Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin

  • rojane
  • 09:04 26 Îlon 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Meşa provakasyonê ku bi pêşengiya Serokatiya Baskên Jinan a AKP'ê li dijî Rêxistina HDP'ê ya bajêr hatibû destpêkirin didome. Hevserokên Bajêr ên HDP'ê têkildarî mijarê diyar kirin ku armanc îlegalîzekirina partiya wan e û got: "Ji ber ku ji sedî 90 hilbijêrên Şirnexê hilbijêrên me ne, hewl didin ku gelê Şirnexê li dijî me provoke bikin. Lê em baş dizanin ku wê gelê me van provakasyona qebûl neke û wê her tim li hemberî wan bisekine."

 
Meşa provakasyonê ya ku ji hêla Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Hatîce Atan ve du hefte berê hatibû destpêkirin, ji aliyê komeke jin ve her roja pêncşemê bi alayên tirk bi refeqatiya polîsan tê kirin û ber bi avahiya HDP'ê meş tê lidarxistin.
 
Der barê mijarê de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr Sabahattîn Denîz û Sabuha Akdag axivîn. Hevserokên bajêr diyar kirin ku ev provakasyon e û bi organîzasyona AKP'ê pêk tê û bang li gelê Şirnexê kirin ku li dijî van lîstîkan li cem wan cih bigirin.
 
'JI HÊLA WEZARATA KARÊN NAVXWEYÎ HATIN PEYWIRDAR KIRIN'
 
Hevserok Sabahattîn Denîz, diyar kir ku piştî civîna Wezareta Karên Hundir a li herêmê pêk hat hewlêdana provakasyonê çêbûye û wiha axivî: "Li herêma me ev 3 meh in şewata daristanan didome. Ji bo ku li hemberî van şewatan bêdeng nemînin û bêdengiya rayedaran bişkînin, me xwest em çalakiyekê li dar bixin. Ew roja ku me çalakiya li dijî şewatan li dar xist, bi pêşengiya Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Hatîce Atan li dijî çalakiya me ber bi partiya me ve meşek hat lidarxistin. Di 24'ê Sibata 2020'an de, yek ji wan jinên ku li ber avahiya me ya Amedê rûdinên çend jin bi xwe re anîn vir û hewl da ku li ber avahiya me çalakiyeke rûniştinê pêk bîne. Ev 3 car in bi heqeret û gotinên nexweş li ber partiya me dimeşin. Em baş dizanin ku ev provakasyon e û bi destê kê pêk tên. Hemû gelê me baş dizane ku îqtîdara AKP'ê di rewşeke zehmet de ye û hildiweşe. Hatice Atan kesek e ku berê jê re digotin keça giyanî ya Tayyîp Erdogan. Ew karmendek e, mûçeyê xwe jî ji kargeheke taybet digire. Di ser vê kargehê re bi her awayî ji AKP'ê sûdê digire. Di hemû provakasyonan de ev kes heye. Ji xeynî vê, li vir ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve bi beşdariya hin karsazên Şirnexê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê, Baskên Jinan, û Serokatiya Şaredariyê civînek hat lidarxistin. Em fêr bûn ku di vê civînê de, hin peywir dane her kesî. Piştî vê civînê ev provakasyon dest pê kir."
 
'EV KOM JI SAZIYÊN FERMÎ TÊN BER AVAHIYA ME'
 
Denîz, di berdewamiya axaftina xwe de got ew ê li dijî her provakasyonê têbikoşin û got: "Em rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dixwazin ku aramiya li bajêr neyê xerabkirin. Di van rojên dawî de di bin serokatiya Baskên Jinên AKP'ê de, xebatek li gundan tê meşandin. Ev xebat ji AKP'ê re lêgerîna endamtiyê ye. Ji kesan re dibêjin em ê ji we re meaş çêbikin û hûn jî bibin endamên me. Her kesî jî ev kes dîtin ku ji Saziya Alîkariya Civakî û Saziya Karûbarên Civakî ya Parêzgehê derketin û ketin pêşiya avahiya me. Ewan kesan digirin hundir mîna ku li wir karê wan heye û dema wexta daxuyaniya çapemeniyê tê di bin parastina polîsan de tên ber avahiya me. Em bi armanca AKP'ê dizanin. Em hewldanên AKP'ê yên li dijî HDP'ê baş dizanin. Em bang li gelê xwe yê Şirnexê dikin ku li hemberî van provakasyona li gel me cih bigirin. Heta ku ev provakator bidomin, em ê mafên xweyên hiqûqî bi kar bînin û daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê li ber Rêxistina AKP'ê an jî Walîtiyê bidin."
 
'EM Ê DESTÛR NEDIN KU DAYÎKÊN ME BIKIN AMÛRÊN PROVAKASYONAN'
 
Hevseroka Şirnexê Sabuha Akdag, jî anî ziman ku jinan dikin amûrên polîtîkayên xwe yên provokatîf û got: "Komek endamên AKP'ê hewl didin ku partiya me îlegalîze bikin û bi bikaranîna hestên xwe yên dayiktiyê, jinan didin pêşiya xwe wek her carê. Wan dixwest ku dengê ku em li dijî şewata daristanan derdixin bêdeng bikin. Lê di vê hewlêdanên de serneketin û dengê me bi hêztir derket. Wê van provakasyonanher pêncşemê li vir bidomînin. Em rêxistina HDP'ê ya bajêr jî, em ê li dijî vê xwedî li partiya xwe derbikevin û têbikoşin. Dixwazin partiya me wekî partiyeke îlegalîze nîşan bidin. Lê em ê destûr nedin van hewlêdanan. Ev kom ji derve anîbûn vê derê. Di nav wan de Şirnexî nebûn. Ji ber ku ji sedî 90'ê hilbijêrên Şirnexê hilbijêrên me ne, lewma hewl didin ku gelê Şirnexê li dijî me provoke bikin. Lê em baş dizanin ku wê gelê me van provakasyonan qebûl neke û wê her tim li hemberî wan bisekine. Dayîkên me taca serê me ne. Em ê destûr nedin ku dayîkên me bikin amûrên provakasyona. Em ê heta dawiyê li dijî van bisekinin."
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

26/09/2020
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin