‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'

  • rojane
  • 09:05 10 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Wênesaz û nivîskar Îbrahîm Balaban ji bo Girtîgeha Îmraliyê dibêje, "Gava mirov ji jor de lê dinêre wekî bihuştê ye, lê gava dikeve hundirê wê wekî dojehê ye." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 7 hezar û 774 roj in di vê "girtîgeha ji jor de wekî bihuştê, ji hundirê ve wekî dojehê" de ye. 

Girtîgeha Îmraliyê ewilî di sala 1935'an de wekî girtîgeheke nîvvekirî tê çêkirin. Lê piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bo komployeke navdewletî tê revandin û wî tînin Tirkiyeyê, wê dikin girtîgeheke bilind. Sînemager û hunermend Yilmaz Guney, wênesazê rûm Andûlos Stafanodîs, nivîskar Rifat Ilgaz, wênesaz-nivîskar Îbrahîm Balaban jî di vê girtîgehê de mane. Her wiha piştî darbeya eskerî ya 1960'î siyasetmedar Adnan Menderes, Hasan Polatkan û Fatîn Ruştu Zorlû jî li vê derê hatin hepskirin. 
 
Tê gotin cara ewil di sedsala VII'emîn de li Îmraliyê mirov bi cih dibin û piştî vê navê "Kalolîmnos (Lîmankoy)" lê tê kirin. Piştî fermandarê Orhan Begê Emîr Alî giravê ji bîzansiyan distîne navê Emîr Alî lê dike û dû re navê Îmrlaiyê lê tê kirin. 
 
Îmrali, di dema Osmaniyan de giraveke girêdayî qezaya Mûdanyeyê bûye û di destpêka sala 20'an de 3 gundê rûman lê hebûne. Di sala 1913'an de li giravê 250 mal, dibistanek, sê manastir hebûne û bi giştî hezar û 200 rûm lê bûne. Kesên li giravê pîvaz diçandin û masîvanî dikirin. Berên li vê derê dihatin çandin li Stenbolê dihatin firotin. 
 
DÊR KIRIN QAWÎŞ 
 
Di sala 1915'an de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê dike, gelê rûm ê li Îmraliyê îskanî Gemlîk û Bûrsayê tên kirin. Girav, bi temamî tê valakirin. Çendî ku piştî şer gel cardin vegeriyabe jî, lê belê piştî Peymana Lozanê bi Mubadeleya Nifûsê ya 1924'an gelê giravê dişînin Yûnanîstanê û girav heya demekê vala dimîne. 
 
Di sala 1935'an de hosteyê înşeatê Hoste Fahrî dîwarên dêrê yê texrîbbûyî diselhîne û wê dike qawîşek. Piştî vê dibe Girtîgeha Îmraliyê. 
 
GELEK KESÊN NAS DI ÎMRALIYÊ DE MAN 
 
Paşê Îmrali wekî girtîgeheke nîvvekirî tê bikaranîn û gelek kesên nas tê de dimînin. Serokwezîr Adnan Menderes, Wezîrê Karên Derve Fatîn Ruştu Zorlû û Wezîrê Maliyeyê Hasan Polatkan tên girtin û cezayê wan ê mirinê li Girava Îmraliyê tê înfazkirin. Cesedê wan 29 salan li Girava Îmraliyê dimîne û di 17'ê Îlona 1990'î de dibin Stenbolê. Her wiha hunermend û sînemager Yilmaz Guney, wênesazê rûm Angulos Stafanodîs, nivîskar Rifat Ilgaz û wênesaz-nivîskar Îbrahîm Balaban jî di Girtîgeha Îmraliyê de dimînin. 
 
BALABAN LI ÎMRALIYÊ WÊNEYAN ÇÊDIKE 
 
Wênesaz û nivîskar Îbrahîm Balaban di pirtûka xwe ya bi navê “Nazım Hikmet’le Yedi Yıl” de behsa salên xwe yên li Girtîgeha Bûrsa û Girtîgeha Îmraliyê dike. Gava Balaban ji Girtîgeha Bûrsayê sewqî Girtîgeha Îmraliyê dikin, Balaban li vê derê gelek wêneyan çêdike. Balaban ku şagirtê helbestkar Nazim Hîkmet, girtiyên li Girtîgeha Îmrlaiyê dixebitin ji xwe re model digire û wêneyên wan çêdike.
 
‘JI JOR DE BIHUŞT JI HUNDIR VE DOJEH' 
 
Balaban ku ji bo Girtîgeha Îmraliyê dibêje "Gava mirov ji jor de lê dinêre wekî bihuştê ye, lê gava dikeve hundirê wê wekî dojehê ye" vê rewşê wiha bilêv dike: "Li nav rezan goşiyên tirî. Hirmî, sêv, xox û gilyazên bi daran ve her yek jê nahmeteke dinyayê, tu dibêjî qey tehameke bihuştê ne. Lê belê kesên ev êmişên tahmxweş çandine dojehî bûn, yanî girtî bûn. Gava yek 'Bibêje 'Ê ev baxçe çand ez im, ê ev baxçe koland ez im, ê ev darhejîr çand ez im' û rabe goşiyek tirî jê bike, wê miameleya dizan pê bikin wî têxin hucreyê û wê hebên tirî yeko yeko di qirika wî de bûbûna qor." 
 
7 HEZAR Û 774 ROJ IN LI ÎMRALIYÊ YE 
 
Lê belê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 7 hezar û 774 roj in di vê girtîgeha ku Balaban ji bo wê dibêje "ji jor de wekî bihuştê, ji hundirê ve wekî dojehê" de ye. Ocalan ji roja ku hatiye girtin heya niha bi awayekî sîstematîk tê tecrîdkirin. 
 
Parêzerên Ocalan ji sala 1999'an heya 27'ê Tîrmeha 2011'an ji bo hevdîtinê gelek serlêdan kirin, lê belê ji xeynî çend hevdîtinan serlêdanên wan hemû bi hincetên wekî "rewşa hewayê nebaş e" û" keştî xerabe ye" hatin redkirin. Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya 2'yê Gulana 2019'an jî 810 caran serldan kirin lê belê serlêdanên wan bi hincetine cuda hatin redkirin. 
 
Piştî greva birçîbûnê ku Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 7'ê Mijdaraa 2018'an de dabû destpêkirin û di demeke kurt de li tevahiya girtîgehan belav bûbû, parêzeran hevdîtin bi ocalan re çêkir. Parêzer di navbera 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Ocalan re çêkirin. Parêzeran di sala 2019'an de ji bo hevdîtinê 104 serlêdan kirin lê belê tenê 5 serlêdanên wan hatin qebûlkirin û 67 serlêdanên wan jî bêbersiv hatin hiştin. 32 serlêdan jî bi heman hincetan hatin redkirin. Her wiha serlêdanên parêzeran ên di sala 2020'an de jî bê bersiv hatine hiştin û herî dawî jî hedvîtina parêzeran a bi Ocalan heya 6 mehan hat qedexekirin. Hevdîtina parêzeran ji ber "Nexşerê"ya Ocalan hat qedexekiri ku Ocalan "Nexşerê" wekî berdewamiya parêziya xwe berpêşî DMME'yê kiribû." 
 
MA / Sadiye Eser 

Sernavên din

10/10/2020
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin