'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'

  • rojane
  • 09:04 10 Cotmeh 2020
  • |
img

HEWLÊR - Rojnamevan Weysî Tallî destnîşan kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Başurê Kurdistanê û krîz û aloziyên aborî û siyasî yên li Herêma Kurdistanê têkiliyek manewî di navbera xelkê û hikumetê de nehiştiye. Tallî bal kişand ser qereqolên li ser sînorên başûr û rojavayê Kurdistanê tên çêkirin jî û got çêkirina van qereqolan ne tesadufî ye û çekirina qereqolên li ser sînor jî amadekariya operasyonek mihtemel dide nîşandan. 

Rojnamevan Weysî Tallî yê li herêma Başurê Kurdistanê xebatên rojnamevaniyê birêve dibe, têkildarê rewşa siyasî, leşkerî, aborî û bertek û daxwazên gelê heremê ya li dijî êrişên Tirkiyê li ser deverên Başurê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Tallî diyar kir ku krîz û aloziyên li Başûrê Kurdistanê û birînên xizmetgûzarî, nebûna muçe, warê tenduristî û jiyanî hê jî nehatine pêçan û her diçe girantir dibe. Tallî da zanîn ku her çendî rêveberên Başûr çi Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) çi jî Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ên hevşirîkên hikûmeta Başûrê Kurdistanê nekarine çareyeke mayînde ji bo gelê başûr peyda bikin. 
 
'DIXWAZIN HEREMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN' 
 
Tallî anî ziman ku ji xwe mijara êrişên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser xaka Başûrê Kurdistanê deng ji van aliyên esasî yên hikûmetê nayê, dengê tên jî dengên sûcdarkirina PKK’ê ne û rewa nenîşandana PKK’ê ne. Tallî destnîşan kir ku bi taybet PDK xwe li ser vê gotinê birêve dibe û weke xwe mafdar bide nîşandan û PKK sedemê hemû êriş û aloziyên herêmê nîşan dide û wiha got: “Berovajî ku eger Tevgera Azadî ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li ber xwe nedaba, wê niha Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ba. Di van êrişan de di serî de walatiyên dikevin herêmên sînor û dîsa Herêmên Parastinê yên Medya, Şêladiz, Amêdiyê, Zaxo dibin qûrbaniyên êrişên dewleta Tirk. Rojane herêm tên bombekirin û dixwazin herêmê ji welatiyan vala bikin û bikarin bi rehetî êrişî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê bikin."
 
'PDK JÎ HEMAN SIYASETA AKP-MHP’Ê DIMEŞÎN E'
 
Tallî bal kişand ser siyaseta PDK’ê ya li dijî kesên nerazîbûna xwe li dijî êrişên Tirkiyê nîşan didin û got: "PDK û hikumeta Başurê Kurdistanê li dijî muxalifiyê heman siyaseta hikumeta AKP-MHP’ê dimeşîne. Li beramberî vê dengên nerazî yên ji van herêman bilind dibin ne kêmin. Lê mixabin PDK û asayîşa wê li şûna guh bide van dengan, êrişî wan dike û bi dehan kesên ji ber nerazîbûna xwe nîşan dane û nexwestine dagirker li Başûrê Kurdistanê bimînin niha ti agahiyek ji wan nayê girtin. Ji Şêladiz, Amêdiyê, Zaxo û gelek deverên din akademîsyen, çalakvanên siyasî, mamoste û ciwan jî di nav de nêzî 100 kes di destê asayîşa PDK’ê de ne û gelek ji wan bê dadgehkirin girtî ne û agahiyên li ser wan bi malbatê re nayên parvekirin. Bi ser wê re jî gefan li malbat û welatiyan dixwin.
 
Gelo ma mijara bûçe û dîsa mûçeyên karmendên Başûrê Kurdistanê jî PKK ye? Yan jî krîzên navxweyî yên PDK û YNK’ê, PKK'ê ye gelo? Na. Encamên siyaseta şaş û hevkariya li gel dijminê Kurdan dike ku ti car serastî nekeve nava Başûrê Kurdistanê. 
 
Tevî ku bi dena car aliyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li şûna yek deng biçin, PDK û YNK bi serê xwe diçin û ti çareseriyek naîne û vedigerin û gel dixapînin ku va li ser çend xalan me li hev kir, meha wê bê çareser bibe, gel dixapînin. Lê hata niha zelaliyek di mijara mûçe û dahatan de ji bo Başûrê Kurdistanê zelal nebûye.”
 
'PDK Û SEFARETXANEYA TIRK BERÊ CIWANAN DIDIN DERVEYÎ WELAT'
 
Tallî diyar kir ku fatûreyên alozî û krîzan hemû ji gel tên girtin û gel neçarî hejarî, koçberî û bi dagirkirina axê rê rûbirû tên hiştin. Tallî anî ziman ku bi sedan ciwanên Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna xizmetguzarî û nebûna derfetên jiyanî, bi hevkariya hêzên PDK û Sefaretxaneya Tirkiyê barsivikiyê ji bo wan çêdikin û berê wan didin derveyî welat û wiha got: “Ev jî yek ji parçeya siyaseta ku parçe bike û rê nede ku li ber we rabe. Di vê dema dawî de bi sedan ciwanên Şêladizê, Amêdiyê, Zaxo û deverê bi hevkariya şebekeyên girêdayî êrxistina îstixbaratê ya PDK’ê Parastinê û sefaretxaneyên Tirk di deriyên Sînor ê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) re şandin Tirkiyeyê û ji wir jî berê wan didin Ewropayê. Bi taybet li herêmên di bin kontrola PDK’ê de di warê helwesta xwe anîna ziman û xizmetê de giştî deng hatiye qutkirin. Kî/ê li ber vê rabe, rast e rast tê binçavkirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan kes rêveberên Tevgera Azadî ya partiyeke rewaye li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî girtî ne.”
 
SERDANA KAZIMÎ BO HERÊMA KURDISTANÊ
 
Tallî serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya ji bo herêma Başûrê Kurdistanê jî nirxand û wiha domand: "Serdana Kazimî jî ya ji bo herêmê jî balkêş bû. Kazimî hema ji xwe ve nehate Herêma Kurdistan û dîsa Şengalê. Armanca wî hebû, yek ji van jî bizane bê ka helwesta gelê Başûr ya ji bo wî çiye? sibe tiştek bike wê nêzîkatiya gel çawa be. Mirov dikare bêje Kazimî di vê serdana xwe de heta astekê giha encama xwe. Bi hatina ser rê ya cotkaran li gel wan civîn û nêrînên wan girtin, dîsa gotina dayika Kurdisanî ya ‘Te emanet Kurdistan’ nîşan da bê ka Başûrê Kurdistanê di destê rêveberiya YNK û PDK’ê de ketiye çi halî. Ev yek dike ku Kazimî gelek karên bike vê yekê li ber çavan bigire û wisa bi zirav bikare gelê Başûrê Kurdistanê bikişîne aliyê xwe. Dîsa gelek mijarên din bi çavê xwe dît. Ev jî ji bo karê bike ji bo wî derfetekî pir baş e. Çi piştevaniya di encamên hilbijartinê de be, dîsa warê lihevkirinên di navbera Başûr-Bexda û gel kişandina aliyê xwe.”
 
YEKÎTIYA KURDAN 
 
Tallî bal kişand yekîtiya neteweyî ya kurdan û got: "Ji bo yekîtiyê xala yekem ew e ku gelê kurd li dijî dagirkeriyê rabe, a duyem parastina destkeftiyên Kurdistanê û ya sêyemîn jî yekîtî netewî ya kurdan bê avakirinê ye."
 
'DEMA AVAKIRINA QEREQOLAN NE TESADUFÎ YE'
 
Tallî bal kişand ser avakirina qereqolên nû û nûjenkirina yên berê yên ji aliyê PDK'ê ve tên çêkirin û wiha got: "Dema van qereqolan ne tesadufî ye. Lê mixabin tevî hemû hewldanên li dijî dagirkeriyê jî hewldanên PDK’ê ya li gel dewleta Tirk tim van destkeftiyên heyî dixe metirsiyê. Xebatên avakirina qereqolên nû û nûjenkirina yên berê ya li aliyê sersînorê Rojava hema jixwe ne tesadufî ye. Piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû pêk hatin, her wiha dîsa berî wê avakirina baregehên leşkerî yên li Şêladiz, Amêdiyê, herêma Biradost û deverên din ne hema ji xwe ne. Tirkiya ku nekarî li deverên Başûrê Kurdistanê bigihîje armancên xwe, dîsa li Lîbya nekarî tiştek bidest bixe, ji xwe li Idlib ketiye çiravê. Niha li Qerebaxê li pey armancên xwe ne nikare weke daxwaza xwe bike. Herî dawî gefên li ser Rojava lixwe mikûr hatinên ku nekarin li wir ti encamek bi dest bixin. Niha dixwaze li Rojava veger û gefan bike. Dîsa avakirina qereqolên li ser sînor jî nîşaneya operasyonên mihtemel bên kirinê ye. Lê li vir ya balkêş ew e bê ka ew qereqol ji bo çi hatine danîn? Gelo şerek rû bide wê PDK rêgiriyê li QSD, YPG, YPJ’ê bike, yan wê hevkarî bike yan jî na wê li gel Tirkiye cih bigire? Ji bo vê jî mirov nikare niha tiştek zelal bêje, lê encamên borî hinek tiştan bi mirov dide nîşandan. Bi hêvîme ku mîna berê nebe. “
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

10/10/2020
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin