ziman ku avêtina ji helîkoptêrê ya welatiyan bi rapora nexweşxaneyê hatiye piştrastkirin û tu rastiya daxuyaniya Walîtiya Wanê dabû nîne. Bîrdal da zanîn ku pêwîste Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê bi lezgînî biçe Wanê û lêkolînên pêwîst bike û li gel saziyên dewletê divê saziyên mafên mirovan ên navnetewî jî şandeyan bişînin herêmê û lêkolînan bikin û encama lêkolînan bi raya giştî re parve bikin. 
 
Bîrdal da zanîn ku bêdengiya dewletê wêrekiyê dide êşkencekaran û got: “Divê kes bêdeng nemîne.” Bîrdal bi bîr xist ku li Arjantînê jî rayedarên dewletê, nûnerên mualefetê û parêzvanên mafê mirovan ji helîkoptêran hatibûn avêtin û tevî ku gelek bi ser bûyerê re derbas bûn jî kiryar hatin darizandin. Bîrdal ji bo darizandina kiryaran got: “Ji ber vî awayî îro yên vê êşkenceyê li Wanê kirine teqez wê rojekê li dadgehên serbixwe werin darizandin.” 
 
‘LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC TÊ KIRIN’ 
 
Bîrdal anî ziman ku di serî de mafê jiyanê gelek mafên bingehîn ên mirovan û azadiya wan hatine binpêkirin û got: “Ev sûc li dijî gelên Tirkiyê hemûyan hatiye kirin û di heman demê de li dijî rûmeta mirovahiyê hatiye kirin. Loma divê em hemû vê êşê bikişînin. Pêwîste muxalefetek demokratîk li dijî vê êşkenceyê bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike.” 
 
SALÊN 1990’Î ANÎ BÎRA MIROVAN 
 
Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku vê bûyera li Wanê qewimiye bûyerên salên 1990’î tîne bîra mirovan û got: “Lazim e aliyên civakî hemû bi hesasiyetî nêz bibe. Li Tirkiyê bi salan e binpêkirinên mafan ên cidî pêk tên. Dema mesele dibe kurd, tiştên diqewimin ji nedîtî ve tê. Heke ev bûyer neyê şopandin wê bûyerên wiha li gelek deveran biqewimin. Belkî her kesî ji helîkoptêrê ve neavêjin xwarê lê bes gelek bûyerên travmatîk bi rêya tundiyê werin kirin. Lazim e rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûq û dînamîkên civakê bûyerê ji nêz ve bişopînin. Mafê jiyanê ji bo her kesî pîroz e. Ev kes kî dibin bila bibin ferq nake, binpêkirina mafê jiyanê ya wisa nayê qebûlkirin. Gelek peyamnên navnetewî ji aliyê Tirkiyê ve hatine îmzekirin hene. Divê Tirkiyê li gorî van peymanan tevigere. Pêwîste aliyên civakî hemû li dijî bûyerê derkevin û bi hestiyar tevbigerin.” 
 
‘DOZAJA ÊŞKENCE ZÊDE DIBE’ 
 
Hevserok Giştî ya Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Acinîklî jî destnîşan kir ku ji ber bûyerên li bajarên herêmê diqewimin polîtîkaya bêcezakirinê tê sepandin, ev bûyer zêde dibin û got: “Ji bo ku kiryar nayên darizandin dozaja êşkence zêde bûye. Li welat ne pergala hiqûqê, pergala tundiyê tê çêkirin. Ne mimkin e êdî meriv behsa dewletek hiqûqê bike. Li Tirkiyê pergalek hiqûqî û demokrasiyê nayê birêvebirin. Pergalek li gorî daxwaza polîsan tê şixûlandin. Bûyera li Şaxê encama vê yekê ye. Ji bo avêtina însanek ji helîkoptêrê êdî peyvaek ku pênase bike nabînim. Mirov nikare ji wan kesên însann ji helîkoptêrê avêtine xwarê re bêje însan in. Pêwîste berpirsiyar bi lezgînî werin cezakirin.” 
 
 

Sernavên din

23/09/2020
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin
16:30 Ciwanên ji protestoya Bendava Ilisûyê tên darizandin negirtin danişînê
16:30 Li Dîlokê 11 rojin agahî ji 2 keçên Sûriyeyî nayê girtin
16:09 Li Dersimê 13 de cih û war kirin karantînayê
15:57 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat berdan
15:53 TJA: Em ji DAİŞ'ê netirsiyan ji we jî natirsin
15:29 Bijîjkên Nexweşxaneya Leşkerî: Rewşa Şiban a gotin dayînê tuneye
14:26 Kiliçdaroglû çû serdana TTB’ê: Ji ber rastiyê bûne hedef
14:11 ‘Desthilatdariyê guhên xwe ji saziyên tenduristiyê re girtiye’
13:53 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Vê êşkenceyê JÎTEM’a we ya nû pêk anî gelo?
13:43 Kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê
13:21 Şandeya HDP’ê li Wanê ye: Polîsan daxuyanî asteng kirin
13:21 ÎHD: Di 10 salan de 280 êrişên nijadperest pêk hatin
12:55 HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir
12:52 Derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de biryara dewama girtinê hat dayîn
12:43 Parêzerên Şîban û Tûrgût: Agahiya walîtiyê ji dosyeyê tuneye
11:58 70 karkerên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hebûn ji nexweşxaneyê hatin zivirandin
11:49 Li girtîgeha vîrûs lê heye kontrolên tenduristiyê nayin kirin
11:43 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
11:20 Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir
11:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
10:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:55 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serlêdan kir
10:51 HDP, bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev
10:45 12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin
10:38 Li Sêrt û Êlihê lidarxistina çalakiyan hat qedexekirin
10:01 Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo 81 bajaran 162 pêşniyazname dan wezîran
10:00 Di bêçareseriya Heftenînê de ‘tampona’ nû
09:12 Parkên li Artûklûyê wêran bûne
09:11 Mirina gumanbar a eskerê kurd: Nîşeya ku ji dêvla wî nivîsandine ji bo lêkolînkirinê şandine
09:10 Projeya 'başkirinê' ya qeyûm rûxiya
09:07 Dozgeriyê ji bo îşkenceya bi darê beyzbolê got 'îdiayeke nedîtbar' û biryara 'neşopandinê' da
09:07 Qedexeya 'du standardî' hezar û 402 roj in didome
09:05 Ciwanan bi derfetên xwe li gund pirtûkxaneyek ava kirin
09:04 Li qûntarên Çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye
09:04 Rojnamevan Babekir: Êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 202'AN
08:17 Osman Şîban bi darê zorê rakirin nexweşxaneya leşkerî
21/09/2020
20:24 Li Tirkiyeyê 68 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:25 6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan
16:10 Çelîkten a 13 roj bûn winda ye kuştî hat dîtin
16:05 Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir
15:20 TJA'yê li Mêrsînê kampanya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin
15:17 Şewata li Çiyayê Gabarê didome
15:12 Siyasetmedarê 65 salî bi hêceta “pergala cemaweriyê’ nehat berdan
14:58 ‘Nebûna êşkenceyê’ derket asta welatî ji helîkoptêrê werin avêtin
14:57 HDP: Em hişyar dikin, hûn ê di bin îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê de bimînin
14:47 HDK: Nexşeya derketina qeyranê rakirina tecrîdê ye
14:33 Parlamenter Temel avêtina gundiyan a ji helîkopterê bir rojeva meclisê
14:24 Navê Ebû Zeynep ê fermana Komkujiya Enqereyê daye di îdianameyê de nîne
13:56 Cendirmeyan bi ser gund girt, gundiyan li hemberî ‘tacîzê’ serî rakir: 21 cerdevanan istifa kir
13:25 Endamê MYK’a HDP’ê Aktûmûr ku hatibû revandin serî li ÎHD’ê da
13:10 Dadgehê kesên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan
12:49 Tîma kurd Dalkurd hat sansûrkirin
12:40 Ji ber ku bi 2 rojan hat sînor kirin gel herikî bazara sewalan
12:16 10 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Karataş hat birîn
11:34 Ji DÎB’ê li dijî êrişên nîjadperest banga têkoşîna yekbend
11:09 Li Amedê zilamek hevjîna xwe ya berê kêr kir
11:02 Piştguhkirina daxwaznameyên berdanê bû sedema mirina wî
10:53 Rojnamevan Azîz Orûç nehat berdan
10:12 Di 18 salî de bi 18 guleyan kuştin
10:02 Ji ber bêhna giran 15 karker ji hişê xwe çûn
09:02 Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn
09:01 Guzel: Pêwîst e jin li dijî qirkirina zayendî xwe bi rêxistin bikin
09:01 ‘Çalakiya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ye’
09:01 ‘Gotinek Ocalan wê aştiyê bîne’
09:00 Rêbaza salên 90’î li Şaxê derket holê: Her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN
20/09/2020
22:01 Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin
19:50 Xelatên Rojnamevaniyê ya Apê Mûsa dan xwediyên wan
19:12 61 kesên din jî ji ber koronayê mirin
18:53 Mezlûm Ebdî têkildarî yekrêziya kurdî daxuyanî da
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn