Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike

img

AMED - Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû de bi lîstîka Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dika xwe vedike. Şanoger got ew bi lîstikek nû deriyên xwe ji temaşevanan re vedikin û xwest temaşevan biçin li lîstika wan temaşe bikin.  

Komên şanoyan ên ku her meh ji bo lîstikan hin bername amade dikirin û dilîstin, ji ber pêvajoya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mecbûr mabûn eywanên xwe bigirin. Ji van şanoyan yek jî Şanoya Bajêr a Amedê bû û ji ber pêvajoya pandemiyê dikên xwe girtin. Lê Şanoya Bajêr a Amedê tevî hin komên şanoyan lîstik amade kiribûn û li ser medya civakî parve kiribûn. Piştî ku di 1’ê Tîrmehê de Serokkomar derbarê şano û sînemayan de giştîname weşand ku dikarin eywanên xwe vekin, Şanoya Bajêr a Amedê dest bi xebatên xwe yên serdema nû kirin. Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar derbarê xebatên şanoyê yên serdema nû de axivî. 
 
Emektar diyar kir ku ji ber pêvajoya pandemiyê 7 meh in dernakevin ser dikê û wiha got: “Ev du meh in me barkir cihê xwe yê nû û dest bi provayan kir. Niha provaya lîstikên nû heye. Di heman demê de provaya bernameyekê jî em çêdikin. Niha amadekariya sezona nû dikin. Herî dawî di adarê de me lîstika xwe lîst. Ev 7 meh in em derneketi bûn li pêşberî temaşevanan lê em hêvî dikin ku dawiya vê mehê em ê dest bi sezona nû bikin.”
 
‘VÎRUSÊ BANDOREKE MEZIN LI SER BEŞÊN HUNERÊ KIR’
 
Emektar da zanîn ku vîrûsa koronayê bandoreke zêde li ser beşên hunerê kir û wiha got: “Mixabin bi koronayê re bandoreke mezin li ser beşên hunerê çêbû, yek ji van jî şano bû. Ji xwe demekî dirêj qedexe bûn. Niha jî qedexe rabûye lê dikarin nîvî temaşevanan bigirin. Ew jî rîskeke, hem ji bo aboriyê hem jî ew dêrûniya li ser temaşevanan ranebûye. Dikarin bikevin cihê girtî, qelebalix? Ew jî rîskeke mezine. Ji aliyê aboriyê ve şano hatine asta girtinê. Hinek şanoyên taybet ji ber ku nikarîn xwe bi rêve bibin îflasa xwe îlan kirin. Ji bo me jî ev pêvajo bi zehmetî dimeşe. Em hewl didin ku dawiya vê mehê vebikin. Em hêvî dikin ku gelê me were şanoyê û li lîstikên me temaşe bikin.”
 
ŞANOGERAN ÎNÎSIYATÎFA ‘BILA ŞANOYA ME HEBE' AVA KI
 
Emektar anî ziman ku şano tiştekî aktîf e pêwîste rûbirû xebatên wê werin kirin û wiha domand: "Mixabin me nikaribû werin cem hev. Ji ber wê yekê lîstikên xwe yên kevin bi temaşêvanên xwe re parvekirin. Di vê demê de înîsiyatifek ku ‘Tiyatromuz yaşasin’ hat avakirin. Ji bo rêxistina şanogeran înîsiyatifeke gelekî baş e. Niha nêzî 400 komên şanoyê di nava înîsiyatîfê de ne. Di pêvajoya pandemiyê de dewlet li tu beşên hunerê xwedî derneket. Wezareta Çandê tu alîkarî nekirin lê wê înîsiyatifê li hemberî vê yekê berxwedan û gelek çalakî çêkirin. Hinek tişt bi dest xistin jî. Berî her tiştî bûn yek û rêxistina xwe ava kirin. Em jî di nava wê înîsiyatifê de cih digirin.”
 
PROVA BERDEWAM DIKIN
 
Emektar destnîşan kir ku niha amadekariyên lîstika Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dikin û got: “Em ê lîstikên xwe yên sezona berê jî bilîzin. Wek Tartuffe, Xewna Şevek Havînê, Bûn an Nebûn. Lê amadekariya lîstikên me yên nû jî hene. Em ê bi lîstika Elîzabeth sezonê vekin. Ji ber pêvajoya pandemiyê mixabin em jî pêşiya xwe nabînin. Em ê çi bikin çawa bimeşînin, bernameyê derxînin dernaxînin, wê çi bibe? Lê dîsa jî em karê xwe dikin, provayên xwe berdewam dikin. Rewşeke awarte çênebe, me cihekî nû avakiriye em dixwazin vekirina vî cihî bikin û bernameyekê diyar bikin. Ji ber ku ev der bi cihekî komînal hat avakirin û keda sedan mirovan têde heye. Li gor rewşê em ê bernameyên mehane derxînin. Cihê me yê nû ne tenê cihê şanoyê ye ji ber ku cihekî çandî hatiye avakirin, dê li vê derê pêşengeh jî hebin, derfet çêbin em ê lîstikan ji derve jî bînin.”
 
‘EM LI BENDA TEMAŞEVANAN E' 
 
Emektar diyar kir tedbîrên xwe yên ji bo pandemiyê girtine û got: “Salona me du saetan carekê tê dezenfektekirin. Em ê bêmaske tu kesî negirin hundir, sincîrîna laşê wan bibîpîvin û wisa bigirin hundir. Jixwe ji sedî 60 em ê bigirin hundir. Hem ji bo tenduristiya temaşevanên xwe hem jî ji bo hevalên xwe em ê tedbîrên xwe hemû bigirin.”
 
Emektar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku temaşevanan pirr bêriya lîstikên şanoyê kirine û got: "Em ê hewl bidin ku bi temaşevanên xwe re werin cem hev. Ji ber ku me jî bêriya wan kiriye. Em li benda temaşevanên xwe ne." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman 
 

Sernavên din

13/10/2020
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê
10:40 Li Agirê şer: Esker mir
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne