‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’

  • rojane
  • 09:20 29 Îlon 2020
  • |
img

AMED - Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, diyar kir ku tecawiz di encama hişmendiya mêtîngeh de derketiye holê û wiha got: “Ji ber ku çanda tecawizê heye, em jî berpirsiyarin ku bîst û çar saetan hem bi awayê hiş hem jî fîzîkî her saetê xwe biparêzin.”  

 
Li Tirkiyê li gel kuştinên jinan bûyerên tecawiz û îstîsmara zarokan her roja diçe zêdetir dibin. Çanda tecawizê ya ku li tevahiya cîhanê jin pêre rûbirû dimînin, li Rojhilata Navîn jî gihiştiye asta herî jor. Bi taybetî li Tirkiyeyê di 8 mehên 2020’an de, bi qasî bûyerên di çapemeniyê de hatin dîtin, 55 jin bi tecawizê re rû bi rû men û 40 zarok jî bi tacîrê re rû bi rû man. Li bajarên kurdan êrîşên zayendî yên esker û polîsan ku li dijî jinên kurd pêkhatin, çanda tecawizê careke din ji niqaşê re vekir. Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras derbarê tecawiz, tacîz û kuştinên jinan de axivî.    
 
TECAWIZ ÇIYE?
 
Aras, bal kişand ser destdirêjiya ku li jinan tê kirin û wiha axivî: “Peyva tecawizê bi serê xwe tê wateya xesp, derdestî, bi dest xistin, xwedî bûn û bi darê zorê tundî bikaranîne. Lê di lîteraturê de, zêdetir bêyî biryara xwe bi tundiyê bedena jinê bi dest xistin e. Esas tecawiz bêyî biryara jinê bi tundî û zorê pê re bikeve têkiliya zayendî nîne. Ya rast di wateya ku bi hişmendiya mêtîngeriyê nirxên ku hatine afirandin bi dest xistine. Lê ji ber ku tecawiza li ser bedena jinê hesastir e û peyamên cidî di nava xwe de dihewîne,  wateya ku ewil tê bîra mirov, tundiya zayendî ya derbarê jinê de ye.”
 
‘TECAWIZ YA KU ZILAMTIYÊ DIDE JIYÎNE’
 
Aras, anî ziman ku tecawiz bi xwe bi bîrdoziya zayendî eleqedar e û wiha got: “Di zayendiyê de mêr, mêranî di asteke bilindtir de ye û wateyeke ku divê mêr xwediyê jinê be di nava xwe de di hewîne. Ji aliyê dîrokî ve jî peyveke bi hezaran sala ne tê bikaranîn e. Beriya 6 hezar salan di nava qebîleyan de revandina jinan û tecawizkirina wan em dest pê bikin. Bi taybetî bi avabûna bajarvanî û dewletê re  tecawizkirina jinan pêş ket. Ev jî hem nîşandayina mêrtiyê ye û hem jî rewşeke ku peyamên polîtîk û siyasî di nava xwe de dihewîne ye. Dema zayedperestiya civakî hat avakirin esas bi hişmendiya ku mêr jinê bidest bixin, bibin xwediyê jinan, bedena jinê ji bo mêr hatiye afirandin dixwazin di civakê de bi cih bikin. Ev di mîtolojiyê de jî û di şirovekirina olên yek Xwudayî de jî wisa ye. Ji ber wê yekê ne têgiheke ku tenê sedsala 21’emîn eleqedar bike ye. Tecawiz ji xwe ewe ku ya mêrtiyê dide jiyîn, domandin û meşrû kirin e. Têgiha tecawizê bi serê xwe têkiliya wê bi şer, desthilatdarî, dewletbûyîn û komkujiyan re heye.”
 
‘PEYAMÊN TECAWIZKIRINÊ YÊN SIYASÎ Û POLÎTÎK HENE’
 
Aras, bibîrxist ku ji salên 90’î heya niha li Kurdistanê bûyerên tecawizkirina jinan heye û wiha berdewam kir: “Peyamên tecawizkirina jinê yên gelek siyasî û polîtîk hene. Me tecawizkirina jinê ya mêran li ser zayenperestiyê hinek nirxand. Lê li vê derê wek bîrdozî netewperestî û mêtîngehî dikeve meriyetê. Ji ber ku bedena jinê wek erdnîgarî, ax û çanda ku dixwazin dagirbikin tê dîtin. Bi tundiyê bidestxistina jinê, esas tê wateya bidestxistina ziman, çand, dîrok û hemû nirxên ku wî gelî afirandî. Ji ber vê yekê ne tenê li Kurdistanê, li Sirbîstanê, li Vîetnamê, li Afrîkayê û gelek deverên cîhanê dema behsa şer hat kirin. Tê wateya ku eskerên dagirker tecawizê jinan kirine, zarok pê dane welidîn û qetil kirine. Di mêtîngeriyê de peyameke wisa cidî tê dayîn.” 
 
‘LI SER BEDENA JINÊ PEYAM DIDIN GEL’
 
Aras, da zanîn ku nirxên ku tevgera jinên kurd afirand û têkoşîna ku heta vê rojê anîn pergala desthilatdar a baviksalar tehamul nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo têkoşîna jinan asteng bikin ji aliyekî li ser bedena jinê peyam didin gel, dibêjin ‘binêr min tu bi dest xistî’, ji aliyekî din jî ji bo têkoşîna jinan asteng bikin tecawizê bikartînin. Di hişmendiya mêtîngeriyê de tecawiz, hesta dixwazin bibin xwediyê kesên ku ne ji wan, her tiştî bi dest bixin, ji holê rakin, asîmîle bikine. Îro gelek welat ji bo çavkaniyên li bin erd tên mêtîngeh kirin. Mêtîngehkirina Kurdistanê ne tenê ji bo çavkaniyên wê yên bin erde. Kurdistan erdnîgariyek, çandek, zimanek, berxwedana gel a qedîme. Ji ber wê yekê ji bo hişmendiya faşîst a desthilatdar astengiya herî mezin kevneşopiya qedîm e ku li hemberî wê disekine, ji bo hebûna wê divê kevneşopiya qedîm ji holê were rakirin.”
 
HESKÎF, ASTENGKIRINA ZIMAN Û ŞEWATA ÇIYAYAN JÎ TECAWIZ E
 
Aras, destnîşan kir ku binasiya hebûnê ya mêtîngehiyê tecawize û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku tecawiz tê wateya ku ‘min tu bidest xistî’ bi taybetî li dewletên mêtîngeh gelek bûyerên wisa re rûbirû dimînin. Tecawiz ne tenê li ser bedena jinê pêk tê, mayîna di bin avê ya Heskîfê, astengkirina zimanê dayikê, şewatên li çiyayên Kurdistanê çêdibin, li dijî bûna çand û nirxên gelê kurd jî tecawize.”
 
LI DIJÎ KUŞTIN Û TECAWIZAN KAMPANYAYA ‘EM XWE DIPARÊZIN’
 
Aras, bal kişand ser kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) a ‘Em Xwe Diparêzin” a ku li dijî kuştin û tecawizên jinan ên di pêvajoya dawî de dan destpêkirin û wiha domand: “Bi taybetî di demên dawî de li her qada jiyanê li dijî jinan her cureyên tundî, zext û rêbazên tecawizê tên pêkanîn. Ev tiştên ku tên jiyîn nê yên ku îro derketine holê. Bi hikumetê, bi AKP’ê re ji ber ku hatiye meşrû û normal kirin û bê ceza hatiye hiştin di vê astê de ye. Ji aliyêkê tecawiz û kuştina zêde dibe ji aliyekê jî kesên li dijî vê yekê têdikoşin re êrîş tên kirin. Ji ber vê yekê elbet hiqûq û edalet girîng e lê em jin dizanin şûna ku li benda hiqûqê bin divê em xwe biparêzin. Ji ber ku çanda tecawizê heye, em jî berpirsyarin ku bîst û çar saetan hem bi awayê hiş hem jî fîzîkî em xwe biparêzin. Heke em her roj her saet di bin êrîşan de bin divê em her saetê xwe bi parêzin.Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê vegeriyane goristana jinan.”  
 
‘DERXISTINA HOLÊ YA HEQÎQETA JINÊ TÊ ARMANÇ KIRIN’
 
Aras, diyar kir ku tecawiz û kuştina jinan ne bûyerên ku bi serê xwe ne û ev tişt got: “Ev bûyer, polîtîkayên bîrdar ên ku ji aliyê hikumet û dewletan ve tên xwedî kirinin. ‘Xwe parastin’ tenê bi awayekî fîzîkî na tê wateya bi ziman, dil, hiş xwe îfade kirin, xwe vegotin, bi rêxistin kirin û têkoşînê xurt kirin. Bi kampanyayê derxistina holê ya hebûn û heqîqeta jinê tê armançkirin. Bi van re hevgirtin, piştevaniya hev kirin, bi hevre meşîn, bikevin bingeha êrîşan û ji holê rakirine ev kampanya. Ji ber wê yekê em bi nirx dibînin kampanyayê.”
 
‘BI HEVRE TEVGERÎNA JINAN DESTHILATDARIYE DITIRSÎNE’
 
Aras, da zanîn ku bi hevre tevgerîna rêxistinên jinan û hatina wan a ba hev desthilatdariyê ditirsîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku dema jin hatin ba hev û xwe bi rêxistin kirin desthilatdarî dizane ku wê têk biçe. Ji kesên ku bingeha têkçûna pergalê deyne yek jî eniya jina ne. Ji ber wê yekê baweriya min a li gel hemû êrîşan re jî di eniya jinan de wê li hev hatinên mezin û rêbazên têkoşîneke mezin pêşve biçin gelek mezin e.”
 
MA/Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel

Sernavên din

29/09/2020
12:10 Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e
11:54 Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!
11:11 Li Hezoyê 2 kes binçav kirin
10:59 2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin
10:55 'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin'
10:36 Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
10:23 Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe
10:08 ‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’
09:53 Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin
09:21 Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin
09:20 ‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’
09:19 Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê
09:13 Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine
16:25 Girtiyên li Girtîgeha Panosê: Korona belav bû ye
16:24 Endama Rosayê Remziye Sizici tehliye bû
16:06 Komkujiya Roboskî di meha 105’emîn de ye: Bêcezahiştin didome
15:49 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Divê desthilat hesab bide
15:00 Bûldan dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev
14:55 Rêxistinên Sivîl banga xwedî derketina li HDP’ê kirin
14:29 TUM BEL-SEN bertek nîşanî îxrackirina karmenda da
14:18 Şermezarkirina binçavkirinan dewam dike: Tekane çareserî berxwedan e
13:49 Serdanên HDP’ê didomin: Divê bloqa antîfaşîst bê avakirin
13:44 Salih Muslim: Tirkiye serkeftina Kobanê hezm nake
13:03 Pirtûka Serokê AYM’ê Arslan ‘bifikar’ hat dîtin
12:59 Binçavkirina HDP’iyan li Cizîrê hat şermezarkirin
12:55 Li çoltera Xîzanê operasyona leşkerî
12:50 Di doza Kaşikçi de doznameya duyemîn hat amadekirin
12:50 Cezayê heta hetayê yê girankirî li kujerê parêzer Boylû hat birîn
12:50 Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin
12:37 Bîlgen: Yên danîna qeyûm difikirin bila bîranînên waliyê eskerî yê Rûs bixwînin
12:37 Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike
12:22 11 sal derbas bûn lê faîlek nehat darizandin
12:17 Ji Weşanên Aryen'ê yek jê tirkî 3 pirtûkên nû derçûn
12:03 Siyasetmedarên dibin çavan de anîn Edliya Enqerê
12:03 Ji Fîlîpînê heta Ewropa ji Fasê heta Brezîlyayê piştevaniya ji bo HDP’ê
11:48 Doza rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:20 Dengdêrên AKP û MHP’ê: Binçavkirina Bîlgen bêhiqûqî û bêdaletî ye
10:15 Dema binçavkirina siyasetmedaran wê were dirêjkirin
09:05 Birayê Nadîra Kadîrova: Dîmen pişt rast dikin ku Unal ê AKP’î Nadîra kuştiye
09:03 Li herêma dîrokî destûra kana kevir hat dayîn
09:01 Krîza aborî kûr dibe: Em di nava çiravê de ne
09:01 Li girtîgehê, bêyî ku girtiyan muayene bikin, derman didin!
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN
27/09/2020
19:55 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir
19:39 Di 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:24 Koma ku hilbijartina TTB'ê qezenc kir diyar bû
19:00 MKM'ê 29'emîn salvegera xwe pîroz kir
18:34 Li Stenbolê zarokek hat tecawîzkirin
18:21 Azerbaycanê ‘rewşa şer’ îlan kir
16:20 Li dijî binçavkirinan bûn endamê HDP’ê
16:03 Cîhanerê CHP’î HDP ziyaret kir: Divê em vê lîstikê xera bikin
15:31 Lêpirsîna strana kurdî li hunermend Ermîş vekirin
15:21 Guven rexneya “bêdengiyê” li muxalefetê kir
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin